Ana içeriğe atla

Şanogerekî Kurd li Gurcîstanê: Bînbaşê Axê


Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe tu yê karibî qala kurtejiyana xwe bikî?
Bînbaşê Axê: Di sala1964an de li Ermenistanê li Gundê Qerebirnê/Karakirt hatim dunyê.  Zaraoktiya min di malbeteke de normal de derbas bû û tê gihîştim. Bavê min hostê dîwêr bû, dayika min bi malbatê re aleqeder dibû. Em pênc bira sê xwişk bûn, ji biçûktiya xwe de em bi toreyên xwe ve girêdayî bûn. Em hemû li vî gundî mezin bûn, piranya wan Ermenî bûn.  Nêzî 50 malê ezdîyan hebû. Li cihê ku hemû gund kurdbûn ders dihate dayîn, le bi malbatî em xurt bûn, ji ali ziman û toreyên xwe me xwe diparast. Kalikê min li Tulimê dixist. Bi çîrok û miqamên wan ez mezûn bûm. Paşe min li Gumrî li parekî sporê dikir xelas kir. Di salên 1978-1983an de ez bi gilaşê mijûl dibûm. Ji aliyê wezareta sporê ya Sovyetê ve ez weke “Hostê Gilaşê” hatim xelat kirin di mijdara 1984an de. Di 1984-1986an de min eskeriya Yekitiya Sovyetê kir. Piştî ku ez bo serdanekê hatim Tibilîsê edî min dev ji hemû tiştî berda û min dest bi şanoyê kir. 
Çetoyê Zêdo: Merivekî sporvan çawa bû şanoger?
Bînbaşê Axê: Belê, ez merivekî sporvan çawa bûm şanoger… Herhal şano bi min re weke tiştekî veşartî bû. Mirazê Ûzo Caferov, wê demê derhênerê Kurdî yê li Tibilîsê navdar bû. Ez jî ji bo serdana Ando Çildergûşî hatibûm Tilbîsê, ew bi xwe jî li şanoya kurdî mudur bû. Em hatibûn cihê provayê, Mirazê Ûzo Caferov zimanê şanogerekî sererast dikir. Piştî wextekê bo ku alîkariya wî kesî bikim, min ji wî re got divê tu wiha bibêje, di wê navberê Mirazê Ûzo bangî min kir go “Tu dikarî bilîze?”, ji axaftin û hereketê min î provayê hez kiribû. Bi vî awayî min xwe bi carekê re di nava şanoyê de dît.
Çetoyê Zêdo: Heta wê çaxê te qet perwerdehiya şanoyê nedîtibû?
Bînbaşê Axê: Heta wê rojê qet, lê piştî ku min li Tibilîsê dest pê kir. Nezî du salan di şanoyên Ermenan de min di perwerdehiya şanoyê de pratka xwe stend. Edî ji wê rojê pê de ji bo şanoya Kurdî ez hatim li Tibilîsê bi cî bûm.   

Çetoyê Zêdo: Piştî ku tu tevlî nav komê bû, te di kîjan şanoyan de lîst?
Bînbaşê Axê: Xecê û Siyabend, (Nivîskar: Tosinê Reşîd, 1987),  Zarîna Çiyan (Nivîskar: Ezîze Gerdenzerî,1988), Yên Xwedê ji wan Stendî (Nivîskar: Şaliko Miraz, 1989) û Neferê Elawat (Nivîskar: Şaliko Miraz, 1990) û pişt re ji xwe Sovyêt hilweşiya û şanoya Kurdî jî pê re belav bû.

