Ana içeriğe atla

Kayıtlar

DBŞT etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Li Amedê “Xewna Şeveke Havînê”

Şanonameya Shakespeare a bi navê “A Midsummer Night’s Dream” ku ji alîyê Kawa Nemir* bi navê “Xewna Şeveke Havînê” hatibû wergerandin, îsal bi rejîya Ferhat Keskin (Ferhad Feqî) li Amedê bi şanogêrên Bajêr re hate amedekirin.   Ji serê meha cotmehê ve, ev lîstik tê sehnekirin. Heta niha 9 caran hate lîstin… Min di pêşandana duyem de (05.10.2019) lîstik temaşe kiribû. Germa germa min xwestibû li ser lîstîkê binivîsim û min hewl dabû, lê weke ku “xew-n” li mirov biherime, rûdanên vê serdemê nehişt bi hişekî zelal li ser vê şanoyê nirxandinekê bikim. Berî ku zêde dereng nebe, ez ê çavdêriyên xwe li ser “Xewna Şeveke Havînê” parve bikim. Di vê komediya ya Shakespeare de, çîroka du êvîndarên serhişk ku li dijî zagonên Atînayê derdikevin dest pê dike. Pişt re piranîya çîrokê li daristaneke derveyî bajêr, bi “Xewneke Havînê” tevlihev dibe. Di vê xewnê de cin û perî tevlî nav çîrokê dibin û her tişt serûbin dibe. Lê di encamê de çîrok, ji bo ku “komediya” ye,   bi dilxweşiya hem...

Di Sedsalîya Şanoya Kurdî de “Ji Çaran Yek”

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdîstanê Serborîya Şanoya Kurdî Ji bo rewşa giştî ya şanoya kurdî bê dîtin, divê ewil em bala xwe bidin paşxane û serborîya wê, berhem û mekanên wê, lîstikvan û temaşevanên wê û helbet xwedîyê wê! Di vê nivîsê de, ez ê ewil li ser serdemên giştî yên şanoya kurdî bisekinim û pişt re hewl bidim serpêhatiya wê ku di “sedsalîya” şanoya kurdî de pêkhatina 25 salan e, bi xetên giştî li Tirkîyê û Bakurê Kurdîstanê ji 1991ê heta 2016an binirxînim. Divê em destnîşan bikin ku heta salên 1950yî jî bikaranîna bêjeya “şanoyê” di belgeyan de tuneye. Bi destpêka salên 1950yî re li Başûr tê bikaranîn û ji wir derbasî nav perçeyên din dibe.   Ferhad Pîrbal ji bo bêjeya “şanoyê” wiha dibêje: “Heta salên 1940î jî peyva “şanoyê” di rojname, kovar û belavokan de nehatiye bikaranîn. Her tim termên Ewrûpî “piyes, dram, tiyatr” yan peyvên farisî û erebî “temsîl, nimayiş” li dewsa “şano”yê bi kar hatine… Ebdulla Goran, dibe ku yekem nûserê kurd be ku di sala 1950an d...