Çetoyê Zêdo: Em jî weke her tim, ji pirsa yekê dest pê
bikin. Ji kerema xwe, tu dikarî qala kurtejiyana xwe bikî?
Mehmet Dîcle: Ez di sala 1977an de li gundê Çolaxa ya Bismilê hatim dinê. Lê malbata min,
li gorî ku min lêkolaye çendsed sal in ku li Hezroyê bûne, ango ez ji Hezroyê
me û li Hezroyê mezin bûm û heta ku lîse xelas bû, ez li Hezroyê jiyiyam. Paşê
ji bo zanîngehê hatim Stenbolê. Min zanîngeha Stenbolê beşa Cografyayê xwend.
Di salên zanîngehê de ez di nav tevgera ciwanên welatparêz de mam û bi rastî jî
ew salên min ên gelek çalak bûn. Di wan salan de hema bibê min xwe, dunya û
wêje nas kir. Li klûba edebiyatê ya zanîngehê min û hevalên xwe bi salan kitêb
xwendin, hem ji edebiyata cîhanê hem jî ji edebiyata kurdî. Paşê di wan salan
de ez di kovara Jiyana Rewşen û Rewşennameyê de xebitîm. Her weha li weşanxaneya
Aramê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
- Tu ji kengî
ve bi nivîsa Kurdî re têkildarî? Te çawa dest pê kir, rewşa te ya wê demê çawa
bû?
Ji ber ku bavê min melle ye û
min jî bi salan li Hezroyê hem li cem bavê xwe, hem jî li hucreya Seydayê Hecî
ku ew seyda û şairekî kurd yê gewre ye, min ders wergirt. Ez karim bêjim ku
kitêbên ewil ên kurdî Nûbihara Ehmedê Xanî, Aqîdeya Îmanê û Mewlûda Melayê Batê
yekem kitêbên kurdî bûn ku, min ew wek ders ji mecbûrî xwendin li cem bavê xwe.
Bi rastî nivîsa kurdî jî, ji ber ku ez evîndarê keçeke kurd bûm li zanîngehê û
ji ber ku ew hem wêjehez û hem jî kurdîhez bû, min dest pêkir. Ji bo ku ez bala
wê bikêşim min dest bi helbestan kir, paşê jî çîrok. Wê jî tiştên ku min
nivîsandin eciband, paşê em zewicîn û nivîskarî jî ji ma kar ma.
Tiştê ku sedemin gelekin, lê
bi rastî ez ji guhdarkirin û qalkirina çîrokan hez dikim. Û her weha helwesteke
min a pir tund li hemberî jibîrkirinê heye. Divê tiştên bi rûmet wenda nebin û
neyên jibîrkirin. Her weha çi êş dibe çi şahî, evîn an jî tirs dibe, tev de
gerdûnî ne. Ango ger ez şevek ji ber êşa evînê ranekevim, êşê bikêşim, divê
hezar sal paşê be jî mirov bi êşa min bihesin û bibin hevalê derdê min. An na
her wekî dengên ku neyên qeydkirin wê çîrok jî di valahiya fezayê de heta bi
hetayê wenda bibin.
Wê demê em jî li ser adetê bipirsin û bibêjin “ji bo
te çîrok çiye?”
Ji bo min çîrok tiştê ku
hatiye jiyandin watedar dike ye. Ger neyê qalkirin û bihîstin tiştê ku tê jiyîn
kêm dimîne. Her wekî xwarina ku bê pehtin û neyê xwarin.
Ji bo te nivîskarî tiştekî çawa ye?
Kî dibê çi bila bibê, lê
nivîskarî karekî giran e, her tişt di mêjiyê te de diqewime. Beriya her tiştî
seriyekî saxlem û dilekî rihet divê, lê piştî ku tu dest bi nivîskariyê dikî,
êdî ne serî saxlem dimîne ne jî dil rihet… Tu derd û kulên gelek kesên xeyalî
didî ser milê xwe. Dêyek an jî bavek bifikirin, dema ku sê çar zarokên wan hebin
her tim ji bo dibistan û zewaca wan, kar û leşkeriya wan difikirin. Yê nivîskar
jî bi dehan kesên ku divê ew li jiyanên wan bifikire hene.
Tu bêyî çi/kê nikarî bi Kurdî bixwînî û binivîsî?
Dengbêj îlhameke mezin didin
min, lê ji bilî wê ez bawer im ku ez nivîskarekî şevên zivistanê me. Di şevên
dirêj ên zivistanê de bêtir li xweşê min diçe nivîsandin û ku berf jî barîbe wê
demê her tişt temam e bo min.
Tu vê gavê tu li ser çi mijûl î? Çi xebatên te hene?
Mijarên ku dibin astengî yên ji bo nivîskariya te hene?
