Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Ekim, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Ji Şanoya Mîrzayê Biçûk*

Mîrzayê me yê Biçûk, ji gerstêrka xwe hatiye li peraveke Dîcleyê bicî bûye. Dixwaze vê peravê bixemilîne û şên bike. Gulek li perava wî şîn dibe û tevlî jiyana wî dibe. Piştî wextekê pereva wî dikeve ber lehîyê û her ku diçe dor lê teng dibe… Dema biryara koçkirinê dide û Gula wî jê dixeyide û ji ber çavan wenda dibe… Mirzayê Biçûk, li ser peravên Dîjleyê li Gula xwe digere. Di rêwitiyê de pêrgî hin mirovên mezin û zîndeweran dibe… Li ser şopa Gulê dibêje: “ Mirov divê bi dilê xwe li tiştan bigerin... ” Merheba ji we re! Ka mirov li ku derê ne? Bibin hevalên min, ez bi tenê me. Ka were û bi min re bilîze. Ez gelekî dilşikestî me... Gulek heye… Wê gulê ez kedî kirim… Li perava min guleke min hebû, ew ya pêşîn bû ku min dengê dilê wê bihîstibû, ew a ewil bû bi min re axivîbû... Gula min bêhna xwe li hemû perava min belav dikir û min nizanîbû qîmeta wê kêfxweşiyê nas bikira. Gula min li dunyayê de derekê ye... Ez ê lê bigerim… Gelo ji bo her kes rojekê li perava xwe vege

Şanoya Min û Zarokan

Zarok; kok e, siberoj e… Zarok; kenê jiyana pak û aramiyê ne… Û helbet ew temaşevan, lîstikvan û rexnegirên bêqusûr î jiyanê ne jî…  Şanoya min û zarokan bi “Şengê û Pengê” dest pê kir. Min ev şanoname, ewil ji bo biraziyên xwe nivîsîbû. Her çi qasî mamoste û dramatûrg jî bûm, lê heta ku biraziyên min roj bi roj li ber çavê min mezin bûn, wê demê min bîra şanoya zarokan bir û ez bi ser cidiyeta wê vebûm. Diviyabû min ji bo wan şanonameyek hazir bikira û kêfa wan bianiya… Li Mêrdînê me şanogeriya Şengê û Pengê amade kiribû. Piştî me li Mêrdîn û navçeyên wê lîst, li gora derfetên xwe û bêyî piştgiriyekê dehan caran li gelek cihî hate sehnekirin... Di encamê de em xesîrî bûn, lê her ku em çav li temaşevanên xwe û kênê wan diketin, xisar li me sivik dibû. Çend caran pêşandanên me ji aliyên “mezinên mirûztirş” ve hatibû asteng kirin, lê me çavê xwe ji vêya re jî girtibû û me du salan bênavber lîstibû. Ji bilî koma me ya bi navê Zîv’ê, ji aliyên komên din ve jî hate lîstin û herî d

Ömer Polat’ın “Aladağlı Mıho” Oyununu Kürtçe Okumak*

Türkçe yazan Kürt yazarlar arasında, “toplumsal gerçekçiler” içinde değerlendirilen ve daha çok “köy” romanlarıyla bilinen Ömer Polat’ın tek tiyatro metni “Aladağlı Mıho” oyunudur. Ömer Polat, romanlarında olduğu gibi bu oyunda da büyüdüğü çevre olan Ağrı ve çevresini, eserlerinde mekân olarak kullanmayı tercih eder. Yazarın politik tutumu ve aidiyetini her fırsatta eserlerinde belirgin bir şekilde işlediğini görmekteyiz. Yazar, bu tutumunu saklamadığı gibi, yazdığı kahramanlara da söyletir; “Aladağlı Mıho, Doğu insanın derdidir. Onun yiğitliği, onun sevdası, onun acısıdır. Ben gücümün yettiğince aktarmaya çalıştığım acısıdır. Acısı, anlatamadığımın bin katıdır. Onların acısı acım, sevinci sevincimdir. Buna katılan herkese de saygım, sevgim, dostluğum sonsuzdur…” (Polat, 8) Bu yazının amacı, yazarın eserlerinde işlediği mekân, kişi ve iletileri, “Kürtçe” bir okuma denemesine tabi tutup, “şifrelenmiş, alıntılanmış, dönüştürülmüş ve Türkçeleştirilmiş” olanları tespit ederek “Alad

Zimanek û Şanoyek*

Dema nîqaşek li ser şanoya Kurdî vedibe “çîrokeke kin” ji zargotina Kurmancî tê bîra min: “Zilamek hebû, dema nanê wî hebû, dewê wî tunebû. Dema dewê wî hebû nanê wî tunebû. Dema herdû hebû ew ne li mal bû.”  Heman çîrokê bi destûra we dixwazim wiha biguherînim: “Zimanek hebû, dema sehneya wî hebû temaşevanên wî tunebû. Dema temaşevanên wî hebû sehneya wî tunebû. Dema herdû hebû ew êdî zimanekî mirî bû.”    Îca gotina dawî di destpêkê de bibêjim: Şanogeriya Kurdî di sehneyên biçûk de li ber xwe dide û li benda temaşekirina we ye… Biçin bibînin, belkî giriyê we an jî kenê we pê bê! “Hebûn û nasnameya şanoya kurdî, bi çand û ziman û taybetî jî bi dîroka siyasî ve û bi hewldanên wê ve girêdayî ye. Li Bakur qedexekirina kurdî û bêstatubûna Kurda bandora xwe li ser şanoya wê jî kiriye û hê jî dike.” Ne dûr, hê berî 4 salan min di pêşgotina “Dîroka Şanoya Kurdî” wiha nivîsîbû. Belê “sal bi sal xwezî bi par” rewşa şanoya Kurdî û şanogerên wê xedartir dibe. Loma tiştên ku he