Mehmet Uzun: Tu dikarî ji kerema xwe hinekî behsa xwe û jiyana xwe bikî? Hesenê Metê: Di sala 1957an de li gundekî Erxenî ji diya xwe bûme. Zaroktiya min li gund buhuriye, dûre bi qasî deh salan ez li hêla Mêrsînê mame. Piştî jûnta 1979 an ez jî mecbûr mame ku ji welêt derkevim. Di sala 1983an de ez hatime Swêd. Te kengî û çawan dest bi nivisînê kir? Çi tesîr li te kir? Ez bawer im aksiyona nivîsandinê, bi gotineke din karê nivîsandinê, ne karekî wusa ye ku meriv di demekê de an jî di carekê de biryara xwe bide û dest pê bike. Destpêka nivîsandinê, dûmahîka prosesekê ye. Proseseke mereqdarî, daxwaz û hunermendiya rûhî ye. Bêguman ev tişta, dûre di dewlemendiya jiyanê re derbas dibe, tev stîl, form û hûnandinên xweş, tê li jîrî û zanebûna meriv disekine. Û ev prosesa ji bo min hîn jî dom dike. Ji ber vê yekê gelek dijwar e -bi kêmanî ji bo min- ku ez bibêjim, min di payiza sala x’ê de dest bi nivîsandinê kir, an jî ezê dest pê bikim. Piştî ku ez ji welêt d...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!