Ana içeriğe atla

BERÛ




Yek ji wan tiştên ku bi Kurmancî dema tê qalkirin û rûkeniyekê bi xwe re tîne, mumkun e ku ew berû be. Li ba we çawa ye nizanim, lê ez şahid im ku li kîjan civat an sohbetê, gotina berûyê derbas bibe, çîrok û galegal geştir dibe. Ê min bi xwe, yekser zaroktiyê tîne bîra min. Belkî bê bîra hemû kesên ku ji ahlên gunda ne jî… Heta mirov dikare “îmaja berûyê”  bi pênaseyeke wêdetir jî bike: Berû ji bi şekil û şemala xwe, nîşaneya zarokên nifşê folklorê yên vê dawiyê ne. (Ev nifş piştî salên 90î hilatin, lê weke nûmûne mabin divê mirov li wan miqate be.) Ne bawer im yekî “bajarî” ji berûyan fam bike, belkî bixwe û gotinên şor bike! Bi awayekî din berû bi qasî nanê tenûrê yê germ î malê ye; lê li derve ne bi qasî nanê firnê yî bajêr meşhûr e! Loma aydî serdama borî ye an jî a zaroktiyê ye… Ji bo xatirê zaroktiya xwe ez ji berûyê hez dikim.


Berû piştî lîstina bi heriyê, yek ji wan pêlîstokên min î sereke bû. Ger tiştek biqîmet be, mirov li ser şer dikin(dikirin), li ser “xar” û “berûyan” jî şer hebû helbet. Bi gumana min, me ji zarokên li gundên bidar û ber mezin bibûn bêtir ji berûyan hez dikir. Ji bo ku gundê lê mezin bibûm, darê berûyan tunebûn. Darberûyên herî nêz li ziyaretên “Pîrê Mem” û “Bongiz” bûn, ew jî ji ber ku “pîroz” bûn, hatibûn parastin… Rojekê bi eşqa wan berûyan em çend zarok ji sibehê de çûbûn wir; lê ji ber tirsa “Şêx” me li gora dilê xwe berû berhev nekiribû û em bitirs û westiyayî vegeriyabûn... 

Bêhna deviyên çilo û berûyê hê jî bê min, wê kêliyê zaroktiya min nêztir dibe. Îca ji bilî tahma wan; ewil lîstina wan, pişt re dora xwarina wan bû. Bi hemû awayî hebûna berûyan kêf û hestên cuda dida min. Niha ne tenê bêrîya zaroktiya xwe dikim, bêriya berûyên zaroktiya xwe jî dikim… 

Lîstina bi berûyan yek ji wan dîmenên xurt î zaroktiya min bûn. Bi payîzî re heta orta zivistanî,  berû dibû perçeyekî jiyana zaroktiya min. Çawa dibû êvar, mesefek berû dihat biraştin û qeşartin û helbet dibû weke “pariyek nan” di şevbuhêrkan de nebedî dibûn.  Dema li ser sobeyê bûn, min di dil xwe de digo heyfa wan! Şerê me yê bi roj li ser berûyekê, êvarî li ser agirê sobê badilhewa diçû. Şevderna ku min firsend bidîta ji wan berûyan, min para xwe ji vê rewşa berûyên “seyr” î ser sobê didizî; bi mahneya xwarinê, min ji mezinan dixwest lê armanca min helbet lîstina wan bû. Berû çi qas pirr bûna, ewqas şens û hêz jî bi xwe re dianî...

 Ger ku min berû bixwara, ji yên biraştî bêtir, min ji xwarina wan î xav hez dikir. Xweş nayê bîra min, lê dibe ku di biçûkaniya xwe de, dema min xwestiye ez berûyekê ji wê “heyf û xebîneta wan” a ser sobê xelas bikim, min zendê xwe şewitandibe. Belkî ji ber vê tirsê ye ku min ew xav tercîh dikir. Her ku mezin bûm şûna şewata zendê min biçûktir bû û tirsa sobê li ba min xwe bi xwe hilat. Belkî jî bi wext re mezin bibûm û min dev ji lîstina wan berdabû loma ez hinî xwarina wan î biraştî bibûm. Lê her çi sedem be bila be, niha bi hezkirin li vê şopa ser zendê xwe dinerim.  

Belê, berû tahl in lê tahma wan dîsa jî bi “ahlên gunda” xweş e; tew ku dema mirov qurtek av bi ser de vexwe, şêrîniyeke xweş di binê zimanan de dihêle. Wilo xwiyaye ez ê nikaribim terîfa wê xweş bikim… Qey dîtin û gotina berûye jî wilo ye… Lê ev jî hebû ku kêfa min bêtir ji berûya min î girs ku me zarokan jê re digot “deq” re dihat, ger min berûyên di hundirê xelekê de bi deqa xwe derxista, kêf kêfa min bû.        

Habîtata dara berûyê li seranserê Kurdistanê belav bûye, xwezî niha bihata bîra min bê ew zanyarê botanîkê kî bû, digot: Ger hûn xwe li darberûyê bigrin hûnê heta çiyayên Zagrosê biçin. Gelek cinsên berûyê li seranserê cîhanê hene. Ez bi qasî aliman nizanim lê li gorî çavderiya xwe dibêm: Berû çiyayî ye û herî zêde li hêrêma Omerya û Torê û Cîzîrê li gora darê din zêdetir hene.

Ji fêkiyên darberûyê re “berrî, berwî, berru, pelût, pelît, bellot an jî şambelot” jî tê gotin.(Hûn bixwazin dikarin di medya civakî de bipirsin: Li ba me dibên wilo, li ba we dibên çilo?) Ji bo şîfayê “qehweya berûyan" jî çê dikin, lê min bi çavê xwe nedîtiye, hey we pirsî li vê qehweyê jî bipirsin çito ye?
Berû dema bi darê dikeve kovika (şewqeya) wê mezin dibe heta ku ew bistewe. Berû weke kestaneyê ye lê tahma wan qet naşibin hev… Darberûyek (dara çilo) dikare ji berûyekê, di çar-pênç salan de bişkive û heta ku bibe dareke mezin û bifêkî dehan sal jê re divê… 

Heta niha min nedîtiye, ger mirovek ji zaroktiya xwe de ji berûyê hez kiribe, ew ne zarşêrîn be! Ew kes ji kok ve Kurd û Kurmanc e, loma tahma zimanê wî bi berûya Kurmancî ye, belkî vê dawiyê bi ser kestanê vebûbe, ev jî qeder e gazin jê nabe… Ka biceribînin û bibînin bê hûn ji ahlê berûyê ne an ê kestanê ne? Dikarim vêya pêşniyarî hazira bikim: Di şevên zivistanî de ger hûn bixwazin zaroktiya xwe bibîr bînin (an jî ji mezinan re bixwazin ew qala zaroktiya xwe bikin) piştî şîvê ji bo şevbuhêrkeke xweş, divê hûn berûyan ji bîr nekin. Wê pir bi kêrî we bê.

Ji bo qeşartin û biraştina wan pisporiyek jî lazim e. Vê jî jibîr nekin, dema we berû xwar, hay ji qûncika wê hebin. Ji ber ku tahlbûna berûyan ber bi qûncika wan ve zêdetir dibe û dema we biraşt, zend û bendê xwe neşewitînin. Bi bêhnfirehî bibrêjin û bixwin, wê “zarê” we pê şêrîn bibe, paşîvê hûnê biserifînin bi hawakî… Afiyet be, dereke we pê neêşe!






Yorumlar