Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Yadîgarî

Berê paceya odeya Xanim D’Armende miqabilî Broadwayê û şanogehên wê bû. Lynette D’Armendeyê berê paldanka xwe guhertibû û pişta xwe dabû Broadwayê. Ew lîstikvanek bû û pêdiviya wê bi şanoyên Broadwayê re hebû lê pêdiviya Broadwayê bi wê tunebû. Ew li Hotêl Thalia dima. Lîstikvan havînî dihatin vir û ji bo bikaribin karekî bidestxin heta payîzî li benda şanoyên biçûk ku dest bi sezona xwe dikirin diman. Odeya Xanim D’Armandeyê yek ji wan odeyên piçûk î hotêlê bû, lê li vê derê gelek bîranînên wê hebûn û her wiha hin wêneyên hevalên wê yî herî nêz jî hebûn. Wê niha li wêneyekî ji wan dinêherî û pê re dibişirî.     Xwe bi xwe go: “Xwezî min bizanibûya niha Lee li ku ye.”

  Wê li wêneyekî Xanim Rosalie Rayê dinihêrî, jineke pirr bedew î ciwan bû. Di wêneyê de, Xanim Ray bi etekekî kurtî kin li ser hêlanekê bû. Her şeva wê ya şanoyê li ser hêlana xwe ya bilind di ser serên hemû temaşevanan re ba dibû.

  Dema ew wiha li ba dibû, hemû mêrên li şanoyê bi sergermî radibûn serpîya. Ji ber ku de…
En son yayınlar

Metnên Şanoya Kurdî

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, di warê zanîna dîroka şanoya Kurdî de xîzaniyeke bêpîvan heye. Bêyî berhemên şanoya Kurdî, kifşkirina rabirdû û rewşa şanoyeke Kurdîstanî zelal nabe. Piraniya şanoger û lêkolînerên Kurdî,  bi awayekî giştî li ser dîroka şanoya Kurdî û berhemên wê nexebitîne an jî bala xwe nedanê. Digel vê yekê jî, di nav şanoger û wêjekaran de em pêrgî dîtin û gotinên wiha tên ku mîna metnên şanoya Kurdî tunebin tevdigerin. Bi gelemperî “geşedana şanoyê” bi metnan ve girê didin. Ji bo derfet û pêkhatinên şanoya cîhanê, serdestiya nivîskêr/metnê di sedsala 20an de cihê xwe bi “rejî/derhênanî” ve guhertiye, loma ji bo sedsala 20an navê “Serdama Derhênanî” tê gotin.  Lê dîsa jî di hebûna vê ezbera mekanîk de “tunebûna metnan” weke sedema sereke ya lawaziya şanoya Kurdî tê destnîşankirin. Ev jî tê wateyê ku piraniya xwendevan û temaşevanên şanoya Kurdî hay ji metnên di dîroka şanoya Kurdî de cih girtine tunene. Tiştê ku divê neyê jibîrkirin ev e ku metnên şanoyê, ewil ji …

Kürtçe Tiyatro Metinleri

Kürt tiyatro tarihinin bilinmemesi, Kürt tiyatro edebiyatında iz bırakan tiyatro metinlerinin de yok sayılmasına neden olmaktadır. Türkiye’de Kürt tiyatrosunun zorlukları tartışıldığında ilk ağızda “metinsizlikten” yakınılmaktadır. Oysa Türkiye’de Kürtçe tiyatro yapma zorluklarının en başında; resmi devlet politikası, ödeneksizlik, profesyonel oyunculuk, sahneleme ve prova yeri bulma sorunları ile teknik yetersizliklerin olduğu bir alan olarak “kaçak” bir zemin söz konusudur. Bu şartlarda Kürtçe tiyatro üretmek için çoğu zaman “yokluklara” direnmek gerekiyor. Genellikle “tek perdelik ve olabildiğince az oyuncuyla” tiyatro oyunları hazırlanıyor. Kürtçe tiyatro yapmak için şartlar en azından Türkçe tiyatro yapan “alternatif” tiyatrolardan daha “lokal” ve ayrı bir yerde varlığını sürdürmeye çalışıyor. Bu şartlar altında, “metinsizlik” vurgusunun temel sorunlardan biri olarak sunulması yanıltıcıdır. Kaldı ki var olan Kürtçe tiyatro metinlerinden bihaber olanların veya Kürtçe okur-yazar o…

“Li Dêrê” (Hesenê Metê)

Kurteya Çîroka Berhemê: 
Bilindê Zaxoyî ji ber sedemên evîneke têkçûyî û ji ber êrîşên oldaran, welatê xwe diterikîne û berê xwe dide welatekî xerîb. Rojekê li dêrekê rastî nivîskarekî Kurd tê û bi hev re qehweyekê vedixin. Bilindê Zaxoyî ji nivîskar re, ji serî heta dawî serpêhatiya xwe vedibêje ka dêreke Swêdî çawa jê re bûye stargehek... Ew, qala têkçûyina evîna xwe ya ewil a bi “Dotmamê” re û pişt re jî terikandina welatê xwe ji nivîskar re dike. Xalanên destgirtiya Bilindê Zaxoyî, ji hêla Bakur tên û diçin, bi hatina wan re “Dotmamê” ne weke berê ye, xuyaye wê bi lawê xalê wê re li hev tînin. Piştî hevdîtineke bêdeng û giran Dotmam dev ji wî berdide. Bilindê Zaxoyî ji ber dilşikestina evîna xwe, piştî ku beşdarî şeveke helbestê dibe, dixwaze hest û ramanên xwe bi helbestê vebêje… Di şeva ewil de Zaxoyî dixwaze wekî “Mueyed Teyip” binivîse û helbesta xwe ya tekane dihûne. Bi vê helbestê navê wî belav dibe. Helbesta wî ewqas deng vedike ku oldarên welatê wî, ji wî aciz dibin. Pêla nef…

Ji Kevirên Sînemaya Kurdî

"Bîranînên li ser Kevir"
Fîlm: Bîranînên li ser Kevir (2014) Derhêner: Şewket Emîn Korkî Lîstikvan: Hisên Hesen, Nazmi Kırık, Shima Molaei, Suat Usta, Salah Şeyh Ehmedî, Rêkêş Şahbaz, Bengîn Elî, Hişyar Zîro Senaryo: Mehmet Aktaş, Şewket Emîn Korkî Çêker: Mîtosfîlm, Mehmet Aktaş Derhênerê Dîmênê: Salem Salavati Mawe: 97 deqîqe
Hisên û Alan, piştî têkbirina Sedam li Başûrê Kurdistanê dixwazin fîlmekî li ser Enfalê çêbikin. Gelek zehmetî li pêşberî wan in, pirsa sereke jî peydekirina aktrîstekê ye. Hewldanên wan, bi hatina Sînor re vediguheze. Lê pismamê wê Hîwa û apê wê Hamid nahêlin Sînor di fîlm de bilîze. Sînor ji bo ku di fîlm de bilîze daxwaza zeweca bi Hîwa re qebûl dike.
Dest bi fîlmê Enfalê dikin, lê di paşxana kêşanê de kêşe û astengiyên wan her didomin. Perê wan diqede, Hisên û Alan ji bo kêşana fîlm di lêgerînê de ne. Di hemû sahneyên ku Sînor tê de dilîze, destgirtiyê wê Hîwa li seta fîlm e, bi çavnebarî daxilî nava fîlm dibe. Di fînala Enfalê de Hîwa tê seta fîlm û dixw…