Ana içeriğe atla

"Pêşbaziya Şanoya Kurdî" an jî "Li Çar Bajaran Şanoya Kurdî"


Amed, Batman, Wan û Stenbol… Şanoya Kurdî li van bajaran di sehneyên biçûk de li ber xwe dide û li benda temaşevanên xwe ye…“Bînerno” rêya xwe şaş bikin û biçin lê temaşe bikin. Pişt re hûn çi bibêjin hûn bi dilê xwe ne... Ger ku ji we hat, hûn dikarin bi kêfa gurê manco bikenin; na ku ji we nehat, hewl bidin xwe bi giriyê kafiran bi halê xwe û me tevan bigirîn… Û ji kerema xwe bila ji bîra we neçe, hemû “ken û giriyê we” ji bo şanoya Kurdî bikêr in…

Weke her tiştî, şanoya Kurdî jî li Bakur û li Stenbolê ji reng û taybetiya serdema niha, para xwe hilgirtiye. Nizanim belkî yekcar bêfêde be, lê dibe ku di bala hin temaşevanan de be, dîsa ez ê qala “hemû” şanoyên niha ku têne lîstin bikim… Netirsin tiştekî ku çavê we jê bitirse di şanoya kurdî de hîn neqewimiye… 
Ger şanoya Kurdî di bala we de be, ewil berê xwe bidin Amedê, Şanoya Bajêr. Ew serê biska şanoya Kurdî ne. Tevî şanoyên xwe yên berê îsal lîstika “Tartuffe” tevlî repertûara xwe kirin. Hey ku hûn çûn wir, bala xwe baş bidin Yavuz Akkuzu… Ez bibînin bila yek ji we bibêje Yavuz nebûye!
Dîsa li Amedê lîstika “Kirêciyê Nû” ya Teatra Yekta Hêvî heye. Ew jî piranî li heman sehneyê tê lîstin.  Li Amedê, sehneya Mordemê heye, ji nêz ve çavê çend temaşevanan li ser wan e, lê a bi xêr… Li wir hîn bi şanoyeke Kurdî ne berbiçav in.
Di vê tunebûnê de li Batmanê, 4 komên bi navê “Tov, Rituel û Araf û Yeni Sahne” hene… Nizam ji ber çi ye, lê îsal şanoyek bi Kurdî dernexistin. An jî proveyên wan berdewam e, loma. Belkî jî derfet tune ne. Dibe ku metnek li gora dilê xwe nedîtibin. Şuxlê berê her dewam e.  
Li Serhedê şanoyeke bi Kurdî hebe nebe li Wanê ye. Ew jî Mencel e.  Li wir lîstikên bi navê “Kozik, Mirin û Keçik, Zargotin Zêrgotin e” hene.  

Bêmaliya şanoya Kurdî li Stenbolê an seyyar e an jî li sehneyên biçûk e. Lîstika “Balans” a Şermola Performansê heye, rêya xwe pê bixin, piranî li Kumbaraci50 ne.  Li Şa Performansê “Ji Akademiyê Re Raporek” û “Mirzayê Biçûk” heye. Lîstikên Teatra Jiyana Nû “Tenê Ez” û “Bêrû” li Mezopotamya Sahneyê ne… Û hew, tiştên ez zanim ev in. Wekî din? 

Belkî hat bihîstin û bala temaşevanan kişandibû û ketibû rojevê! Herî dawî li Edena 3 lîstik hate qedexekirin. Siberojê ev çend lîstik jî ji dest biçin, wê demê xweş temaşe ye!  

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı...

NÛSEREKÎ QEWÎN: MEHMET DÎCLE

Çetoyê Zêdo: Em jî weke her tim, ji pirsa yekê dest pê bikin. Ji kerema xwe, tu dikarî qala kurtejiyana xwe bikî? Mehmet Dîcle : Ez di sala 1977an de li gundê Çolaxa ya Bismilê hatim dinê. Lê malbata min, li gorî ku min lêkolaye çendsed sal in ku li Hezroyê bûne, ango ez ji Hezroyê me û li Hezroyê mezin bûm û heta ku lîse xelas bû, ez li Hezroyê jiyiyam. Paşê ji bo zanîngehê hatim Stenbolê. Min zanîngeha Stenbolê beşa Cografyayê xwend. Di salên zanîngehê de ez di nav tevgera ciwanên welatparêz de mam û bi rastî jî ew salên min ên gelek çalak bûn. Di wan salan de hema bibê min xwe, dunya û wêje nas kir. Li klûba edebiyatê ya zanîngehê min û hevalên xwe bi salan kitêb xwendin, hem ji edebiyata cîhanê hem jî ji edebiyata kurdî. Paşê di wan salan de ez di kovara Jiyana Rewşen û Rewşennameyê de xebitîm. Her weha li weşanxaneya Aramê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. -  Tu ji kengî ve bi nivîsa Kurdî re têkildarî? Te çawa dest pê kir, rewşa te ya wê demê çawa bû? Ji ber k...

Kürtçe Tiyatro Metinleri

Kürt tiyatro tarihinin bilinmemesi, Kürt tiyatro edebiyatında iz bırakan tiyatro metinlerinin de yok sayılmasına neden olmaktadır. Türkiye’de Kürt tiyatrosunun zorlukları tartışıldığında ilk ağızda “metinsizlikten” yakınılmaktadır. Oysa Türkiye’de Kürtçe tiyatro yapma zorluklarının en başında; resmi devlet politikası, ödeneksizlik, profesyonel oyunculuk, sahneleme ve prova yeri bulma sorunları ile teknik yetersizliklerin olduğu bir alan olarak “kaçak” bir zemin söz konusudur. Bu şartlarda Kürtçe tiyatro üretmek için çoğu zaman “yokluklara” direnmek gerekiyor. Genellikle “tek perdelik ve olabildiğince az oyuncuyla” tiyatro oyunları hazırlanıyor. Kürtçe tiyatro yapmak için şartlar en azından Türkçe tiyatro yapan “alternatif” tiyatrolardan daha “lokal” ve ayrı bir yerde varlığını sürdürmeye çalışıyor. Bu şartlar altında, “metinsizlik” vurgusunun temel sorunlardan biri olarak sunulması yanıltıcıdır. Kaldı ki var olan Kürtçe tiyatro metinlerinden bihaber olanların veya Kürtçe okur-ya...