Şanonameya Harold Pinter bi navê “Zimanê Çiya” ji aliyê Mehmet Uzun ve hatibû wergerandin û li Denmarkê di sala 1990î de ji aliyê weşanxaneya Xanî&Bateyî ve hatibû çapkirin. Nîvîsên jêr, ji pêşgotina weşanxanê û ji ya Mehmet Uzun ku li ser vê berhemê ne, bêyî redaksiyonê bi heman rengî ji pirtûkê hatine wergirtin… Pêşgotina Weşanxanê Harold Pinter bi nivîsandina vê kurtepiyesê, jesteke germîn ji nava dilê xwe nişanî gelê Kurd daye. Eve tetê mana piştgiriyeke xurt… Aferîneka qedirbilind çawa hate çapkirin li qada edebiyata dinyayê dengekî xurt veda. Axaftinên pesindar li ser hatin kirin, nivîsarên baş hatin nivîsîn. Di demekî kurt da jî, di gelek tiyatroyên mezin û navdar da hate leyistin û baleke germ û bilind kêşa. Gelek grûbên amator yên kurda jî, hêj niha vê piyesê dileyizin. Hevî û xweziya me ewe ku ev piyese li Kurdistanê, bi leyizeke profesyonel jî bête leyistin û raberî gelê me bibe. Ji vî alî ve em bibawerin ku gelê kurd qîmetê vê piyesê û xizmeta ...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!