
Tu ji kerema xwe re
dikarî bi kurtî behsa jiyana xwe bikî?
M. U. Cewherî: Ez di sala 1947’an de li gundê Pampa Kurda
hatime dinê. Min li bajarê Tiflisê bi zimanê Ermenî xwend. Di sala 1967’an de
min fakulta fîlolojiya ziman û edebiyaya Ermenî kuta kir.
Min ji sala 1968’an heya 1974’an li beşa tiyatroya Wezareta
Çandî (Kulturî) ya Ermenistanê kar kir. Di sala 1974’an de min bar kir û ez
hatim Tiflisê û pêşî li Tiyatroya Ermeniya li Tiflisê kar kir, piştre jî ez
derbasî Rojnama Gurcîstanê ya zimanê Ermenî bûm û niha jî di redaksiyona vê
rojnamê de berpirsyarê beşa çandî û medeniyetê me.
Ez ji alî xebatê ve wek esas xebat xwe ya Tiyatroya Kurdî
hesab dikim. Ji ber ku merivê Kurd li ku xebata dike bila bike, eger ji bo
miletê xwe xebat neke, xebat pûç e. Bi bîr û baweriya min ez di rojname Ermenî
de çi bikim jî wê bête jibîrkirin, lêbelê tiştên ku ez ji bo Tiyatroya Kurdî
dikim wê bimînin, neyên jibîrkirin. Tiyatroya Kurdî ji bo min vatineyeke netewî
ye û ez vê yekê wek deynê stûyê xwe dibînim.
Ez zewicî me du zarokên min hene. Qiza min li Universîta
Tiflîsê di fakulta filolojiya zimanê Rûsî de dixwîne û kurê min jî diçe sinifa
8’an. Xanima min li Unîversîta Tiflîsê beşa zimanê Farisî kuta kiriye. Lê îro
xebata wê ya himî xebata Tiyatroya Kurdî ye û artîsta vê tiyatroyê ye.
Tiyatroya Kurdî ya li
Tiflîsê kengê û çawa dest bi xebata xwe kir û di vê xebata we ya hêja de
tengasî û kêmasiyên we çi ne?
M. U. Cewherî: Wek min got; di sala 1974’an de ez hatim
Tiflîsê û di vê salê de min niyet kir ku dest bi hazirkirina Tiyatroya Kurdî
bikim. Ev niyet ne tenê ya min bû. Di wê demê de di Komsomola Tiflîsê de Komela
Ciwanên Kurda hebû. Ev niyeta xebata tiyatroya Kurdî ya wan bû û bi wan dest bi
pê kiribû. Me xwest pêşî tiyatroya zarokan ava bikin. Lê belê pêk nehat.
Tiyatoya me ya îro bi temamî di sala 1979’an de saz bû. Me piyesa pêşin di
Gulana 1980’yî de pêşkêş kir.
Wê demê jî problemên me bi hezaran in. Problema herî girîng
û pêşin peydakirina artîstan bû. Karê tiyatroyê naşibe karên din. Di karê
tiyatroyê de ya herî girîng ew e ku tiyatro bi xwe divê di ruhiyeta mirov de
hebe û mirov divê di vî karî de bikaribe guhêrbar (fleksîbil) be.
Sala ku me dest bi xebata xwe kir, kesên ku dixwestin di vî
karî de cîh bigrin gelek bûn. Salona me têra me nedikir, piçûk bû. Ji bo
tiyatroya pêşîn ji me re 13 kes pêwist bûn, lê çi heyf me nikaribû ji nava
40-50 kesî 13 derxistana. Ev yek problemeke pir mezin bû. Cara pêşîn bû û me ji
sifirê dest pê dikir.
