Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Kurmancî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

ZILAMEK Û ZIMANEK

ZILAMEK Û ZIMANEK- Celadet Alî Bedirxan Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî jihevdeketî saz bike û carina zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên zindî, nav wan zimanên ko mirov pê daxêvin û mexsedên xwe pê eşkere dikin. Me got zimanên mirî û zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jîyinbariyê ve ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin. Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu tiştî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserine mezin, kitêbine hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî têne xwendin. Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê devkî ne û tu kes bi wan napeyive. Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing ibranî zimanine mirî bûn. Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî   êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye. Belê ew mirovê bivên di nav cihiyan de derket û zimanê ib...

Ji Notên “Fawaz Husên – Parîsabad” Bê Şîrove!

Ji Notên “Fawaz Husên – Parîsabad” Bê Şîrove!   Kesên Berhemê: Îsa , 25 sal li Awropayê dijî, Vebêjerê berhemê ye… Nivîskar bi xwe ye.. Vê yekê venaşêre û raste rast qala xwe dike û li xwe dizîvire (Zaroktî, Penaberî, Mirina Bav…) “ Ez bi xweji dan stendinê kurdan dûr im, lê di çend saetan de ez agahdarî hamû tevgerên wan dibim. ”(r.16) “Ne ji dûr, ne ji nêzîk neketime ne partiyên kurdî, ne yên fransî.” (r.20) “Ez bi xwe mirina bavê xwe wek çiyayekî ji resasê li ser pişta xwe dikim û wê mirinê bi xwe re li her derê digarînim.”(r.27) “…ez bi kû derê ve herim, ez ê hergav pêrgî mirina bavê xwe bêm û ku ez ê wê mirinê mîna xaça îsa li ser canê xwe bikim û wê li canê xwe bikim û wê li kolan û qehwexaneyên Parîsê bigerînim.” (r.39) “Nîşanên tirsdar… “Gelek caran, ez ji xwe re dibêjim ku jiyana min li Fransayê jiyaneke pûç û bêmane ye. Lê gava ez li Rojhilata Navînê bi bîra xwe tînim û hemû meqersî û zindanên wê di serê xwe de dibînim, ez li ser teriya xwe rûdinêm...

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî di...