Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Nisan, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

“Li Dêrê” (Hesenê Metê)

Kurteya Çîroka Berhemê:  Bilindê Zaxoyî ji ber sedemên evîneke têkçûyî û ji ber êrîşên oldaran, welatê xwe diterikîne û berê xwe dide welatekî xerîb. Rojekê li dêrekê rastî nivîskarekî Kurd tê û bi hev re qehweyekê vedixin. Bilindê Zaxoyî ji nivîskar re, ji serî heta dawî serpêhatiya xwe vedibêje ka dêreke Swêdî çawa jê re bûye stargehek... Ew, qala têkçûyina evîna xwe ya ewil a bi “Dotmamê” re û pişt re jî terikandina welatê xwe ji nivîskar re dike. Xalanên destgirtiya Bilindê Zaxoyî, ji hêla Bakur tên û diçin, bi hatina wan re “Dotmamê” ne weke berê ye, xuyaye wê bi lawê xalê wê re li hev tînin. Piştî hevdîtineke bêdeng û giran Dotmam dev ji wî berdide. Bilindê Zaxoyî ji ber dilşikestina evîna xwe, piştî ku beşdarî şeveke helbestê dibe, dixwaze hest û ramanên xwe bi helbestê vebêje… Di şeva ewil de Zaxoyî dixwaze wekî “Mueyed Teyip” binivîse û helbesta xwe ya tekane dihûne. Bi vê helbestê navê wî belav dibe. Helbesta wî ewqas deng vedike ku oldarên welatê wî, ji wî aciz dib