Problema din a girîng peydakirina artîstên jin bû. Di nav me
Kurda de hê jî mîrasên ji dema feodalîzmê, jiyana xwe didomînin. Xelkê me tim
digot; “Ma ne şerm e ku jin derkevin sehnê?” Ev problema dijwar hê jî heye. Ji
ber vê yekê min alîkarî kir ku xanima min jî têkeve nav karê tiyatroyê. Mudirê
me jî xanima xwe anî. Ez bi serbilîndî dikarim bibêjim ku her du xanim jî bûn
artîstên gelekî jîr. Me berê xwe dida malbatên Kurda û tika dikir, hêvî dikir
da ku qîzên xwe bişînin Tiyatroya Kurdî. Bi vî awayî me pênc qizên Kurda kirin
artist.
Bidestxistina piyesên Kurd jî problemek mezin bû. Tunebûn û
îro jî tunene. Ew piyesên Kurdî ku me peydakirine ez wek drama bilind hesab
nakim. Lê mecala me hewqas bû, me li gor mecala xwe hin tişt afirandin. Di
kurdî de metelokek heye; “Mirov gavên xwe li gor bera xwe davêje”. Îro jî di
destên me de piyesên Kurdî kêm in an jî tune ne. Rast e, ji bo tiyatroya me hin
piyes tên nivîsandin (ji alî nivîskarên li Êrîvanê, Tiflîsê û hwd.), lê pir
mixabin gelekî sist û sivik in. Ji ber ku ew di kar û barê xwe de ne
profesyonel in, piyesên Kurdî ku tên nivîsandin jî ne profesyonel in. Kar û
barê me di dereca amatorî de dimîne. Eger nivîskarên me yên li derê Sovyete jî
ji me re binivîsandina û bişandina, emê gelek şabûna. Hêviya min ji we, ji
Redaksiyona Armancê ew e ku me bidin naskirin da ku nivîskarên me ji me re
binivîsin.
Problema din ew e ku; di nav 70-80 salên li Sovyetê de me ji
urf û adetên xwe gelek tişt winda kirine. Me ziman ji bir kiriye. Em îro
nizanin bi rastî kincên me yên gelêrî çawan in, di rabûn û rûniştinê de ya
orjînal çi ye, çawa ye. Ev yek di xebata me de dijwariyeke mezin peyda dike.
15-20 sal berê di nav me de kal û pîr hebûn û urf û adetên berê koçkirinê
dizanibûn. Wan ji me re qal dikir. Lê îro ew kal û pîr tunene. Pir caran ji me
re tê gotin ku kostûmên em li xwe dikin ne yên orjînal in.
Wekî din jî problemên me gelek hene, lê wek adetê dibêjin;
em gelê Kurd tim û tim xwedî problem in. Lê dibêjin; “Xwedê yek e, dergeh hezar
in”. Ji wan hezaran helbet wê dergehek ji me re jî vebe. Belkî tiştên ku me ji
bîr kirine paşde vegerin, bi dest me bikevin.
We heya niha çend
piyes pêşkêşkirin û hûn naveroka piyesan çawa hildibijêrin?
M. U. Cewherî: Di nav van 10 salan de me 15 piyes hazir
kirine. Piyesa pêşin a Eskerê Boyik “Sinco Qiza Xwe Dide Mêr” e. Wekî din jî
piyesên Kurdî “Xecê û Siyabend”, “Zarîna Çiya (Cihangîr Axa)” ya Ezîzê
Gerdenzêrî ne. Piyesên din ne yên Kurdî ne, me ji zimanên din tercumeyî Kurdî
kirine. Piyesên ku bi naveroka xwe ve nêzî pirs û pirsgirêkên Kurda ne, hatine
hilbijartin û tercûmeyî Kurdî bûne. Me ne tenê ziman tercûme kiriye, lê piyes
bi her awayî guhertiye Kurdî. Wek nimûne piyesa Şamxalov (Azerî) “Xwesû”,
piyesa Xugayet (ji gelê Os) “Cînar”, piyesa Papayan (Ermenî) “Zavê ji Welatê
Dereke”, piyesa Ananyan (Ermenî) “Mala Min Ne Mala Te ye”, Piyesa Îyoselyannî (Gurcî)
“Hele Hêj Erebe Wernegeriyaye” û yên mayîn. Hin piyes jî me wek xwe hilgirtine,
tu guhertin tê de nekirine. Wek piyesa Jurî Vîzbor (Rus) “Çiqlê Spîndarê”,
piyesa Çiyaxayîdzê (Gurcî) “Ji Saet 3 Heta 6’an”.
