Hesenê
Metê: Di sala 1957an de li gundekî Erxenî ji diya xwe
bûme. Zaroktiya min li gund buhuriye, dûre bi qasî deh salan ez li hêla Mêrsînê
mame. Piştî jûnta 1979 an ez jî mecbûr mame ku ji welêt derkevim. Di sala
1983an de ez hatime Swêd.
Te kengî û çawan dest bi nivisînê kir? Çi tesîr li te kir?
Ez bawer im aksiyona
nivîsandinê, bi gotineke din karê nivîsandinê, ne karekî wusa ye ku
meriv di demekê de an jî di carekê de biryara xwe bide û dest pê bike. Destpêka
nivîsandinê, dûmahîka prosesekê ye. Proseseke mereqdarî, daxwaz û hunermendiya
rûhî ye. Bêguman ev tişta, dûre di dewlemendiya jiyanê re derbas dibe, tev
stîl, form û hûnandinên xweş, tê li jîrî û zanebûna meriv disekine. Û ev
prosesa ji bo min hîn jî dom dike. Ji ber vê yekê gelek dijwar e -bi kêmanî ji
bo min- ku ez bibêjim, min di payiza sala x’ê de dest bi nivîsandinê kir, an jî
ezê dest pê bikim. Piştî ku ez ji welêt derketime, pirsa nivîsandinê her di
ruhê min de hebûye û min nivîsandiye jî. Li ne bi mana ku ewê çap bibe,û bi
kurmancî jî nîne.
Nivîsandina bi kurmancî, min li Swêdê dest pê kiriye,
piştî sê termîn kursa kurmancî -hezar carî mala wî ava- Ekrem kurseke zimanê
kurdî vekirî bû bi çend hevalan re me dixwest, em kurdiya xwe bi pêş bixin. Ji
bo vê yekê jî me karê wergerandinê da pêşiya xwe û me her yekî çend çîrokên Çêxov
wergerandin.
Bi navê “Keça kapîtan” min romaneke Aleksandr Pûşkîn
wergerand û da çapê (1988).
Ew kurteçîrokên Çêxov, yên ku min wergerandibûn, dû re tev wergerên hevalên din bi navê “Mirina Karmend” weke pirtûkekê hate çapkirin (1989).
Ew kurteçîrokên Çêxov, yên ku min wergerandibûn, dû re tev wergerên hevalên din bi navê “Mirina Karmend” weke pirtûkekê hate çapkirin (1989).
Hinek kurteçîrok û mijarên ku di nav xelkê de, bi
manedarî têne gotin, min xwest ez wan bi awakî edebî binivîsînim. Çi ji destê
min hat, min kir û bi navê “Ardû” ew jî weke pirtûkekî çap bû (1990).
Çardeh kurteçîrokên ku min nivîsî bûn û gelekî wan jî di rojname û kovaran de çap bûbûn, min di pirtûkekê de berhevkir û bi navê “Smîrnoff” da çapê (1991).
Bi navê “Merivên Reben” min romaneke Dostoyevskî wergerand û da çapê (1991). Wekî din jî min ji Aleksandr Pûşkîn pênc çîrokên ku bi navê “Çîrokên Biyelkîn” in, wergerandine û nuha li ber destê min e ku ez wan ji bo çapê amede bikim. Ev hemû berhemên ha jî li Swêd hatine çapkirin.
Çardeh kurteçîrokên ku min nivîsî bûn û gelekî wan jî di rojname û kovaran de çap bûbûn, min di pirtûkekê de berhevkir û bi navê “Smîrnoff” da çapê (1991).
Bi navê “Merivên Reben” min romaneke Dostoyevskî wergerand û da çapê (1991). Wekî din jî min ji Aleksandr Pûşkîn pênc çîrokên ku bi navê “Çîrokên Biyelkîn” in, wergerandine û nuha li ber destê min e ku ez wan ji bo çapê amede bikim. Ev hemû berhemên ha jî li Swêd hatine çapkirin.
- Bi baweriya te, rewşa ziman û edebiyata
kurdî îroj çawa ne?
Bi Baweriya min hinek problemên zimanê kurmancî
hene. Problemên ku di roja îroyin de rewşa kurdan dest nade ku çareser bikin.
Gramer û ferheng, lewra baştirîn karê gramer û ferhengî bi otorîta zanistiyeke
akademîk dibe. Otorîta zanistiyeke akademîk jî bi otorîta dewletekê dibe.

Ku mirov bala xwe bidine karê wan kesên ku gramerê xebitîne an jî dixebitin, di nav êş û zikreşiyêkê de ne. Mîr Celadet Bedirxan bi zanîna gelek zimanan, tev zimanzanên biyanî, gramerek ava kiriye. Îro kêm kes li gor gramera wî dinivîsîne. Serqîsê; lêker, negasion…hwd. Di nav me kurdan de jî îro ez wê têgihiştinê nabînim ku li gel her dijwariyê werine ba hev, bi hev re li gor zanebûn û kanebûna xwe bi hinek guhertinên radikal gramerên heyî nû bikin, guhertinên ku dibin, her kes li gor xwe dike. Ev jî anarşî û aloziyekê derdixe pêş.
Ji hêla ferhengê de pêwîstiyeke me ya mezin ji ferhengekê heye. Lê bi tevahî rewşa zimanê kurmancî di roja îroyîn de ewqas ne xirab e. Ez bi vî zimanî dipeyivim, dixwînim, dinivîsînim û di vî zimanî de hêdî hêdî karê wergerê jî dibe. Ku ev problemên gramer û ferhengî jî çareser bibûya, birîna pişta me ê ber bi kewandinê biçûya.
Ku em werin ser edebiyata kurmancî ez bi xwe îro
edebiyatê bi derketina çend pirtûkan nikanim
bipîvim. Îro zêde ne dijware ku meriv pirtûkekê binivîsînin, navê çîrok,
piyes an jî romaneke lê bikin û çap jî bikin. Ev pir rehet e. Lê ez hebûna edebiyatê,
têgihiştina edebiyatê dibînim. Mixabin vê têgihiştinê jî îro bi gelemperî ez di
nav me de nabînim. Edebiyat hinek prensîbên xwe hene, nivîskarê xwe hene, xwendevan
û rexnegirên xwe hene, lêkolînerên xwe hene, fakultên xwe hene, edebiyat bir
birpisiyariyeke xwe heye… Û ji bilî van hemû tiştn jî edebiyat gelek celebên
xwe hene. Lê di vî warê de ez tiştekî berbiçav û cîgirtî nabînim ku li ser
dîtinên xwe bibêjim. Rast e, destpêkek heye û hinek tişt tenê nivîsandin, lê ku
meriv navê edebiyatê li viya bike, wê çaxê ezê weha bi lêv bikim: Edebiyata
Kurmancî di dewra naşitiya xwe de ye. Zêtir jî nîne.
Gelek in, lê
ne tiştekî maqûl e ku ez nuha de çêli wan bikim.
* Ji
“Antolojiya Edebiyata Kurmancî” (Tümzamanlar Yayıncılık, 1995, Rûpel: 374-376)
Yorumlar
Yorum Gönder