Ne wek mijar, lê wek tiştekî
kesane dikarim vêya bêjim ku, min hên jî jiyana xwe li gorî pêwistiyên nivîskariyê
ava nekiriye. Yanî nivîskarî pirê caran ji ber bêderfetiyan dibe wek karekî
demên vala, yanî wexta ku ji ber karên jiyanê dimîne. Ez hertim dibêm, xwezî
karê min tenê nivîs bûya, lê mixabin tiştekî weha heta neha pêk nehat.
Bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwendin û
nivîsandina xwe bikî?
Piştî ku mirov dizewice û
dibe xwedî zarok, bi rastî disîplîn jî namîne. Ji bo xwendin û nivîsandinê divê
mirov heta derengê şevê şiyar bimîne. Lê xebata di karekî de û mijûlbûna bi
zarokan pir rê ji vê yekê re nahêle. Lê dîsa jî bi piranî ez bi şevan
dixebitim.
Temsîla jinê di wêjeya Kurdî de, tu çawa dibînî û
dinirxînî?
Bi peyvekê bêjim: Mixabin…
Xwezî ku ev wekî siyasetê bûya, me kontejanek ji jinan re veqetanda û “mesele çareser
bibûya” lê bi qasî ku siyaset xwe ji jor ve ferz dike, li ser ziman, çand û
civakê; edebiyat jî pêleke ji jêr ve ye û pêkhatina wê bêtir encama zagonên
xwezayî ye… Ji bo gîhiştina nivîskarek re axeke baş, taveke baş, av û roj
pêwist e û sebreke bêdawî. Mixabin tu civakeke xwediye fabrikeya nivîskaran
nîne. Ev tiştê ku dibêm, ji bo jin û mêran tev de wisa ye; lê li gorî min, ji
bo ku wêjekarên jin zêde bibin, divê ku têkiliya jinê û siyasetê ji nû ve bê
sazkirin. Ji ber ku têkiliya heyî, ne têkileyeke dirust e û ne li gorî
berjewendiyên jinê ne.
Herî zêde, bandora kîjan nîvîskaran li ser te çê bû?
G.Amado, G.G. Marquez,
Fualkner, Borges, C. Fuentes, Sait Faik navên ku di carek de tên bîra min lê
gelekên din jî hene muheqeq…
Te îsal çi xwendin û tu ji nivîskarên nû kê diecibînî?
Ez dibêm qey ku îsal Mo Yan
nivîskarê çinî jî min re kar ma.
Tu kîjan berhemê/an car bi car dixwînî an jî te
xwendiye?
Kitêba ku min herî pir xwendiye
ya Marquez a “Yüzyıllık Yalnızlık” e, ez hê jî yekcaran tesadufî vedikim û
dixwînim.
Di derbarê berhemên xwe yên çapbûyî de, tu dixwazî ji
me re çi bêjî?
Sê kitêbên min çapbûne:
“Asûs, Nara, Ta” bi hersê berheman û helwestên ku ji xwendevanan hatin, baweriya
min a bi min xurt bû. Her weha giraniyeke mezin li ser min çêbû ku divê
berhemên min ên ji neha pê ve di ser wan re bin.
Ji bo zarokan, tu xebatên te yên wêjeyî û hunerî heye?
Min çirokeke zarokan
nivîsandiye, divê ku ji bo wê wêne bên xêzkirin û weha çap bibe. Çîrok hene
dîsa lê neha di rojeva min de xelaskirina romanê heye, an jî ez xwe dubare
nekim û bi tiştên nû xwe ji nû ve biafirînin.
Heta niha di nivîskariya xwe de, tu li ser çi mijûl dibû?
Ez heta neha li ser binhişiya
kolektîf disekinîm ku ez bawerim tiştê me dike milet jî ew bi xwe ye; ango
qodên çandî, ku di hundirê xwe de gelek tiştan dihewîne; ji vegotinê bigire
hetanî refleksan, hetanî espiriyê, nêrîna estetikê, tolhildanê, evinê, kêfê û
heta ku tu bixwazî êş e… Yanî di vê civakê de bi sedanê salan e, tişt qewimîbûn
tevî ku gelekên wan hatibin jibîrkirin jî, dîsa di bin hişê me de, li ciyekî
mane. Jixwe, min xwe wekî deyndarekî didît û ez hê jî dibînim ku, divêt min ev
tişt, dibe ku mirov ruh jî bêje, jê re bikira edebiyat.
Guhertinên nivîskariya te berê û niha çi ne?
Dema ku mirov ciwan e, lez û
liv bêtir girîng e; lê dema ku mirov mezintir dibe êdî kitekitên jiyanê dibîne.
Ez bawerim ku neha bêtir kitekîtan dibînim. Her weha ziman û gotin jî xurt
dibe, dikemile.
