Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Temmuz, 2013 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

MEMÊ ALAN (Şano, Kovara Jîn, Stenbolê, 1918)

Evdirehîm Rehmî Hekarî (1890-1958)   MEMÊ ALAN (Şano, Kovara Jîn, Stenbolê, 1918)     (Tiyatroya Kurdan Fezîleta Kurdan Noşî Didit)                      DU PERDE PIYES   Eşxas: MEMÊ ALAN LEWEND: Hevalê Memo, Xulamê Mîr ÇAVREŞ: Dayika Memo XEZAL: Jina Memo   PERDA YEKEM   (Odekê Kurmancî xemilandî, bi berr û maforan raxistî. Dîwarê wê, çekêt Memo pê ve hilawistî ne. Çar terefê dîwar doşek, balgî ne.)   MECLÎSA EWİL (Memo, Çavreş) MEMO: (Tenê )     Belê… Îroke Mîr emir kirîye, xeza ye. Neyaran Serhed girtine. Zaryê Kurdan, meazellah dê di ber dest û piyên dijnminan biçit…        Ez ji kî kêmtir im! Ma ez Kurmanc nînim! Ma namûsa her Kurdekî namûsa min nîne! Elbet…Elbet ezê biçim. Qiyamet rabit dîsa ez   diçim. Xwîn seran bibit dîsa ez xwe nagirim. Hetta Xezal jî min meni’ biket dîsa ez nawestîm. Ez Memê Alan im. Mîrê Hekariyan emir kiriye. Hem Sultan Selaheddîn şîrê xwe kêşaye, li pêşîya temamê dinyayê westaya, Qudsa Ş

HEVİND (ŞANO- Hawar Hejmar 20, 1933)

  CELADET ALÎ BEDİRXAN             HEVİND (ŞANO)                                         (Hawar Hejmar 20, 1933)                                                TEMAŞA 1 PERDE Kesên Lîstikê: Serwer Beg : Ji torinên Serhedan Lewend Axa : Serekê Eşîrekê Xurşît Axa : Serekê Eşîrekê Bijîjkek : Pisaxakî Madenê Gurgîn : Pisaxayek Felemêz : Birayê Gurgîn Qeşem : Destgirtiya Gurgîn Menije : Destgirtiya Felemez Qubad : Xulamê Serwer Begê Hevind : Sewiyekî diwanzde salî   Qasidek, Zar û Zêç, Kalek, Pîrejinek, Birîndarin, Segman û Xelk   (Di vebûna perdeyê de pehnava ( Navsera) çiyakî Kurdistanê xuya dibe. Dûre devî û zinar in. Cih cih şiker û ferş, di alîkî de holikek, di ser holikê re aleke kurdî pêl dibe. Ji aliyê rojavayî şiverêyek dirêj dibe û pehnavê digihîne newalê. Ji dûr ve serên çiya yên bi berf diyar in. Di ber devê holikê de Qeşem û Menîje rûniştine, dibihnijin.)     CIVANOK 1 QEŞEM û MENÎJE QEŞEM: (Di xwe dî