Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Nexşên Li Giyan etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

LÊPIRSÎNA "DILAWER ZERAQ"

Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bide nasîn? Kurtejiyana xwe tu dikarî bi me re parve bikî? Dilawer Zeraq: Ez ji Farqînê me. Min xwendina xwe a heta lîseyê li Farqînê kir. Paşê min li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetiya Matematîkê xwend. Ji sala 1994’an bi vir de ye bi Kurdî re aktîv mijûl im û pê dinivîsim. Min di navbera salên 2007 û 2009’an di rojnameya A.Welat û di quncika bi navê Şador de gotar belav kirin. Her wiha ez yek ji wan 11 nivîskaran im ku Kovara W derxistin û min ji hejmara 1 heta bi hejmara 13 edîtoriya kovarê kir. (hejmara 1.digel Sîdar Jîr) Li Amedê dijîm û bi mamostetiya matematîkê jiyana xwe diqedînim. Çetoyê Zêdo: Ji bo çi tu dinivîsî? Xwestek û helwesta te ji bo nivîsê çi ye? Di nivîskariyê te de “Çi?”, “ji bo çi?”, “çawa?” li gora poetîka xwe, tu dikarî binirxîne? Dilawer Zeraq: Ez ji bo ku karibim derbiraneke di jiyanê de ji bo xwe ava bikim dinivîsim. Nivîsandin berî her tiştî bo min peydekirina şûngehek e di vê jiyan û dinyayê de; û ev...