Ji bernama me ya Bêzar ku min û Recep Îçen tevlihevdikir, dor û derfeta hin pirsa nebû, pişt re me ji Alan Ciwan re go, ev nebû, jinûve û me hin pirs spart wî, camêr jî bersivand... -Tu dikarî qala kurtejiyana xwe bikî? (Tu ji ku yî? Tu li ku mezin bû? Heta niha kar û şixûlên te çi bûn? Tu niha debara xwe bi çi dikî? Heta niha te di kîjan şanoyan de cî girt? û hwd... ) Alan Ciwan: Ez di sala 1990î de li Gundê Hesarê girêdayî Kercosê ya Batmanê çêbûm. Min perwerdehiya xwe ya dibistanî a sereke li Batmanê wergirt heta lîseyê. Di vê navberê de ez pêrgî şanoyê bûm. Di lîseyê de bi lîstikeke şanoya ciwanan min bi awayekî çalak dest bi şanoyê kir. Li dû 3 lîstikên di bin banê Tiyatro Asmîn de ku ez jî yek ji avakarên wê bûm, di sala 2007an de ez derbasî nav grûba şanoyê a bi navê Batman Sanat Tiyatrosu bûm. Li gel vê komê jî du ji wan lîstikên zarokan bi giştî di 6 lîstikan de wek lîstikvan min cih girt. Di dawiya sala 2009an de jî ez derbasî Stembolê bûm. Di heman...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!