Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Hesenê Metê etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

“Li Dêrê” (Hesenê Metê)

Kurteya Çîroka Berhemê:  Bilindê Zaxoyî ji ber sedemên evîneke têkçûyî û ji ber êrîşên oldaran, welatê xwe diterikîne û berê xwe dide welatekî xerîb. Rojekê li dêrekê rastî nivîskarekî Kurd tê û bi hev re qehweyekê vedixin. Bilindê Zaxoyî ji nivîskar re, ji serî heta dawî serpêhatiya xwe vedibêje ka dêreke Swêdî çawa jê re bûye stargehek... Ew, qala têkçûyina evîna xwe ya ewil a bi “Dotmamê” re û pişt re jî terikandina welatê xwe ji nivîskar re dike. Xalanên destgirtiya Bilindê Zaxoyî, ji hêla Bakur tên û diçin, bi hatina wan re “Dotmamê” ne weke berê ye, xuyaye wê bi lawê xalê wê re li hev tînin. Piştî hevdîtineke bêdeng û giran Dotmam dev ji wî berdide. Bilindê Zaxoyî ji ber dilşikestina evîna xwe, piştî ku beşdarî şeveke helbestê dibe, dixwaze hest û ramanên xwe bi helbestê vebêje… Di şeva ewil de Zaxoyî dixwaze wekî “Mueyed Teyip” binivîse û helbesta xwe ya tekane dihûne. Bi vê helbestê navê wî belav dibe. Helbesta wî ewqas deng vedike ku oldarên welatê wî, ji wî aciz...

Ji Arşîvê: Hevpeyvîna Mehmet Uzun bi “Hesenê Metê” re*

Mehmet Uzun: Tu dikarî ji kerema xwe hinekî behsa xwe û jiyana xwe bikî? Hesenê Metê: Di sala 1957an de li gundekî Erxenî ji diya xwe bûme. Zaroktiya min li gund buhuriye, dûre bi qasî deh salan ez li hêla Mêrsînê mame. Piştî jûnta 1979 an ez jî mecbûr mame ku ji welêt derkevim. Di sala 1983an de ez hatime Swêd.  Te  kengî û çawan dest bi nivisînê kir? Çi tesîr li te kir? Ez bawer im aksiyona  nivîsandinê, bi gotineke din karê nivîsandinê, ne karekî wusa ye ku meriv di demekê de an jî di carekê de biryara xwe bide û dest pê bike. Destpêka nivîsandinê, dûmahîka prosesekê ye. Proseseke mereqdarî, daxwaz û hunermendiya rûhî ye. Bêguman ev tişta, dûre di dewlemendiya jiyanê re derbas dibe, tev stîl, form û hûnandinên xweş, tê li jîrî û zanebûna meriv disekine. Û ev prosesa ji bo min hîn jî dom dike. Ji ber vê yekê gelek dijwar e -bi kêmanî ji bo min- ku ez bibêjim, min di payiza sala x’ê de dest bi nivîsandinê kir, an jî ezê dest pê bikim. Piştî ku ez ji welêt d...

Xwendineke Li Ser “Ehlî Şano”

Xwendineke Li Ser “Ehlî Şano” Her xwendin, li ser daxwazên xwendevên binyadekê li ber xwe dertîne. Li gora xwendevan her xwendin dibe “tiştekî” din. Di her mijar û xwendinê de jî wiha dest pê dike. Berî ku mirov, dest bi xwendinê bike, xwe bi hin armancên xwendinê ve girê dide. Em dikarin van armancan wiha rêz bikin: “ Ez ê çi bixwînim? Ez ê ji bo çi bixwînim? Pêdiviya vê xwendinê ji bo min çiye? Ji bo vê xwendinê divê ez bala xwe bidim çi û çawa bixwînim? ” û her wiha mirov dikare li gora armanca xwestinên xwe, pirsên xwendina xwe zêde bike… Helbetê, ji bo her xwendinê rê û rebazek heye. Ku mirov tenê ji bo xwendinê bixwîne, ew ê tenê bibe demboriyek… Na, ku mirov di bala hişmendiyeke xwendinê de be, wê li gora pêdivî û kesayetiya xwe tevbigere. Ku xwestek diyar be, pişt re wê xwendevên, rê û rêbazan ji xwe re hilbijêre. Dema ku xwendin, bibe berhemên şanoyê, hin taybetî derdikevin himberî xwendevên. Taybetiya sereke ev e ku, berhemên şanoyê bi armanca ku tenê bên xwendin...