Ana içeriğe atla

Harold Pinter: “Zimanê Çiyê”


Şanonameya Harold Pinter bi navê “Zimanê Çiya” ji aliyê Mehmet Uzun ve hatibû wergerandin û li Denmarkê di sala 1990î de ji aliyê weşanxaneya Xanî&Bateyî ve hatibû çapkirin. Nîvîsên jêr, ji pêşgotina weşanxanê û ji ya Mehmet Uzun ku li ser vê berhemê ne, bêyî redaksiyonê bi heman rengî ji pirtûkê hatine wergirtin…  




Pêşgotina Weşanxanê
Harold Pinter bi nivîsandina vê kurtepiyesê, jesteke germîn ji nava dilê xwe nişanî gelê Kurd daye. Eve tetê mana piştgiriyeke xurt…
Aferîneka qedirbilind çawa hate çapkirin li qada edebiyata dinyayê dengekî xurt veda. Axaftinên pesindar li ser hatin kirin, nivîsarên baş hatin nivîsîn. Di demekî kurt da jî, di gelek tiyatroyên mezin û navdar da hate leyistin û baleke germ û bilind kêşa.
Gelek grûbên amator yên kurda jî, hêj niha vê piyesê dileyizin. Hevî û xweziya me ewe ku ev piyese li Kurdistanê, bi leyizeke profesyonel jî bête leyistin û raberî gelê me bibe. Ji vî alî ve em bibawerin ku gelê kurd qîmetê vê piyesê û xizmeta nivîskarê wê dizane û dê her jî bizane.
Nivîskarê delal Mehmet Uzun çawa behsê wergêriya vê piyesê kir, weşanxana me germahiyeke ji dil nîşanî vê xizmetê da û karê çapkirina kurdiya wê hilgirte ser milê xwe.
M. Uzun ev piyese ji çapa orjînal a îngilîzî ya ku weşanxana faber and faber (London, Boston, 1988) çapkirî, wergerandiye û pêşgotineke têrker jî daniye serî.
Ev kurtepiyese bi tirkî jî hatiye çapkirin. Wergeriya pêşî ya bi tirkî Bilgesu Eranus digel Candan Baysan kiriye û di kovara sêmehî ya “Dünya Sonu” da (hejmara 1, 1989) hatiye weşandin. Wergera duyan jî Azîz Çalışlar kiriye û ji aliyê weşanxana “Kavram” li Adara 1989’ê hatiye çapkirin.
Hazım Kılıç, wergera Mehmet Uzun redakte kir û li ber wan herdu wergêrên tirkî jî ji ber çav derbazkir.
Weşanxana Xanî&Bateyî, vê pirtûkê bi serbilindî raberî tiyatroya kurdî û xwendavana dike.
Gulan 1990
Weşanxana Xanî&Bateyî


Harold Pinter, “Zimanê Çiya” û zimanê kurdî
Mehmet Uzun

Nivîskarê Ingilîz Harold Pinter wekî nivîskarekî pêşverû û şervanekî demokrasiyê tê nasîn. Ev bîr û bawerîyên wî di hemû berhemên wî da baş dixûyin. Lê belê, di ev deh salên dawîn da şerê wî yê li dijî dîktatorîyê û antîdemokratîzmê hîn xurttir bûye. Hemû berhemên wî yên ev deh salên dawîn li ser zordarî, hovîtî û kedxwarîyê ne.

Babet û meselên ku ew lê hûr dibe, bala wî dikişîne, dan û standinên civakî, zordarî û hovîtîya ku meriv li hember hev bi kar tînin in. Çima dan û standinên civakî dibin şer, çima di dan û standina civakî da serdestî û bindestî tê pê û bi kîjan şêwe, awa û şekilan?.. Harold Pinter berhemên xwe li dor pirsên weha ava dike.

Cara pêşîn min Harold Pinter di meha gulana 1989-an da, li Hollandê, li kongra PEN-Kluba Enternasyonal, dît. Hingê, bi tenê, li ser lingan, me ji hev ra çend peyv gotin. Lê li Kanadayê, Toronto, ku kongra PEN-Kluba Enternasyonal ya 54-an li wir civîyabû, 24-30.09.1989,  me keys dît, hîn bêtir bi hev ra bipeyivin. Di warê babetên berhemên xwe da, wî weha digot; “ez İngilîz im. Rewşa demokrasîyê li Ingilîstanê ji gelek cihên din yên cîhanê hîn çêtir e. Û çu zordarî û terora dewletê jî, rasterast, li ser min û nivîskarên din tune. Lê digel vê hindê, ez xwe azad û serbest nahesibînim. Ji ber ku bi sedan birayên min yên nivîskar li derên din yên cîhanê di bin teror, zulm û îşkenca dewletê da ne. Ew li girtîxana dirizin, dengê wan hatîye birîn, devê wan hatîye kilîdkirin, pênûsa wan hatîye şikestin. Ez xwe azad û serbest nahesibînim. Ji ber ku gelekî ji 20 milyona zêdetir, yanê gelê kurd li ser axa xwe, li welatê xwe nikare bi zimanê xwe bipeyive. Zimanê wî qedexe bûye… Mixabin ku dinya bûye cehennem… kirine cehennem. Di vê cehennemê da zebanî, mêrkuj, xwînrêj li milekî ne û em yên mayî jî li milekî ne. Em li kû dibin bila bibin, divê em li dijî xirabî û kirêtîyên wan dengê xwe bilind bikin. Aha berhemên min, nemaze yên dawîn, celebeke dengbilindkirinê ne…”

