Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Şanoya Elegezê etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo

“Hinek bi ruhê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe...” Egîdê Cimo, di sala 1930yan de li Ermenîstanê gundê Erdeşîrê hatiye dinyê. Bi destpêkirina weşana Radyoya Êrîvanê (1955an) weke sazbend dest bi xebatê dike û ji 1960î ve her ku diçe dengê bilûra wî li tevahiya Kurdistanê belav dibe û bi nasnavê “Mîrê Bilûrê” heta îro deng vedide. Li ber dengê mey, fîq û bilûra Egîdê Cimo, gelek stran û kilamên Kurdî tê gotin û dikeve nav kelepora muzîka Kurdî.   37 salan bê navber li Radyoya Erîvanê hunera xwe pêk tîne. Di sala 1967an de li Ermenîstanê dibistana Muzîkê Romanos Melikiyan de 5 sala perwerdehiya xwe diqedîne. Li gorî temenê xwe yî 85 saliya xwe, hê jî hunerê bi ruhê xwe pêk tîne.  Gotina Apê Egîdê Cimo ye, dibêje “Hinek bi ruhê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe...” Çetoyê Zêdo: Hûn kengî çûn Radiya ya Erîvanê? Egîdê Cimo: 1955an Radiyo ya Erîvanê vebû. Dema ez çûm Radyoyê bûm, zêde kes tunebû. Hunermendên kurd li radyoyê kom dibûn...

Derhênerê Dawîn ê Şanoya Kurdî ya Sovyetê/Elegezê: Rizganê Emo

Rizganê Emo , di sala 1950î hate dunyê. Dibistana seretayî li gundê Ortaçiya xwend. Pişt re dibîstana navîn li nehiya Axbaranê pişt re li Elegezê xwendina xwe xelas dike. Di navbera salên 1969 û 1971ê de ji bo eskeriya Sovyetê diçe li Elmanya. Perwerdehiya şanoyê li Moskowê di 1973an de destpê dike û dereceyeke serketî tê qebûl kirin, pişt re derfetên wî nahêle li wir dewam bike û perwerdehiya xwe li Ermenîstanê heta sala 1977an didomîne û di sala 1978an mezûn dibe. Yekem derheneriya şanoyê bi lîstika “Teyrê Elegezê” di sala 1978an dike û destûra Rejîsoriyê bi vê pêşandeyê hildigre.  Bi lîstikvanên Kurd yên ji Elegezê re, ji 1978an heta sala 1988an bi dehan şanoyên Kurdî derxist. Heta ku erdheja Ermenîstanê ku di sala 1988an weke berpirsê giştî yê şanoya Elegezê xebitî. Di erdheja 1988an de, gelek mirov jiyana xwe ji dest dabû, bi vê erdhejê re tevî avahiya qulûba şanogeran û sehneya şanoya Kurdî ya Elegezê jî hildiweşe û êdî careke din ava nabe. Piştî vê erdhejê şanoya prosyonel ...