Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Şubat, 2015 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Şanogerekî Kurd li Gurcîstanê: Bînbaşê Axê

Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe tu yê karibî qala kurtejiyana xwe bikî? Bînbaşê Axê: Di sala1964an de li Ermenistanê li Gundê Qerebirnê/Karakirt hatim dunyê.  Zaraoktiya min di malbeteke de normal de derbas bû û tê gihîştim. Bavê min hostê dîwêr bû, dayika min bi malbatê re aleqeder dibû. Em pênc bira sê xwişk bûn, ji biçûktiya xwe de em bi toreyên xwe ve girêdayî bûn. Em hemû li vî gundî mezin bûn, piranya wan Ermenî bûn.  Nêzî 50 malê ezdîyan hebû. Li cihê ku hemû gund kurdbûn ders dihate dayîn, le bi malbatî em xurt bûn, ji ali ziman û toreyên xwe me xwe diparast. Kalikê min li Tulimê dixist. Bi çîrok û miqamên wan ez mezûn bûm. Paşe min li Gumrî li parekî sporê dikir xelas kir. Di salên 1978-1983an de ez bi gilaşê mijûl dibûm. Ji aliyê wezareta sporê ya Sovyetê ve ez weke “Hostê Gilaşê” hatim xelat kirin di mijdara 1984an de. Di 1984-1986an de min eskeriya Yekitiya Sovyetê kir. Piştî ku ez bo serdanekê hatim Tibilîsê edî min dev ji hemû tiştî berda û min dest bi şanoyê kir.  Ç

Bi derhêner Ferhat Keskîn re hevpeyvîn

Derhêner Ferhat Keskin, bi navê xwe yê kurdî weke “Ferhadê Feqî” jî tê nasîn,  di sala 1967an de li Çewligê ji dayik dibe. Piştî xwendina dibîstana seretayî, berê Stenbol, piştî du salan jî, koçî Elmanya dike, diçe cem malbata xwe. Li wir perwerdehiya diqedîne, dûre  dest bi karmendîtiyê dike.  Dev ji karmendiyê berdide, di nav komên cuda yên Almanî de dest bi lîstikvaniya şanoyê dike. Di sala 1992an de, li bajarê Kolonê, tev hevalên xwe koma “Teatira Botan” saz dike, li wir wek derhêneriya şanoya Eskerê Boyîk a bi navê “Mem û Zîn”ê dike û pişt re lîstika Herold Pînter a bi navê “Zimanê Çîyan” derdixe. Ji 1992an heta 2006an, weke lîstikvanê şanogeriya Almanan di “Theater an der Ruhr” de cî digre, di heman demê de, di rêveberiya derhêneriya “Roberto  Cîûllî” karên xwe yên hunerî didomîne. Di 2006an de li Duhokê lîstika F. Garcia Lorca, bi navê “Şahiya Xwînî” dîsa heman şano li Şanoya Şaredariya Amedê bi navê “Daweta Xwînî” di 2012an û di 2008an de li Amedê lîstika Azîz Nesî

JI ŞANOYA KURDÎ "MEHMET ERBAY"

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî xwe bide nasîn? Mehmet Erbay: Ez ji Dirbesiyê ya giredayî Qoserê me. Min Zanîngeha Dîcleyê beşa înşatê xwend. Li zanîngehê nasina min bi şanoyê re çêbû, pişt re min û şanoyê me dej ji hevdû berneda. Min lîstkên xweyî ewil, hin kurte lîstik bûn, dema xwendekarbûm min ew li zanîngehê nîvîsandibû û me derxist ser sehnê. Pişt re ji bo ku ez karibim karê şanoyê bikim min perwerdahiya wê dît, li navenda hunerê amedê (DSM) kargeha şanoyê de şeş mehan ku perwerdehî ji komek îsveçiyan (riskteyatran) pêk dihat. Li Akedemiya Cegerxwîn sê salan û di hin kargehên demkin de min perwerde dît. Di wê navberê de min li NÇM ya Qoserê mamostetiya şanoyê jî dikir. Ez hîn jî bi saziya çand û hunerê a Qoserê ve girêdayî me.   Çetoyê Zêdo: Tu ji kengî ve bi şanoyê re têkildarî? Mehmet Erbay:  Ji sala 2002yan ve û bi şanoya kurdî re jî sala 2006an.  Çetoyê Zêdo: Xwestek û helwesta te ji bo şanoyê çi ye? Mehmet Erbay: Xwesteka min ew e ku şanoger û şanoya kurdî hurmeta ku h