Keremê Anqosî , di 10ê Kewçêra 1937an de li Tiblîsê, di malbateke ji împeratoriya Osmanî koçkirî çêbûye. Dê û bavê wî weke hemû niştecihên Kurd-Ezîdî yên li Gurcîstanê, ji ber komkujiyê, ji Kurdistanê koçî sînorê Rûsan bûne û li Qafqasê belav bûne. Keremê Anqosî, zanîstê rojhilatnasiyê ye û pisporê zimanê Kurdî ye. Nivîskarê gelek pirtûk û gotarên li ser dîrok, etnografya, wêje, ziman, folklora Kurdan û dînê Eziditiyê ye. Aktîvîstekî hînkerê çandî û civakî ye. Di hemû jiyana xwe de, ew weke nivîskar, rojnameger, mamoste, rêvebebir û serokê civata Kurdan gelek kar kiriye. Ji avakarê Radyoya Kurdî ya Gurcîstinê ye, di 1978an vir ve karên nivîsê ya weşana Kurdî di radyoyê hê jî li wir weke edîtorê sereke dixebite. Ew ji salên 1970yî de serkêşê gelek çalakiyên civakî, polîtîk, çandî û perwerdî ji bo hînbûna zimanê Kurdî de, parastin û qebûlkirindana mafên Kurdan weke netewên kêmar de xebitiye. Di gelek rojname û pirtûkên kurdî de edîtorî û weşangeriyê kiriye. Keremê ...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!