Yek ji wan tiştên ku bi Kurmancî dema tê qalkirin û rûkeniyekê bi xwe re tîne, mumkun e ku ew berû be. Li ba we çawa ye nizanim, lê ez şahid im ku li kîjan civat an sohbetê, gotina berûyê derbas bibe, çîrok û galegal geştir dibe. Ê min bi xwe, yekser zaroktiyê tîne bîra min. Belkî bê bîra hemû kesên ku ji ahlên gunda ne jî… Heta mirov dikare “îmaja berûyê” bi pênaseyeke wêdetir jî bike: Berû ji bi şekil û şemala xwe, nîşaneya zarokên nifşê folklorê yên vê dawiyê ne. (Ev nifş piştî salên 90î hilatin, lê weke nûmûne mabin divê mirov li wan miqate be.) Ne bawer im yekî “bajarî” ji berûyan fam bike, belkî bixwe û gotinên şor bike! Bi awayekî din berû bi qasî nanê tenûrê yê germ î malê ye; lê li derve ne bi qasî nanê firnê yî bajêr meşhûr e! Loma aydî serdama borî ye an jî a zaroktiyê ye… Ji bo xatirê zaroktiya xwe ez ji berûyê hez dikim. Berû piştî lîstina bi heriyê, yek ji wan pêlîstokên min î sereke bû. Ger tiştek biqîmet be, mirov li ser şer dikin(dikirin), li ser “xa...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!