Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Kovara Armanc 1991 etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

“Tiyatroya Kurdî ji bo min vatiniyeke netewî ye” (Ji Kovara Armanc, 1991)

Mirazê Ûzo Cewherî rejisorê Tiyatroya Kurdî ya li Tiflisê ye. Tiyatroya Kurdî 10 saliya xwe temam kir. Bi vê helkeftinê (bi vê munasebetê) endamê redaksiyona me H. Mizgîn li Tiflisê bi rejisorê tiyatroyê Mirazê Ûzo Cewherî re rûnişt û ji bo xwendevanên Armancê peyivî. Tu ji kerema xwe re dikarî bi kurtî behsa jiyana xwe bikî? M. U. Cewherî: Ez di sala 1947’an de li gundê Pampa Kurda hatime dinê. Min li bajarê Tiflisê bi zimanê Ermenî xwend. Di sala 1967’an de min fakulta fîlolojiya ziman û edebiyaya Ermenî kuta kir. Min ji sala 1968’an heya 1974’an li beşa tiyatroya Wezareta Çandî (Kulturî) ya Ermenistanê kar kir. Di sala 1974’an de min bar kir û ez hatim Tiflisê û pêşî li Tiyatroya Ermeniya li Tiflisê kar kir, piştre jî ez derbasî Rojnama Gurcîstanê ya zimanê Ermenî bûm û niha jî di redaksiyona vê rojnamê de berpirsyarê beşa çandî û medeniyetê me. Ez ji alî xebatê ve wek esas xebat xwe ya Tiyatroya Kurdî hesab dikim. Ji ber ku merivê Kurd li ku xebata dike bila bike,...