ZILAMEK Û ZIMANEK- Celadet Alî Bedirxan
Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek
dikare zimanekî jihevdeketî saz bike û carina zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê
niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên
zindî, nav wan zimanên ko mirov pê daxêvin û mexsedên xwe pê eşkere dikin.
Me got zimanên mirî û zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê
jîyinbariyê ve ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û
dimirin.

Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing ibranî zimanine
mirî bûn. Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî
ye.
Belê ew mirovê bivên di nav cihiyan de derket û zimanê
ibranî vejand. Ibranî zimanekî samî, zimanekî kevnare, hevalê erebiyê ye.
Tewrat yek ji çar kitêbên mezin pê hatiye gotin û nivîsandin. Bi tenê zanayan
pê dizanîn û di kiniştan de tewrat bi vî zimanî dihate xwendin.
Herçî cihî bi zimanine din, bi zimanên welatên ko tê
de rûdiniştin xeber didan. Yanî cihiyan zimanekî milî, zimanekî xweser nîn bû û
ji lewre wan bi zimanên xelkê xeber didan.
Di sala 1877an di şerê ûris û tirkî de zora tirkan çû
bû û herçî miletên Balqanê hene ji bindestiya tirkan xelas bû bûn. Xelaskirina
dewletên Balqanê nemaze bi destê çarê ûris çû bû serî û miletê ûris bi xwe bi
vî îşî bendawar dibû û rojnameyên rûsî gelek qala dewletên Balqanê ên nû dikir.
Di welatê ûris de xortekî cihî bi navê Elyêzer bin
Yehûda hebû. Kurê Yehûda wek herkesî bi
vî şerî bendewar dibû û didît ko miletên bindest wek Sirbistan û Birxaristanê û
ên mayîn ji nîrê zorkerên xwe xelas dibûn û digihaştin istiklalên xwe. Yehûda
bi van bûyeran li miliyeta xwe hişyar dibû û li ber halê miletê xwe diket.
Yehûda didît ko halê miletê wî ji halê her miletê din xirabtir e. Cihî ne bi
tenê bê welat û bê hikûmet in; Lê zimanê wan jî nîne û bi zimanên xelkê xeber
didin.
Xortê cihî qerara xwe da û di dilê xwe de got: Divêt
cihî vegerin welatê pêşiyên xwe; Welatê kurên Israîl, û dîsan divêt ko cihiyan
jî weke xelkê zimanek hebe û têk de pê baxêvin. Ew ziman ji zimanê pêşiyan,
zimanê ibranî ye.
Yehûda hînî zimanê xwe bû û di sala 1878an de qesta
Parîsê, qesta wî bajarê mêvanhewîn kir.
Li Parîsê, Elyêzer bin Yehûda têkilî cihî yên Parîsê
bû. Elyêzer ji alîkî zimanê xwe pêş ve dibir û ji aliyê din fikrên xwe ên milî
belav dikirin. Lê welatiyên wî bi xwe lê radibûn û heye ko digotin ev mirov dîn
e. Lê Yehûda guh nedida wan û ji esera xwe a mezin re bi vêneke xurt û mezin û
bi serê xwe dixebitî. Kiri bû serê xwe ji miletê xwe ê bê ziman miletekî
biziman bîne pê.
Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî ibranî yê bû bû.
Niho diviya bû ibraniyê di nav civata miletê xwe de belav bike. Ji bo çandina
tovê xwe jê re zeviyek diviya bû. Di sala 1881ê de Elyêzer keça mamosteyê xwe
ji xwe re anî û berê xwe da Felestinê. Bi vî
awayî jinikek, hîmê xanimanekê, ketibû destê wî. Zaro wê bidana pey.
Yehûda, bi rê ve di vaporê de dersa jina xwe got û hetanî ko gihaştine erdê
Felestinê jina wê hînî çend pirsên ibranî bû bû.
Gava pê li erdê pêşiyan kirin Yehûda gote jina xwe, ji
niho û pê de emê bi tenê bi ibranî xeber bidin. Ibraniya jinikê gelek hindik
bû. Jinikê kir û ne kir lê mêrê wê ji qerara xwe ne geriya. Ne hewceyî gotinê
ye ko zaroyên Yehûda hetanî ko bûne xort ji ibraniyê pê ve bi tu zimanî ne
dizanîn û ji lewre di nav xelkê de lal dihatine hesêb. Lê bi vê laliyê miletê
cihî wek miletine din bû xwediyê zimanekî, xwediyê zimanekî xweser.
Yehûda û xelkê mala wî di zivariyê de dijîn. Lê çi
xem. Ji fikirine mezin re fedekarîne mezin divêtin. Ji ber ko xelk bi derbekê
bîra fikira mezin nabe. Yehûda nanê tisî dixwar lê gava didît ko xelkê mala wî
bi ibranî xeber dida, bawer bikin, xwe bextiyartirê mirovên dinyayê dihesiband.
Dawiyê Yehûda rojnameke bi ibranî belav kir û ji xwe
re xwendevan jî peyda kirin. Bi rê va û di hin dibistanên cihî de dest bi
xwendina ibraniyê jî kirin.
Ji milê din Yehûda ferhenga miletê xwe cê dikir û
bêjeyên ko di zamanekê mirî de nînin ew jî pêk ve tanîn. Zimanê ibranî jî di
nav cihiyan de belav dibû. Di sala 1922an de gava Elyêzer bin Yehûda mir zimanê
ibranî yê ko berî 30-40 salî zimanekî mirî bû, bû bû zimanê miletekî. Ev ziman îro
di Felestinê û di rex erebî û îngilîziyê de zimanekî resmî, zimanê dewlet û
hikûmetê ye jî.
Kurdino, eve zilamek û zimanek û tiştê ko bi vêna
zilamekî tête pê. Di kar û bi serhatiya vî zilamî de pend û derseke mezin heye.
Herçî miletên bindest û bê ziman an bê zimanê nivîskî divêt jê ibretê bigrin.
Herçî em kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê daxêvin û piraniya me
ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û
nivîsandina zimanê xwe bibin.
Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo
her miletî êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê
wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve neanîne û bi kêrî miletê xwe nehatine.
Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt.
Piştî ko em kurd jî wek miletên din bûne xwediyê
elfabeke xweser, xwendin û nivîsandina zimanê me gelek hêsanî bûye. Tecrîbe
şanî daye ko li gora jîriya mirov kurd ji heftekê heta çar heftan de dikarin
hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.
Belê piraniya kurdan bi tenê bi zimanê awe ê mader
dizanin û ji lewre li mal be ji derve be bi tenê bi kurdî dipeyivin. Lê di nav kurdan
de hindikahîke kiçik heye û xelkê vê hindikahiyê an di welatê xerîbiyê de bûne
an îro tê de dijîn. Tiştê ko ji vê hindikahiyê re divêt, heke bizimanê xwe
nizanin berî ewilî hînî wî bibin û piştre di nav mala xwe û bi zar zêçên xwe re
herwekî Elyêzer dikir bi tenê bi kurdî xeber bidin.
Belê ji van kurdan re divêt, gava ji derve têne mal,
herwekî cilên xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê digûhêrînin, zimanê xwe jî
welê bigûhêrînin û zimanê kûçê di nav malê de naxêvin û zimanê malê, zimanê
mader wek tiştekî miqedes hilînin.
HEREKOL EZÎZAN
(Celadet
Alî Bedirxan)
(Hawar, Hejmar 40, 1942- Şam)
Yorumlar
Yorum Gönder