Evdirehîm Rehmî Hekarî (1890-1958)
MEMÊ ALAN (Şano, Kovara Jîn, Stenbolê, 1918)
(Tiyatroya Kurdan Fezîleta Kurdan Noşî Didit)
DU PERDE PIYES
Eşxas:
MEMÊ ALAN
LEWEND: Hevalê Memo, Xulamê Mîr
ÇAVREŞ: Dayika Memo
XEZAL: Jina Memo
PERDA
YEKEM
(Odekê
Kurmancî xemilandî, bi berr û maforan raxistî. Dîwarê wê, çekêt Memo pê ve
hilawistî ne. Çar terefê dîwar doşek, balgî ne.)
MECLÎSA
EWİL
(Memo,
Çavreş)
MEMO:
(Tenê) Belê… Îroke
Mîr emir kirîye, xeza ye. Neyaran Serhed girtine. Zaryê Kurdan, meazellah dê di
ber dest û piyên dijnminan biçit…
Ez ji kî kêmtir im! Ma ez Kurmanc nînim!
Ma namûsa her Kurdekî namûsa min nîne! Elbet…Elbet ezê biçim. Qiyamet rabit
dîsa ez diçim. Xwîn seran bibit dîsa ez
xwe nagirim. Hetta Xezal jî min meni’ biket dîsa ez nawestîm. Ez Memê Alan im.
Mîrê Hekariyan emir kiriye. Hem Sultan Selaheddîn şîrê xwe kêşaye, li pêşîya
temamê dinyayê westaya, Qudsa Şerîf muhafeze diket. Umûmê fileyan berhev bûne
ku ewê ji İslamê bistînin. Cuhab ji Mîrê Hekariyan hatiye, em dê biçine
harîkariya wî. Îslam hemî li wê berhev bûne. Ji bo çi? Elbet ji bo xezayê. Ma
ez ji wan nazdartir im! Ma xêra xezayê dê her ji bo wan bit!
(
Dayika Memo ji der da têt. Wekî kurê xwe weha pirr xeyalan dît.)
ÇAVREŞ:
Kurê min, Xwedê xêr ket! Te çi
bihîstiye tu weha pirr hîddet î, çavêt te weha sor bûne?
MEMO:
Dayê, şîrê xwe l imin helal
bike! Dijminan ser li me rakiriye. Hatine Qudsê ji Îslamê bistînin. Û Mîr emir
kiriye, xeza ye; dê biçine xezayê. Madem ez jî Kurd im û ez jî Alan im, bab û
bapîrêt min di vê rê da çûne, divêt ez jî di vê rê da biçim. Te şîrê sipî daye
min. Şîrê xwe li min helal bike.
ÇAVREŞ:
Kurê min, di riya dînê xwe û
di rêya welatê xwe da eger ez te helal nekim, Xwedê jî min helal naket. Eger tu îro neçî, sibê dijmin dê
bêtin. Min tu ji bo rojekê weha xwedan kirî. Ku tu wî ciyî ji bo dîn û welatê xwe bigirî, navê Kurdîtiyê,
Kurmancîtiyê î’la bikî, min şîrê xwe helal kir. Xwedê digel te bî.
MECLÎSA
DUYÊ
(Memo,
Lewend, Çavreş, Xezal)
(Dengê derî têt)
MEMO:
Dayê, wê derî diqutin(heman dibezit). Ew kî ye?
Ooo… Birayê Lewend, kerem ke…
Kerem ke…
(Lewend
ji der da têt.)
LEWEND:
Esselamu aleykum! ( Diçit milê Çavreşê.)
ÇAVREŞ:
Aleykumusselam, kerem ke rûnê
xwarê (Lewend rûdinit). Ser serê min
hatî, ser çavan. Tu qencik î, xweş î? Mal, biçûk çawa nin?
LEWEND:
Xwedê ji te razî bit. Mal, biçûk destê te
radimûsin.
MEMO:
Ser serê birayê xwe hatî.
LEWEND:
Serê te hezarsalî bit. Te xwe
berhev kir, dadê destûra te da?
MEMO:
Me jî heta nuha ew xeber dida.
Dayika min şîrê xwe li min helal kir. Dê karê min biket. Xwedê hez ket em jî
kengê biçin?
LEWEND:
Îroke mirovek ji Başgalan
hatiye. Go “ Mîr heta Çolemêrgê çûye”. Lazim e di vê hefteyê da em li Çolemêrgê
berhev bibin.
MEMO:
Îroke xwe berhev bikin, sibê
zû ca em rê biçin.
LEWEND:
Destûra min bide, ez jî biçim
xwe berhev kim.
MEMO:
Li ser serê min hatî.( Lewend diçit.)
ÇAVREŞ:
( Xwe
bi xwe) Ya Rebbî, ewladê min emanetê
te yê! Tu firset û silametîyê bidî yê!
(
Temaşa Memo diket.)
Kurê min, Xwedê digel te bî!
Ez biçim, karê zewada te bikim.( Çavreş
diçit.)
