Keremê
Anqosî, di 10ê Kewçêra 1937an de
li Tiblîsê, di malbateke ji împeratoriya Osmanî koçkirî çêbûye. Dê û bavê wî
weke hemû niştecihên Kurd-Ezîdî yên li Gurcîstanê, ji ber komkujiyê, ji
Kurdistanê koçî sînorê Rûsan bûne û li Qafqasê belav bûne.

Keremê Anqosî, lîse di 1956an de bi
bi serketî kuta kir û bi madalyaya zêr tê xelatkirin. Di heman salê de li
Zanîngeha Tîblîsê ya Dewletê dest bi xwendina beşa fîzîkê dike. Ji bo ku zanîna
xwe ya ziman, dîrok û çanda Kurdî pêş bixe, fakulteya xebatên Rojhilatî beşa
Fîlolojiya Îranî di 1961an xelas dike û weke lêkolîner li heman enstîtûyê
xebatên xwe didomîne.
Berî ku dest bi karên rêvebiriya
Partiya Komîst bike, li Bakuyê perwerdehiya bilind ya partiya Komunîst diqedîne.
Di 1979an de derbasî xebatên Partiyê Kominîst dibe. Di dezgeha Komîteya Navendî
ya Partiya Kominîst a Gurcîstanê, di beşa ajitasyon û propagandayê de heta hilweşîna
Sovyetê di sala 1991ê de dixebite.
Bi serkêşiya wî; lijneya bajêr ya
mamosteyên Kurd ên Tîblîsê, lijneya rêveber ya wekîlên Kurd yên Tîblîsê, beşê
hunermêndên Kurd di bin banê “Yekîtiya Hunarmendên Gurcîstanê” de dadimezirîne
û di 1979an de di pêşketin û dirûvgirtina Tiyatro Kurdî li Tîblîsê de dixebite.
Keremê Anqosî gelek çalakiyên mîna
pîrozahî, civînên zanîstî, çand û hunerî, konser û festîval birêvebir. Bi
temsîlkarê Kurdên dinê re, festîvalên baweriya Ezidiyan, ders û semînerên li
ser dîrok, çand, ziman, wêje û baweriya Kurdan organîze kiriye û bi rêve
biriye. Gelek hevdîtin û gerên ji bo komên folklora Kurdan ên li bajarên cuda û
komarên Yekitiya Sovyetê ya kevn organize kiriye. Pêşandina xebatên hunermendên
Kurd yên profesyonel û çapkirina albûmên wan yên ewil dîsa ji alî Keremê Anqosî
di 1980an û 1989an de hatiye organîze kirin. Ew amadekar û pêşkêşvanê gelek
bernameyên Tv û radyoyan yên di derheqê jiyan, çand û hunerê de ye. Wî hertim dersên
Kurdî bêpere daye Kurdên li Gurcîstanê.
Di
1988an de Keremê Anqosî yek ji avakar û serkêşê van organîzasyonên Kurdan yên
dervî hikûmetê bû: “Fona Ji bo parastina maf, bawerî û mîrateya çandî ya Kurdan
ya Navnetewî”, “Navenda Baweriya Êzîdîtiyê”, “Yekîtiya Temsîlkarên Ronakbîrên
Kurd”, “Beşa Kurdan ya fonên UNESCO li Gurcîstanê”.
Keremê Anqosi tevlî gelek kongre û
konferansên navnetewî yên li ser pirsgirêkên xebatên rojhilatnasiyê bûye ku di
nav wan de kongreya cîhana Êzidiyan li Elmanya ya sala 2000an û konferansa
zanistî ya Kurdan li Kurdistana Iraqê bajarê Erbîlê ya sala 2006an jî heye.
Di 1992an de Keremê Anqosi komeleyek
dervî hikûmetê, bi însiyatîfa xwe ku ji pênc komeleyên cuda pêk dihat bi navê
“Civaka Welatiyên Kurd yên Gurcîstanê” ava dike. Di1997an de ev kom dîsa bi
însiyatîfa wî re dibe “Yekîtiya Êzidiyên Gurcîstanê” û ew weke serokê vê
yekîtiyê tê bijartin.
Di 1999an de rojnameya Kurdî ya ewil
“Gelavej” û rojnameya Gurcî “Kurdên Gurcîstanê li mala Qafqasan” li Tîblîsê ji
aliyê Kerîm Anqosi ve hatiye weşandin û wî bi pereyê xwe derxistiye û hê jî editoriya
wan dike.
Di heman katê de wî foneke bêhempa ya mûzîkê ya qeyda radyoyê ji
bo stranbêjên navdarên folklora Kurdî û stranbêjên li Gurcîstanê dijîn
bidestxistiye. Helbest û çîrokên wî bi Kurdî û Gurcî hatine weşandin. Hin stranên Kurdî yên navdar
nivîsandiye û hinên wan jî melodiya wan çêkiriye weke ; “Lêxin Brano”, “Emê Herne
Kurdistanê”, “Hernepêş Pêşmerge”, “Hola Ezîda Sor e”(Lawja Êzîdiyan), “Ax,
Kuştim Şêrînê”( Peyvên wê yên Cegerxwîn), “Welato”…
Keremê Anqosî di zimanên din de
gotar û pirtûkên zanistî yên li ser zimanê Kurdî, wêje, dîrok, etnografî,
folklor, dînê Ezîdîtiyê weşandine. Pê re pirtûkên wî yên duzimanî yên ewil bi
Kurdî-Rûsî û bi Kurdî-Gurcî pirtûkên elîfbayê, materyalên folklora Kurdan, çend
koleksiyonên diayên Êzîdîtiyê weşandine û editoriya pirtûkên cur be cur yên
Kurdî jî kiriye.