Xwedîyê van gotinan Harold Pinter, ji dayîkbûn 1930 li Londonê, îroj li Ingilîstanê nivîskarê herî mezin yê tîyatroyê ye û herweha ew yek ji nivîskarên herî mezin û naskirî yê cîhanê ye. Berhemên wî hem li Ingilîstanê û hem jî li hemû alîyên cîhanê lîstine û hê jî dilîzin.
Bi zimanê xwe yê şiîrî, bi cimle û gotinên xwe yên kin û dagirtî, bi qehremanên xwe yên ecêb û bi meseleyên xwe yê germ, balkêş û ecêb wî tîyatroya cîhanê gaveke din pêşve bir. Babet û meselên wî, ger yên li ser dan û standinên civakî, şexsî, ger yên li ser zordarî û hovîtîya vekirî, bala her kesî dikişîne û her kes xwe tê da dibîne. 

Piyasa wî ya dawîn “Zimanê Çiya” mîsala vê yekê ye. Ev piyes li ser zordarî û hovîtiyeke pir vekirî ye. Lê di eynî wext da, ew li ser meriv û çavsorî û hovîtiya meriv e. Dîsan li Kanadayê, di xeberdanekê da, wî li ser vê yekê weha digot; “armancên vê piyesê ne bi tenê yek e, çendî ne. Yek ji armancan ev e, çawan meriv dikare evçend xirab, hov, nizm û ji merivahiyê bi dûr be… min xwest xwendevan, guhdar û temaşeger li ser vê yekê bifikirin…”

PEN-Kluba Ingilîstanê, ji mêj ve ye, bi xebata xwe bi nav û deng e. Ew bi xurtî ji bo nivîskarên girtî ku li welatên din, di girtîxanan da ne, dixebite û mafên merivan û azadiya gotin û fikiran diparêze. Xanima Harold Pinter Antonia Fraser seroka PEN-Kluba Ingilîstanê ye. Harold Pinter jî yek ji endamên herî xebatkartir e. Ew her gav bi xebat û wezîfên PEN-Klubê radibe. Yek ji van xebatan ku ew pê rabû, di sala 1985-an da, ziyareta Tirkiyê bû. PEN-Kluba Enternasyonal Harold Pinter û nivîskarê amerîkî yê navdar Arthur Miller, wê salê, şandin Tirkiyê da ku ew, li cih, rewşa nivîskarên Tirkiyê, mafên merivahî û halê demokrasiyê bibînin. Wan, li Tirkiyê gelek nivîskar, rojnemavan, siyasetvan jî dîtin. Rojnamên Tirkiyê bi firehî behsa ziyareta nivîskaran kir û hişkî rexne li hatina wan girtin.

Di vê ziyaretê da, nivîskar li ser rewşa girtiyên kurdan, eziyet, zulim û zordariya ku li ser kurdan e û qedexebûna zimanê kurdî jî hûr bûn. Wan bi çavên xwe ditîn ku zimanekî ku ji aliyê bi milyonan meriv tê peyivîn, li Tirkiyê, bi darê zorê qedexeye.

Bi dû ra, gava nivîskar vegeriyan welatên xwe, wan hem di raporên xwe da hem jî di bend û nivîsarên xwe da, bi dirêjahî, behsa ziyareta xwe kirin û bi qanûn û darê zorê qedexekirina zimanê kurdî wekî curmekî însanîyetê bi nav kirin. Û encamên vê ziyaretê ne bi tenê bi vê yekê ma. Herweha wan piyesin jî li ser rewşa Tirkîyê û zordarî û hovîtîya ku li wê derê dibe, nivîsîn.
Zimanê Çiya yek ji encamên vê ziyarete ye. Babet û bûyer bi xwe,  bi her awayî li gor Harold Pinter û nivîskarîya wî bû. Xelkekî ku ji 20 milyonan zêdetir e, tê înkar kirin. Zimanê vî xelkî bi qanûnê tê qedexe kirin. Ronakbîr, xwendevan û xebatkarên vî xelkî tên zindan kirin, îşkence kirin, kuştin û sirgûn kirin. Pîrejin û kalemêrên vî xelkî ku bi çu zimanên din nizanin, nawêrin bi zimanê xwe bipeyivin, dibin lal û bêdeng…

“Çawan ez dê li hember vê hovîtî û antîdemokratîzmê bêdeng bimama?.. Na, ne mimkun bû.”, wî li Torontoyê digot. “Cehennem û zebanî li wir, li Kurdistanê li ber çavan in. Pir vekirî, aşkere û tazî… Min xwest, ez jî bi awayê xwe, vê yeke salix bidim.”