Li vir dixwazim bala xwendevanan bikşînim ser tiştekî; ew
piyesên ku me wek xwe hîştine û tenê ziman tercume kirine, ji alî Kurda ve
nehatine ecibandin. Me li ser van piyesan 6-7 mehan xebat dikir û 2-3 caran
dileyîst û hew kes dîhatin. Ev jî dide xuyakirin ku civata me tiştên nêzî
ruhiyeta xwe dixwaze. Min li jor gotibû ku me gelek tişt wenda kirine, lê me
ruhiyeta Kurdîtiyê wenda nekiriye û ev yek min şa dike û hêjayî pîrozbahiyê ye.
Me di nav van xebatên 10 salan de tim û tim lêkolîna sedemên
koça me ya 75 sal berê dikir û piyesa “Zarîna Çiya” bi armanca dayîna bersîvên
sedema koça me anî zimên. Wek te jî dît; me di piyesê de sê pirsên hîmî anîne
zimên; 1- Me çima ji welatê xwe koç kir, 2- Wek netewe em kî ne û 3- Li Sovyetê
me çi bi dest xist. Bersîv ev in; 1- Me bi koçkirinê şaşîtiya herî mezin kir,
2- Em wek netewe Kurd in (hebandin çi dibe bila bibe, dixwazî misilman, Êzidî û
dixwazî xaçparêz be), 3- Me li Sovyetê tu tişt bi dest nexist, lê gelek tişt
wenda kirin. Tiyatroya me wê li ser problemên wiha xebata xwe bidomîne û ji bo
me îro ev yek gelek ferz e. Hedefa me geşkirina hebûna Kurd û Kurdîtiyê ye.
Bi rastî we karekî pir
hêja kiriye. Xebata we hêjayî pîrozbahiyê ye. Gelo daxwaziya we ji me ji Kurdên
li Ewrûpayê çi ne?
M. U. Cewherî: Ev pirs pirsek di cî de ye. Niha îro rewş li
Sovyetê hatiye guhertin. Ew tirsa ku berê di nav me de hebû û hevdîtina me bi
dizîbû, îro tune. Hêviya me ji alî xurtkirina danû-stendinê ve îro gelek e. Em
dixwazin çûyîn û hatina me zêde be. Em dixwazin ku mecal bêrin afirandin ku
tiyatroya me derkeve derê Sovyetê ku miletê me yê derê Sovyetê jî tiyatroya
Kurdî temaşe bike. Bi vê yekê jî kêmasiyên ku min li jor anîn zimên dê kêm
bibin, ka dir ji me re derkevin, nivîskar ji me re binivîsînin. Çûn û hatîn,
danûstendin ez bawer im ku wê viyanek (stimulans) baş û bilind di nav tiyatroya
ma de peyda bike.
Min divê Kurd li gelê xwe xwedî derkevin da ku miletên niha
em di nav de dijîn bila bizanibin ku pişta me heye, em ne bêxwedî ne.
Ez ji bo vê fersenda ku kovara Armanc da me, dixwazim ji
redaksiyona Armancê re spas, hezkirin û silavên xwe pêşkêş dikim. Rast e hûn
cara yekemîn e ku di derheqa me de dinivîsin, lê em ji Armancê hez dikin.
Personelên Tiyatroya Kurdî li Tiflîsê Rejîsor û Şef: Mirazê
Ûzo Cewherî
Senograf: Şamir Teymînasyan
Artîst: Culçera Ûsif (xanima M. U. Cewherî), Kulîlka Eso,
Besa Mihemed, Almasta Wezîr, Naza Xeto, Şalîkoyê Miraz, Aramê Miraz, Tîtalê
Evdo, Şîrînê Emo, Bînbaşê Axê, Misûrê Qalixan, Temûrê Keleş, Îsmaîlê Usif,
Şalîkoyê Sefo
Yorumlar
Yorum Gönder