Çetoyê Zêdo: Berî te, kîjan şano di Komo Şanoya Kurdî ya Tibilîsê de hatibûn lîstin?
Bînbaşê Axê: Sinco Qîza Xwe Dide Mêr (Nivîskar: Eskerê Boyîk, 1980), Xwesî (Nivîskar: M. Şamxalov, 1981), Berî ku Erebe Biqulube (Nivîskar: O. İoselyanî, 1982), Dara Huşê (Y. Vizbor, 1983), Mala Min Mala Te Nîne (J. Ananyan, 1984), Ji Saet Sisêyan Heta Şeşan (Nivîskar: A. Çixêtze, 1985) û Zavayê Parîsê (Nivîskar: A. Papayan, 1986)

Çetoyê Zêdo: Şanoyên we yên ku piştî sovyetê kîjan bûn?
Bînbaşê Axê: Hemû yên mamoste Şaliko Miraz bûn, me bi hev re di gelek şanoyan de lîst.
Kurd û Tûtû (Tibilîs, 1992), Kawayê Hesinkar (Tîbilîs1993). Li Moskowê jî me: Reş û Sipî (1995), Ez Şayîr (1995), Kurd û Ezdî (1996), Bav û Kur (1996) û Otobusê de (1996) derxist, taybetî ji bo Med Tv bûn. Me li Moskowê sala 1996an bi derhêner Arsen Poladov re şanoya “Ahmedê Xanî Careke Din Vegere Jiyanê” derxist.

Çetoyê Zêdo: We çima dev ji şanoyê berda?
Bînbaşê Axê: Wê demê mecal hebû, ku derfet hebûy me yê gelek tişt bikira, lê nebû. Ji aliyekî malbat û zarokên min li Gurcîstanê ez çend salan ji wan dûr mam ji bo şanoya Kurdî, debar jî nedibû tenê bi karên şanoyê.  

Çetoyê Zêdo: Dema Sovyetê şanoya kurdî çawa bû?
Bînbaşê Axê: Dema ku kes nediçû şanoyê eyb bû, teybetiya Sovyetê wiha bû. Her salê şanoyek dihate kirin. Temaşekirina şano bibû wek jiyanekê, wê deme şano populer bû, problemên aborî tunebûn. Millet diçû berhemên hunerî û civakî, dişopandin. Ji bo wan karên huner û çandê balkêş dihat.

Çetoyê Zêdo: Ji Bakurê Kurdistanê temaşevanê we dihatin?
Bînbaşê Axê:Na, carinan hin mêvan ji Başûr û ji kurdên Surî hin kes dihatin, ew jî li Sovyetê xwendekar bûn. Rojekê Kurdekî me, dema xwe li têla xistibû û derbasî Gurcîstanê bibû hatibû şanoya me. Dema şano bi Kurdî dîtibû pir ecêmayî bibû, heta wê demê şano qet nedinasî û piştî ku şanoya me temaşekir pir kêfxweş bibû. Wê demê şabûna hunerê bi awayekî din dihate ditin.

Çetoyê Zêdo: Temaşevanê we kî bûn?
Bînbaşê Axê: Hemû kurdên Gurcîstanê bûn, carinan em diçûn turneyê heta Ermenistan û Kazakistanê jî. Hin caran xelkê xerîb jî dihatin temaşe bikin. Temaşevanan bilêtên xwe berî şanoyê bi hefteyekê ditsend rê nedima ji bo şanoyê, li derî li pencera dixistin bo ku derbasî cihê şanoyê bibin.   

Çetoyê Zêdo: Çi bi wan kesan hat?
Bînbaşê Axê: Yekitiya Sovyetê hilweşiya şanoya kurdî jî pêre hilweşiya. Gelek şanoyê me di festivalan de dihate listin, xelat distend. Lê îro tenê bîranîn man. Piştî 1994an li Tibilîsê şanoya kurdî nema.

Çetoyê Zêdo: Şanogerî ji bo te tê çiye?
Bînbaşê Axê: Ez li ser dikê dizanim kê dilîzim, damara karaktera ku dilîzim texmîn dikim li ku ye. Dik ji bona min jiyan e. Ez li ser dilqê nalîzim, ez dijîm.

Çetoyê Zêdo: Piştî ku tu ji Moskowê vegeriya, tu qet bi şanoya kurdî eleqeder nebû?

Bînbaşê Axê: Weke berê min nikarîbû, derfet jî nebû. Ji sala 1998an heta 2005an min li Gurcistina di şev û prozbahiyan de, alîkariya hin karên huner û şanoyê kurt dikir. Lê ji zû de ye ew jî nemaye.    

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got