Di têkiliya jiyan û nivîskariya te de, tiştê/a ku te
nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Bi rastî jiyana modern wekî
gelek tiştan dor li nivîskariyê jî teng dike. Min nedixwest ku ez li
metropoleke weha mezin mehkûmê jiyana modern bûma. Her tim fikra reveke
romantik bi min re ye.
Ji bo nivîskariya xwe, tu xweziya xwe bi çi tînî?
Xwezî
ku min keda xwe ya dabû tiştên din, li nivîskariya xwe jî xerc bikira.
Ku em qala xwendevanên te bikin, ew kî ne?
Ne tenê xwendevanên min, ez
dikarim bibêjm ku xwendevanên wêjeya kurdî ya modern girseyeke bijarte ye.
Temam, wek hêjmar hindikin lê hem wêjeya kurdî hem jî wêjeyen dinyayê baş
dişopînin û her weha girseyeke berhemedar e; ji xwe gelek xwendevanên me her
weha nivîskar in jî. Her weha tiştê ku ji min dipirsin an tiştê ku li xweşê wan
diçe ew e ku, ez çîrokên di bin heşê wan de ji wan re qal dikim.
Te wextekê gotibû hejmara xwendevanên kurdî bi texmînî
li dor 500 kesî ye?
Dibe ku min çend sal berê
gotibe. Nara hezar heb çap bûbû cara ewil û xelas bû û çapa duduyan kir. Ango
herhal xwendevanên me li dora 1500î ne.
Rewşa çîroknûsiya kurdî ya îroyîn, çawa dibînî?
Edebiyata kurdî qalikên xwe
dişkîne û çavê xwe ji dinyayê vedike ji ber ku ez dibim şahid ku nivşê nû yê
edebiyata kurdî dixwine û dinyayê nas dike. Ev tiştekî dualî ye; dema ku em
dinyayê dinasin, wê dinya jî me binase di dawiyê de… Çîroknivîsiya kurdî, ez bawer im ber bi başiyê ve diçe. Navên nû
derdikevin her weha ceribandinên nû deng û şêwazên nû, li çîroka kurdî zêde
dibin, ev jî tiştek erênî ye. Derfeta herî mezin ew e ku, civaka kurd civakeke
gellek dînamîk e. Heta ku tu bixwazî an nexwazî mijarên nivîsandinê hene. Lê
pirsgirêk jî ew e ku, hên jî têkiliya wê ya bi nivîsê re sererast nebûye.
Çima piraniya nivîskarên nû mamoste ne? Tu vê yekê
çawa dibînî?
Dibe ku mamostetî karekî
bêtir sosyal be, her weha dema wan a vala bêtir heye ku bikaribin bixwînin. Di
siyasetê de rola parêzeran zêdetir e, ez dibêm qey ji ber ku mamoste nikarin bi
awayekî aktîf di nav siyasetê de cîh bigirin, yê wan jî qada edebiyatê li
pêşiya wan dimîne.
Peyva folklorê ji xwe, bi xwe
yelpazeyeke pir fireh e. Lê gava ku em li civaka kurdan û folklorê dinêrim,
tiştekî gelekî zindî derdikeve hemberî me. Belê dibe ku gelek sedemên vê zindîbûnê
hebin, lê di vir de sedema sereke dibe ku gundîbûna civakê be; an jî ku em bi
têgeha populertir bibêjin, modernizma derengmayî ye. Dibe ku em bibêjin nufûsa
kurdan bi piranî li bajaran bi cîh bûye, lê em çiqas li bajaran bi cîh bûbin jî;
têkilî, hişwendî û refleksên wê hê jî tradisyonel in. Ev jî encameke gelek
normal e, ji ber ku li bajaran me çend nifş derbas nekiriye. Dema ku em li
qodên ango li DNAyên civaka me dinêrin, dibînim tiştên ku me dikin milet ango
tiştên serekeyên ku me dikin kurdekî tipîk, bi piranî folklorîk in. Di
pêkhatina kesayetiya me de tesîra dengbêjekî an çîrokeke mêrxasiyê an jî dengê
bilûrê ji kilameke modern, ji dengê piyanoyê bêtir li me têsir kiriye û dike.
Ev tiştê ew qas xurt û zindî bêgûman têsir li ser wêjeya modern jî pir kiriye û
ev jî ji hin aliyan ve çawa ku erênî ye her weha hin xetereyan jî di hundirê
xwe de dihewîne. Yanî dema bahreke evqas kûr û mezin li hemberî we be û hûn
bixwazin jê sûd wergirin, divê ku hûn westayekî mezinê ziman bin. Di serî de ji
ber ku asta ziman û vegotinê di folklorê de gelek bilind e. Her weha divê ku
hûn westayê karê xwe bin jî, divê hûn zanibin ku hûn dixwazin çi bikin; an na
hûnê di wê behra kûr a folklorê de noq bibin, berhema ku derkeve holê jî wê di
nav edebiyata modern de xwediyê tu nirxek nebe.
