“Hinek bi ruhê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe...”

Gotina Apê Egîdê Cimo ye,
dibêje “Hinek bi ruhê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe...”
Çetoyê Zêdo: Hûn kengî çûn
Radiya ya Erîvanê?
Egîdê Cimo: 1955an
Radiyo ya Erîvanê vebû. Dema ez çûm Radyoyê bûm, zêde kes tunebû. Hunermendên
kurd li radyoyê kom dibûn. Pişt re min di dereceya kompozîtoryê de dengê wan
qeyd dikir. Casimê Celîl, Nûrê nikaribû kurdî rind xeber bidana. Ordîxan rind
bû, vê paşê yek cûrê hunerê da xebitîm. 1960 nîv meaş dana min, ez xebitîm. Min
li dibistana muzikê Romanûs Milikiyan de, beşa “Gaboy” 5 sala da xwend. Ji bo
ku dixebitim, êvarî diçûm dibistanê. Ensturmana “Gaboy”, di senfoniya de tê
lêxistin. Piştî karê radyoyê diçûm dawetan, ez mecbûrbûm.
Çetoyê Zêdo: Navdengiya Egîdê
Cimo kengî belav bû?
Egîdê Cimo: Sala
1960î şûnde hatim nas kirin. Dema min ditîtin digotin “Ma tu ew î? Me digot tu
di wan deriyan de hilnayê!” Zêr jî biçûk e, tu qîmetê wî bêje…
Çetoyê Zêdo: Apê Egîd, hûn
hunar û muzîka Kurdî çawa dibînin?
Egîdê Cimo: Huner
çeka herî zor e. Bi hunerê cimaet tê naskirin. Heke hunerê te hebe dunya te nas
dike tu kiyê… Wê demê dunya dizane tu kê miletê? Heke tiyatra, opera, senfoniya
te hebe, dewleta heye, ku hunera me hebe hemû dunya marîfeta me nas dike. Huner
bahr e, me ji wê bahrê niqutek hilnedaye. Heke mecalê hunerê tune be, wê çawa
pêş bikeve? Divê mecalê hunerê divê hebe ku were kifş kirin.
Çetoyê Zêdo: Hûn bi gelek
hunermandan xebitîn, hûn di “Wodka Lîmon” de jî hebûn. Hûn bi şanogeran re jî
nexebitîn?

Çetoyê Zêdo: Cara ewil hûn
kengî çûn Kurdistanê?
Egîdê Cimo: Kêfxweşiya
min ew bû, 2003yan em teglîfê festîvala amedê bûn, çaxa ez peya bûm; dema min
erd paç kir, êdî temamê Kurdistanê çûm. Ji bo me xewn bû, cimaetê jî li wir
gelek qîmet da me, em bernedan. Digotin “Mam Egîd çend sal e, tu pif dikî?” Min
jî wan ra digot, va şêşt sal e…
Çetoyê Zêdo: Deqên li ser destê
we çiye?
Egîdê Cimo: Ev,
kurê Selxanilê Beko, sazbend bû, go were şiklê qîzeqê li ser destê te lêkim.
Ewî tûş lê rind nekiriye, destê min heram kiriye.
Çetoyê Zêdo: Ji berê heta
niha kîjan miqam wenda bûn?
Egîdê Cimo: Tiştê
berê sedî pêncî nemane. Dereceya berê rabû, niha ew miqam kêm bûne. Miqamê lepa
giran “Şaror, Sekme, Zûlo, Şahgulê Nêrî”. Miqamê lapê sivik “Yar Xuştî, Laçî,
Koçerî, Sêpê, Hoy Narê” me heye, dikarim ji berê de xweştir lêxim. Ev timam di
radyoyê de hene, lê îro nemane…
Çetoyê Zêdo: Ermen hunera te
çawa dibînin?
Egîdê Cimo: Serî
da bêjim “Dilê Yeman, Yar Xuştî” ya me ye. Ciwan Gasparyan û Komîtas kilamên
dema top kirine, gelek stran birine ser navê Ermeniyan. Ez li nav wan(Ermenî)
pir derketime, ez li vira kêm derketime. Bêtir Radyoyê û nav cimaeta me da
hebûm.
Çetoyê Zêdo: Hêviya we çiye?
Egîdê Cimo: Tevî
yekitî û tifaq di nav çar perçe Kurdan de çê bibe bes e. Hêvî dikim ku em ber
bi wê derêcê diçin.
….
Yorumlar
Yorum Gönder