Xwendineke Li Ser “Ehlî Şano”
Her xwendin, li ser daxwazên
xwendevên binyadekê li ber xwe dertîne. Li gora xwendevan her xwendin dibe “tiştekî”
din. Di her mijar û xwendinê de jî wiha dest pê dike. Berî ku mirov, dest bi
xwendinê bike, xwe bi hin armancên xwendinê ve girê dide. Em dikarin van
armancan wiha rêz bikin: “Ez ê çi
bixwînim? Ez ê ji bo çi bixwînim? Pêdiviya vê xwendinê ji bo min çiye? Ji bo vê
xwendinê divê ez bala xwe bidim çi û çawa bixwînim?” û her wiha mirov
dikare li gora armanca xwestinên xwe, pirsên xwendina xwe zêde bike… Helbetê,
ji bo her xwendinê rê û rebazek heye. Ku mirov tenê ji bo xwendinê bixwîne, ew
ê tenê bibe demboriyek… Na, ku mirov di bala hişmendiyeke xwendinê de be, wê li
gora pêdivî û kesayetiya xwe tevbigere. Ku xwestek diyar be, pişt re wê xwendevên,
rê û rêbazan ji xwe re hilbijêre.
Dema ku xwendin, bibe berhemên
şanoyê, hin taybetî derdikevin himberî xwendevên. Taybetiya sereke ev e ku, berhemên
şanoyê bi armanca ku tenê bên xwendin nehatiye nivîsandin; bêtir ji bo sahneyê
û ji bo xwendevanên “ehlî şano” hatine nivîsandin. Dema ku mirov vêya ji bîr
bike, ew ê tenê “çîroka şanoyê” bibîne. Ev yek jî, wê bi xwe re xeteriyên ecêb
derxe. Xwendineke tenê li ser “çîroka şanoyê” ew ê naverok û konsepta berhemên
şanoyê binpê dike.
Mirov berhemên şanoyê, bêyî
pîvanên şanoyê nikare binirxîne… Ji bo nirxandina berhemeke şanoyê, divê
“rexnevan” ji serdem, nîvîskar û ji şanoya wê demê agahdar be. Rexnevan beriya
ku lîstikekê binirxîne, divê ji rabirdû û zanîna şanoyê fambar be. Rexneya
şanoyê, bi hemû huneran ve kêm zêde têkildar e. Ji bo rexneyeke şanoyê, zanîn û
bala rexnevan, divê ji wêjeyê heta çand û hunera cîhanê ya hemdemî hebe û jê serwext
be. Weke her rexneyê, divê di rexneya şanoyê de jî mirov, berhem/lîstik an jî
bûyereke şanoyê bi giştî karibe bibîne û binirxîne.
Helwesta rexneya şanoyê, raste
rast bi zanîna şanoyê û li ser vê zanînê, bi ecibandina rexnevên re dertê.
Rexnevan, dema ku berhemekê yan jî pêşandeyekê binirxîne, divê piralî û bêteref
nêz bibe.
Dramatîka berhemên şanoyê ne
weke romanê ye, xwendinên şanoyê bi zanîneke şanoyê girêdayî ye. Trajedî û
komediyên Shakespeare, weke xwendina romanekê bibe, ew ê gelek tişt bêqîmet
bibe. Weke ku mirov bixwaze qala romana Kurdî bike, bi rabirdûya romanê û bi romana
Kurdî nizanibê, tenê bi çend navan hişmendiya romanê binirxîne, ew ê li gelek
dîwaran biqewime û bixetime. Çawa ku mirov qala romanê, weke cûreyeke wêjeyê
bike, ji serdem û serboriya romanê agahdar be, divê ji bo şanoyê jî heman zanîn
hebe. Ku mirov weke temaşevanekî
lîstikekê binirxîne ew tiştekî din e, ecibandina temaşevan bi kesayetî û bi
“ehlî şano” ya wan ve girêdayî ye.
Weke mînak, mirovên nikaribe ferqa
tragedya û trajedî ji hev derxe, wê çawa karibe Sophokles an jî Shakespeare
bixwîne? Bêyî pîvan û taybetiyên şanoyê mirov, hemû kulliyata Shakespeare
bixwîne, wê ji bilî “çîrokê” çi
bimîne? Vegotina berhemên şanoyê, bêyî sehneyê û temaşevan/xwendevanên wê, mirov
nikare binirxîne. Di berhemên şanoyê de,
bûyer di navbera du hêzên dijber de derdikeve. Herdu hêz, di qadekê de pêrgî
hev tên. Dibe ku ev bûyer, di navbera du mirovan de, yan di navbera mirov û
xwezeyê de, yan jî di hişê mirov de diqewime…
Leheng û kesên lîstikê, ji ber
bûyerekê yan jî, ji ber encamekê serboriyên wan li ser sehnê berbiçav dibe.
Vebêjeriya şanoyê, zimanê sehneyê bi xwe ye. Vebêjeriya şanoya epîk weke formekê
tiştekî din e. Di şanoya hemdemî de, bêtir zimanekî rojane (Ne ji sedî sed wêjeyî) û hevokên kin di
diyalogan de, zimanê sehneyê dertê. (Heta Serdama Nû jî, ji bilî komediyan,
lîstikên din, di forma helbestê de hatine nivîsandin. Em bala xwe bidin
lîstikên Shakespeare, wê bê dîtin ku dema leheng ne mirovekî ‘esîl be, bi rîtma
helbestê napeyive û weke peyva rojane ya dema xwe diaxive.) Peyva zêde, di şanoyê
de tune ye, ji ber ku gelek tişt, bi laş û hereketên lîstikvanan de û bi
derfetên sahnê ve tê raxistin. Şano li ser sehnê bi hereket û gotinê û bi
navgînên din, dibe hunereke pêşandeyî. Diyalogên şanoyê, bi rêbaz û diyardeyên
di hundurê kevanê de, bi mizansen û bi dengvedana xwe li ser sehnê berbiçav
dibe. Lîstikvan “kesên lîstikê” temsîl dike û texlîda wan, bi alîkariya amûrên pêşandeyî
li ser sehnê berbiçav dike.
Berhemên şanoyê bi armanca ku
bêne lîstin, hatine nivîsandin û bi taybetiyên teatral û wêjeyî hatine
afirandin. Di van berheman de, bûyer û dîmenên sehneyê bi hev girêdayîne.
Hûnandina dramatîk, bi dijberiya (fiction) kesên lîstikê ve, bingeha pêşandeyê
datîne. Bi zimanê sehneyê, dramatîka
berhemê ji bo “çav” derdikeve.
Di her şanoyê de, kirinên
dramatîk, bi ramanekê û bi hestekê ve girêdayî ye. Ji bilî van hêman
nîvîskar/derhêner dikare ji bo berhem/lîstikê xweştir bide famkirin, bi
ravekirinên sehneyî zimanê berhemê nîşan dide.
Bi gotineke din… Şano, bi
têkiliya xwendevan û temaşevanên “ehlî
şano” re, erka hunera xwe xurt dike.
Têbinî: Binavkirina “ehlî şano” ya Hesenê Metê ye.
Çetoyê
Zêdo
Yorumlar
Yorum Gönder