Ango pîyesa Zimanê Çiya li ser kurdan û zimanê wan e. Gerçî di piyesê da kurd û zimanê wan kurdî bi nav nabin, lê belê, lîstik li ser bûyerên girtîgeha eskerî ya Diyarbekrê ava bûye. Pîyes kurt e, bi tenê 30 deqîqe ye. Lê di nav van 30 deqîqan da drama gelê kurd û cehennema ku ew tê da dijîn, baş tê nîşandan.  Herweha, trajediya merivên ku ji meriviyê derketine û merivahîyê ji bîr kirine jî.
Kongra ku li Kanadayê çêbû, hefteyekê dewam kir. Roja 25-ê îlonê, gava civîna edebî xelas bû, Harold Pinter ji min xwest ku ez êvarî li salona xwendinê bima. Êvarê, gava ez tevî çend hevalan, çûm salona xwendinê, min dît ku şev ji bo wî amade bûye. Ango wî dê ji berhemên xwe perçene bixwenda. Salon tijî bû. Wî pêşî perçeyekî ji berhemeke xwe ya kevn xwend. Perçe komîk bû û bi henekî tijî bû. Salon dikeniya. Demeke dirêj salon keniya. Paşê wî hêdî hêdî dest bi xwendina Zimanê Çiya kir. Bi carekê awira salonê guherî. Bêdengiyeke kûr daket ser salonê. Guhdar, bêhereket, bêpejn, difikirîn û diponijîn. Piştî xwendinê jî, guhdar, bêdeng derketin û çûn. Ew bi serketibû. Mebes û daxwaza ku wî bi piyesê dil dikir biguhezîne guhdarên xwe, heta dil û mejiyên wan guhezîbû. Bi qise û gotinên kin, kurt, rojane û pir caran vulger, wî hovîtiyeke nedîtî ya roja me anîbû zimên. Wê şevê min biryar da ku vê kurte-piyesê wergerînim kurdî.

Eynî êvarê min jê ra got ku ez dixwazim Zimanê Çiya wergerînim zimanê çiya da ku xwediyên zimanê çiya ango zimanê qedexekirî, bikaribin piyesa li ser zimanê qedexekirî bi zimanê xwe yê qedexekirî bixwînin!..

Pir kêfa wî hat û wî got; “ji xwe, hêza zimên jî ev e. Min xwest, bi awayê xwe, rewşa zimanê we nîşan bidim û alîkarî lê bikim. Niha tu dixwazî wê wergerînî zimanê ku ez qal dikimê da ku xwendevanên we jî bizanibin ka kesekî wekî min biyanî çawan li rewşê dinihêre. Gava dan û standin, xebat û lebateke weha ronakbîrî hebe, me hay ji zimanê we hebe û bikaribin piştgirî lê bikin û hûn jî bêrawestan bi zimanê xwe binivîsin, hingê çu kes nikare vî zimanî ji holê rake. Ji bervajiyê, ev ziman dê pêş bikeve û gul vede.” 

Bêguman, ziman bi hêz û qûwet e. Lê bi şertê ku ew bi kar were, pê were nivîsîn û xwendin. Û xwediyê wî zimanî li zimanê xwe xwedî derkeve. Bingeha şexsiyata neteweyî ziman e. Schiller di nivîsareke xwe da weha dibêje; “ziman neynika neteweyekî ye. Gava em li vê neynikê dinihêrin, hingê em dibînin, bi rastî, ka em çi kes in.”

“Zimanê çiya û gelê çiyayî” gotinên dewleta tirk in ku li me û li zimanê me kirine. Armanc bi vê yekê kifş e: Ew dixwazin neynika neteweyê kurd bişkênin. Eger neynik bişkê hingê gotinên dewlata tirk dê rast bin. Hingê em dê, bi rastî, bibin çiyayî û zimanê me jî dê bibe, bi tenê, zimanê dastan û çîrokan.

Bi vê piyesa xwe, Harold Pinter bang li cîhanê û herweha li kurdan dike ku ew li neynika neteweyê kurd xwedî derkevin.
Lê bê şik, ev wezîfe jî, berî her kesî, wezîfa kurdan e.

...


“...Ez xwe azad û serbest nahesibînim. Ji ber ku gelekî ji 20 miîlyona zêdetir, yanê gelê kurd li ser axa xwe, li welatê xwe nikare bi zimanê xwe bipeyive. Zimanê wî qedexe bûye… Mixabin ku dinya bûye cehennem… kirine cehennem. Di vê cehennemê da zebanî, mêrkuj, xwînrêj li milekî ne û em yên mayî jî li milekî ne. Em li kû dibin bila bibin, divê em li dijî xirabî û kirêtiyên wan dengê xwe bilind bikin. Aha berhemên min, nemaze yên dawîn, celebeke dengbilindikirinê ne…”

“Cehennem û zebanî li wir, li Kurdistanê, li ber çavan in. Pir vekirî, aşkere û tazî… Min xwest, ez jî bi aweyê xwe, vê yekê salix bidim…”

(Îlon, 1989)

Harold Pinter




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got