Li gorî te rexneya wêjeyî divê çawa be?
Ji bo rexnaya wêjeye, xwendineke
xurt a teorîk û nasina wêjeya dinyayê divêt. Dema ku ew tunebe rexne dibe
pesindayîn an jî berevajiyê wê hetikandin; lê di salên dawî de bi rastî di warê
rexneyên de, pêşketinên berbiçav hene. Belê,
bandora zaningehên weke Artûklûyê li ser vêya pir in û wek encameke pir
girîng hebûna kovarên Zarema û Wêje û Rexne mirov kare bibêje...
Tu di derbarê “şêwir û komên xwendinê” de çi difikirî?
Di pêvajoya şoreşan de, malên
şoreşgeran hene. Di wan malan de şoreşger dixwînim, digijîn, planên çalakiyan
tên kirin û pêşeroj di wan malên piçûk de dirûv digire. Ji bo wêjeyê jî her tim
komên piçûk pir tişt îfade dike. Li Rûsya dibe, li Fransa an jî li Emerîkaya
Latîn nivîskar û pêlên mezin ên wêjeyê ji van komên piçûk derketine.
Li gora te niviskariya Kurdî û rojeva Kurdî çi qasî li
hev dike? Jiyana civakî/siyasî kîjan bandoran li ser nivîskariyê û wêjeyê
dikin?
Jiyan û rojeva kurdiya civakî
û siyasî mixabin gelekî dinamîk û tevlihev e. Dibe ku ev wek malzemeyekî edebî
jî bê dîtin; lê ji ber asta teknolojiyê
û ragihandinê ya ku em tê de ne ku êdî her tişt bûne îmaj û her tişt êdî pir
zelal e, ne pêkane ku nivîskar ne ji vê rojevê qut bibe ne reqabetê bi tiştên
wek televizyonê û întenetê re bike.
Li gora te xwenirxandina niviskarên Kurdî di kîjan
astê de ye?
Ez tenê dikarim vêya bêjim,
tiştên ku em dinivîsin ne metnên pîroz in. Divê nivîskar li ser vê bingehê bi
berhema xwe têkiliyeke ava bike. Nivîskar tenê dikare bi berhemên xwe biaxive.
Her weha xwerexnekirina nivîskar jî tenê dikare bi rêya berhemê pêk were. Xwerexnekirina
nivîskar xwenûkirin e. Her weha pêvajoya her berhemekê dişibe kiras avêtina marekî.
Mar bi guhertina kiras nû dibe.
Tu ji kîjan taybetiya nivîskariya kurdî aciz î?
Bi her awayî tiştê ku min
aciz dike tenê qelsî ye. Ziman û şêwe û vegotin dibê pir xurt bin. Berhem divê
li ber min deriyek nû vebike û wek xwendevan û nivîskar tiştekî li min zêde
bibe. An na di serî de heyfa keda niviskare bi ya min.
Kêşeyên rexnegiriya Kurdî çi ne?
Wêje çawa ku li gelek deverên
dinyayê hinek ji karê bazarêye her weha piçek ji siyat û kûlis e. Li ba me jî
wisa ye û rexne jî aliyekê vê ya ye, lê tevî vê awayê jî tevî ku civaka me
belkî jî civaka herî politik a dunyayê be jî rêya edebiyatê û siyasetê pir bi
ser hev de nakeve. Sedemê vêya jî ewe ku di civaka kurdan de zimanê edebiyatê û
siyatê ji hev cudaye. Li vir tenê dimîne xwendevanê ku hejmara wî kêm e, lê
heta tu bêjî ji dil e ê bêalî ye.
Muheqeq pirsgirêken şanoyê
yên xweserê wê hene ku di serî de dibe dîsa meseleya bazarê be. Eleqeya li
hemberî şanoyê her ku diçe kêm dibe lê li gorî min divê şano xwe êdî nû bike.
Bi produksiyonên mezin bi alikariya teknolojî û teknîkên sahneyên dibe ku bi
efektan zor bide temaşevanan û ew şaş bike. Belê ji no vêya pereyên mezin hewce
ne. An na şanoyeke di salonên piçûk de bi îmkanên piçûk ji bo min tenê wek
nostaljî dimîne.
Bi ya te bûya, te dixwest kîjan berhem, bûyer an jî
mijar têketa şanoya Kurdî?
Min dixwest ku min çîrokek
xwe di sehneya şanoyê de temaşe bikira mesela Nara...
Bersiva Xwerexnekirina nivîskaran xweş bû.
YanıtlaSil