MEMO
(Xwe
bi xwe) Ey Xaliqê min, te çi lutfek
mezin bi min ra kiriye, dayek xwedanhemiyet te daye min! Çi ya wicdana min emir
diket, ew pê razî ye. Çu caran nabit maniê şolan. Ez wê diçim ba Xezalê… Bûka
hefteyekê ye. Ez bihêlim di cî da ma însaf e? Belê, însaf e. Lewra evînîya
welatî ji hemî evîniyan mestir e. Ew jî pê razî ye. Ez biçim xazî bibim, ca ew
jî bibite herema xaziyekî. Lazim e ew jî fexrê biket.
(
Piçek mulaheze diket. Wê wextê Xezal ji der da têt. Di destekî da desmal, çavê
xwe paqij diket. Memo destî digirit, rûdinite xwarê.)
MEMO:
Xezal, te xêr e? Tu bo çi
digirî?
XEZAL:
Ma hun naçin!
MEMO:
Belê. Ji ber çûyina min lazim
e tu bigirî!
XEZAL:
Wekî tu çûyî, paş te ez dê çi
bikim! Ma mimkun e jîna min! Wekî tu çûyî, rûhê min jî diçit. Min digel xwe
bibe.
MEMO:
Di şerêt weha da şerm e jin
digel me bên. Hem jî dayika min tenê ye. Tu dê çawa bihêlî!
XEZAL:
Ez şev roj xidamî ji dayika te
ra bikim ez jê aciz nabim, ez jê têr nabim
(
rohnikan îzhar diket.) Ez dê çawa te
bidim destê felekê, dê çawa ji te dûr bibim!
MEMO:
(Bi
anheng)
Îro heft e dawet kirî
Xezalê (Xezayê) ez ji te kirî
Ez diçime ber kafirî
Xezala min, delala min, bes
bigirî
XEZAL:
Memo îro bû eskere
Evîniya me bû kesere
Tu min bibe digel xwe, here
Yan bikuje, yan bikuj paşê
here
MEMO:
Tu bes rohnikan bibarîne
Îro dijmin li me kîn e
Westana min laiq nîne
Xezala min, delala min, bes
bigirî
(Xezal
nehişyar dikevit.)
(Perde Dikevit)
PERDA DUWEM
(Perde vedibit. Dîsa rayxistina berê. Xezal bi tenê ser
doşekê rûniştî ye, milehezan diket û yekcar)
XEZAL:
Ah…
ya Rebbî, eve bû salek çu cewab ji Memê nehat. Carek dîtir min Memê dîtiba,
bila melekê mewtê hatiba, emanetê xwe ji min girtiba! ( Radibit pîyan) Ah… Ah… Eve çi jîn e! Ma mirov ji bo derd û eleman
hatiye dinyayê!
ÇAVREŞ:
(Ji der da têt.) Xezal, Xwedê xêr ket, te çi ye? Dîsa tu wê digiriyan!
Ji ber lawê min negirî, negirî! Mizgîna min li te, îroke mirovek ji ordûgahê
hatiye, leşkerê me berdaye dijminan, dijmin teslîm bûne, Memê silamet e, van
rojan dê bêt…
XEZAL:
(Bê xwe) Xwedê guh dengê te bî!
(Xwe berhev diket, gotina xwe
poşman bû, pêş xesîya xwe şerm kir.)
ÇAVREŞ:
Xezal,
Xwedê wekî Memê da min, tu jî ji bo Memê hatî dinyayê. Şerm neke.
Ez îftîxarê
bi te dikim ku tu bûka min î. Memê çend law e, tu jî hinde delal î. Memê çend
camêr û xwedan mêrînî ye, tu jî hinde xwedan îsmet î.
Ez li
pêş te nabêjim, Xwedê şahid e, hemî cihan ez dibêjim. Çunkî rastîyê mirov înkar
biket bêînsafî ye. Xwedê e herdukan bo min bihêlit.
(Dengê derî têt, Xezal diçit.)
XEZAL:
Ew kî
ye?
DENGEK:
Ez
im.
(Xulamek ji der da têt.)
XULAM:
Xaleta
Çavreş, xanima min got bila heta lêre kerem biket.
ÇAVREŞ:
(Dibêjite Xezalê) Xezal, ez wê diçim, emanetê te ev der.
(Çavreş diçit, Xezal tenê
diminit.)
XEZAL:
Ah…
Ah… Xwesîya min mizgînî da min. Eceba rast e, carek dî em dê bigîhîne yek?
( Dengê derî têt,
Xezalê dibezit.)
XEZAL:
Ew kî
ye?
DENGEK:
Mêhvan
e.
(Poşîya xwe bi devê xwe
digirt, derî vediket.)
XEZAL:
Kerem
ke!
MÊHVAN:
(Temaşe diket nas naket) Selamun aleykum.
XEZAL:
Aleykumusselam.
Kerem ke, ser serê min hatî.
MÊHVAN:
(Rûdinêt) Xwedê ji te razî bit.
XEZAL:
(Tasek dew tînit, destê xwe didite sînga xwe)
Kerem ke.
