Zarok; kok e, siberoj e…
Zarok; kenê jiyana pak û aramiyê ne…
Û helbet ew temaşevan, lîstikvan û rexnegirên bêqusûr î jiyanê ne jî…
Zarok; kenê jiyana pak û aramiyê ne…
Û helbet ew temaşevan, lîstikvan û rexnegirên bêqusûr î jiyanê ne jî…

Me xwest em
Şengê û Pengê li Stenbolê dîsa amade bikin, lê du hevalên me yên mamoste ji kar
hatin avêtin û proveyên me jî sekinîn…
Gotinên Umît Aktaş[1] ku rola wî Guro ye: “Lîstika
Şengê û Pengê... 2014-2015 Mêrdîn, Şemrex, Qoser, Amed, Cizîr, Hezex, Stenbol,
Mûş... Li dor 30.000 zarokî ev lîstik temaşe kirin. Hewce bû bi hezarên din jî
temaşe bikirana. Lê mixabin, derfeta me bi serê xwe têr nekir. Lê kenê ser rûyê
wan zaroka bedêlî hezar milyon kedî bû... Hûn her şa bin zarokno.... ( Ev
hejmar ji bilî temaşekirina komên cihê, dibistana ye)
Min di pêşgotina şanonameya Şengê
û Pengê de[2] wiha gotibû:
Em dizanin ku tu tişt ji zarok û kenê wan bi
qîmettir tune ye. Ji ber vê yekê, me jî xwest em bi taybetî jî ji bo
temaşevanên xwe yên biçûk, ji çîrokên folklora Kurdî, şanoyan hazir bikin. Yek
ji van çîrokên navdar “Şengê û Pengê” li gelek deverên Kurdistanê bi awayekî
zindî hene û gelek versiyonên vê çîrokê, bi navên “Xezalê û Delalê, Şengilo û
Mengilo, Qinîskê û Pinîskê, Şengikê û Mengikê û hwd.” hatine berhevkirin. Bi vê
lîstikê re em dixwazin balê bikşînin ser folklora Kurdî û malzemeya teatral yên
di folklora Kurdî de. Taybetiyeke din a çîroka “Şengê û Pengê” jî ew e ku, ji
aliyê zarokan ve tê hezkirin.
Di
folklora Kurdî de, gelek çîrok hene, mirov dikare bi hêsanî, ji bo biçûk û
mezinan weke şano li hevdu bîne. Lewma xwesteka me ew e ku, piyesa “Şengê û
Pengê” ji aliyê zarokan li dibistanan û di komên şanoyê de jî were lîstin...
Ne tenê ji bo xwarzeyan û
biraziyan, ji bo hemû zarokan, her ku ji min hat, ez ê dev ji gazin û
dilgiraniyê berdim û bikim ku şanoyeke din amade bikim an jî wan şanonameyan
bispêrim dilxwazên şanoya zarokan… Huner û şanoya Kurdî
warê xisar û tahbê ye. Zarok jî ziman jî ên me ne û her rojê li ber çavên me ji
dest me diçin. Bila em bixesirin û bitahbin! Ger ku em kenê wan î Kurdî wenda
bikin, em ê hemû pûç û bêkok bibin… Zarok bila bilîzin û têra xwe bikenin, çi
bi berhemekê, çi bi muzîkekê an bi şanoyekê… ji destê kê çi hat bila texsîr
neke…
Îsal min şanonameya “Mîrzayê Biçûk”
ya Antoine de Saint-Exupéry adapteyî şanoyê kir û min ew spart Şa Performansê.
Di 26-27.10.2018’an de ji aliyê Şa Performansê û bi derhêneriya Bîlal Korkut[3] wê bê
sehnekirin… Bi hêviya ku bi dilê temaşevanên biçûk û mezinan be…
[1] Umit
Aktaş, mamoste ye(bû) û xwendekarê dramatûrjîyê ye. Bi nasnavekî din Panterê
Şanogeriya Kurdî ye.
[2] Şengê û Pengê, Weşanên
Flîtto, 2014
“Çavşîna Bizin
û bi herdu karikên xwe yên bi navê Şengê û Pengê re di şikeftekê de dijîn. Ji
bo ku Çavşînê, Şengê û Pengê bi şîr xwedî bike her rojê diçe li zozanan diçêre.
Dema Çavşînê, ji mala xwe derdikeve, karikên xwe tembî dike ku ji bilî wê derî
li tu kesên din venekin. Ji bo ku karikên wê tenê derî jê re vekin “Sitrana
Şîr” ji wan re dibêje. Ev sitran jî dibe paroleya wan û tenê ew pê dizanin.
Jiyana wan her
roj wiha bi kêfxweşî didome. Rojekê dema ku Çavşînê diçe zozanan, Guro bi wan
dihise. Piştî ku bizin diçe, tê ber devê derî û karikan dixapîne... Çavşîne
dema vedigere dibîne ku derî vekiriye û karikên wê ne li wir in. Çavşîna Bizin
bi hêrs li zarokên xwe digere û diçe ji Hirç û Rovî dipirse, hîn dibe ku Guro
karikên wê biriye. Diçe bi Guro re şer dike û her du karikên xwe ji gur
xelas dike.”
[3]
Bilal Korkut şanoger û sînemager e. Li Mêrdînê şanogeriya “Pîrê û Rovî” di
2015’an de amade kiribû. Du fîlmên wî bi navê “Ez Tûsubasa Me”(2016) û “Li Pey
Nanê Xwe”(2017) hene.
Yorumlar
Yorum Gönder