MÊVAN:
(Dew digirit, dewê xwe vedixut) Min gelek ji te minet e.
(Xezal diçit karê nanî biket.)
MÊHVAN:
Zehmetê
nekêşe. Vê gavê ez westame, ez neşêm çu bixum.
XEZAL:
Mêhvan
mêhvanêt Xwedê ne, çawan emir bikin em mecbûr in emrê wan bi cî bînin.
MÊHVAN:
Xwedê
kêmasî neket. Pirsyar bêeyb in, ez dê tiştekî
ji te
pirs bikim.
XEZAL:
Emir
ke.
MÊHVAN:
Hun
keça malê ne, yan bûka malê ne?
XEZAL:
Hun mêhvan neban, miqabilê vê suala te lazim tat ez bi
çekan cewab bidim. Hinde qeder heye tu mêhvan î,qedrê mêhvaniyê ser me wacib e
û çu Kurdan di mala xwe da deng mêhvanan nekiriye û daîma Kurmancan di riya
mêhvanê xwe da can daye. Dijminê Kurmancan bibite mêhvan, dîsa qebûl dikin û
qedrî digirin û xizmetê bo dikin.
MÊHVAN:
Xezala
min! Sed aferîn bo îsmeta te! Ez fexrê bi te dikim! Te ez nenasîm, ez Memo me!
Şîrê te xwarî li te helal bit
(Hema radibit,
destê Xezalê digirit.)
XEZAL:
(Yekcar hereketa xwe tebdîl
kir, bê îxtîyar) Ah…
(Her du xwe li stûyê yek didin, ser doşekê
dikevin, nehişyar dibin.)
(Çavreş dert diqutit. Kes derî naveket. Derî
dişikînit, ji der da têt. Bûka xwe di wî halî da dibînit. Temaşe diket, nanasit.)
ÇAVREŞ:
Ecaîb,
qet mimjun e ev jî dê biba! Namûsa kurê min ma mimkun e weha di destê neyaran
pamal bibit! Ev çi xaînî ye! Ne xêr, ne xêr! (Carek dî diçit temaşe diket.) Lazim e ez bibirrim, yan bikujim! Qet
çu Kurd namûsa xwe weha bibînit, nawestit! Belê, ew namûsa min û emanetê min e!
(Carek dî diçit temaşe diket, tête xeleyan.)
ÇAVREŞ:
Belê,
belê… Kuştin… Ji xêrê wê çu dîtir nîne…Xwedê jî ji min napirsit… Çunkî li ser
namûsê ye…
(Heman dibezite.
Rim anî. Tînit datîne li ser sînga kurê xwe.)
ÇAVREŞ:
Han
bo te darba namûsê, ey canawerê namûsê!
MEMO:
…Dadê…
XEZAL:
(Heman hişyar dibit, rimê di sînga Memo
dibînit, dibêjite xesîye xwe.) Way te çavê xwe kor kir (li nav serê xwe didit.)
XEZAL
û ÇAVREŞ:
(Her du digel yek bi aheng)
Herê
Memo, Memê Ebasî, Ebasî!
Birîndaro
Memo, dayê kor bit, nenasî!
(Perde
Dikevit)
Evdirehîm
Rehmî Hekarî (1890-1958)
Helbestvan û
nivîskarê navdar ê welatparêz ,di sala 1890î de li navçeya Elbaka Wanê hatiye
dinê. Hem ji aliyê bav hem ji aliyê dêya xwe ve ji binemalên mezin ê qedîmên
Hekarya ye. Xwendina xwe ya seretayî li Elbakê, ya navîn li Wanê û ya bilind jî
li Stenbolê di zanîngeha Teolojiyê de temam kiriye.
Evdirehîm Rehmî,
hem ji binemaleke oldar hatiye,hem jî wî bi xwe xwendina olî dîtiye. Ji ber vê
xwendina olî û her wiha jîrî û zanyariya xwe ya takekesîtî li Tirkiyê bûye
teologekî navdar.
E. Rehmî hem berî dîliya xwe li Kurdistan
û Stenbolê û hem jî di demên dîliyê de li Urisatê xebata nivîskarî hîndekariya
olî dike. Lê belê, piştî vedigere Stenbolê di nav kar û xebata Kurdîtiyê de cîh
digire. Ji destpêkê heta dawiyê di kovara Jînê de (1918-1919) dinivîse. Her
wiha tevî xebata pratîk a polîtîk jî dibe û digel ronakbîrên navdar ên wê demê;
Emîn Alî Bedirxan, Seyid Evdilqadir Geylanî, Seîd Kurdî, Memdûh Selîm Beg, Evdilwahid
Berzencî û hwd. dibe endamekî karîger ê
“Komela Pêşketina Kurdistan” û “Komela Xwendekarên Kurd-Hêvî”.
Di 9ê Sibata 1958an de li Stenbolê çûye ser dilovaniya
xwe û li wê derê hatiye veşartin. Evdirehîm Rehmî, xezûrê nivîskar Mûsa Anter
e.
Yorumlar
Yorum Gönder