Kerem Anqosi bi caran ji bo komîte û
komisyonên cuda yên bilind ên komarê hate bijartin. Ew mirovê pispor yê dadgeha
bilind ya Gurcîstanê, endamê komîteya hilbijartinê ya Gurcîstanê, endamê heyeta
Presidiumên Sovyetê yên mezinên Kafkasya, endamê Presidiumên civaka “Tîblîsê”
ye. Ew bi xelatên dewletê yên cuda hatiye xelatkirin ku di nav wan de xelata
“Nîşana Rûmetê ya Georgiya” jî heye.
Keremê Anqosî endamê yekîtiya
rojnamegerên Gurcîstanê ye. Bi xwendekariya xwe re dest bi xebatên hevkariya di
navbera xwendekarên Kurd yên Ewrûpa û yên din de kiriye. Di heman demê de bi
roleke çalak tevlî xebata konferansa Partiya Demokratîk ya Kurdîstanê bû û li
vir bi gelek zanîstên Kurd yên naskirî, nivîskar û kesên polîtîk yên tevgerên
netewî yên Kurdan re civîya.
Keremê Anqosî bavê du zaroka ye. Navê
xanima wî Zina Ankosi ye, ew di 1951an de çêbûye û endezyara endustriyê ye.
Qîza wî ya mezin Medîna di 1973an de çêbûye, Akademiya werzîş û Çanda Fizîkî li
Georgiya kuta kiriye û weke antrenorê tîma artîstîk jîmnastîk a netewî ya Swêdê
de dixebite. Qîza ya biçûk Gulçînê, di 1975an de çêbûye, û weke parêzer li
Elmanya dixebite.
Hevpeyvîn:
Çetoyê Zêdo: Cenabê te di hemû
jiyana xwe de ewqas kar û bar hilgirt, niha hûn bi çi mijûl in?

Çetoyê Zêdo: Jiyana Kurdên
Gurcîstanê li gora berê çawa ye?
Keremê Anqosî: Zemanê Sovyetê hukumet
alikariya me dikir. Sovyêt ji bo çanda me kurda xêr bû, niha tiştek tune xelkê
me feqîr e, niha hertişt bi pera ye.
Çetoyê Zêdo: Rewşa civak û hunara
Kurdî niha li Gurcîstanê di çi rewşê de ye?
Keremê Anqosî: Niha di halekî giran de
ye. Lê heyf, wexta Sovyet hilweşiya gelek hunermend, nivîskar û şanoger tevde
çûn belav bûn. Hemû tiştên me bi Sovyetê ra hilweşiya lê tu yê bêjî ji bo kurda
hilweşiya, her tiştê me jî hilweşiya.
Çetoyê Zêdo: Dema mirov bala xwe
bide hemû sazî û dezgeyên Gurcîstanê, bi pêşengî û alikariya cenabê te çêbûne.
Li Tiblîsê şanoya Kurdî çawa pêk hat?
Keremê Anqosî: Bi xwendekariya xwe re
di 1956-57an de, cara ewil organîzasyonek ji bo civata Kurdên Gurcîstanê pêk
anî. Bi navê “Lijneya bi xortên Kurdan re xebat” di bin banê komîteya
şaredariyê, ya komela kominîstên ciwan ya Tîblîsê me ava kir û heta 1975an min
serkêşiya wê kir. Ji bo ku bixebitin min cihê komê da wan mamosteyê şanoyê. Min
çiqa alikari dida wan tiyatroyan, ew bû Cerdoyê Esed. Ji bo xebatê di studyaya şanoya
de Cerdoyê Esed, şaîr bû, wî perwerdehiya ziman dida şanogeran. Hemû cahil û
xwendevanên me di nav Yekitiya Cahilên Kurdan de kom bibûn. Çend mehan xebitîn,
Cerdo Esed ziman hîn dikir. Wê çaxê keçeke enstituya şanoyê temam kiribû, wê di
şanoya Rûsa da şêwirdarê rejisorê mezin kiribû, navê wê Zînê Taloêva ye, niha
li Amerika dimîne. Min ji re go bila were, piştî Cerdoyê Esed, Miraz Caferov
hat, di redeksiyana Ermenan de bû, Miraz li Gurcîstanê gelek şano li vir
derxist. Şixlê me yê şanoyê baş bû, hukumet alikarî dikir. Andok Çildergûşî û jina
Andok “Kulîlk” jî hebû. Ji wan şanogeran hin kes, niha li Gurcistanê dijîn.
Çetoyê Zêdo: Niha çima şano û
hunera Kurdî li vir ne zindî ye?
Keremê Anqosî: Qeweta me digihiştê
berê, lê niha em yaxtiyarbûn nema ji min tê. Ez berê di merkeza komitaya partî
de dixebitîm. Heger hezkirin û baweriya wan şanogeran tuneba bo miletê xwe, bi
hezkirin û ji dilê xwa, bi çand û şanoya xwe xerc dikirin, bê pere dikirin. Min
ji bo miletê xwe kar dikir, ez welatparêz bûm. Bav û kalê min ji welatê xwe
derketibûn, xwendin bo me guneh bû, lê hukumetê me bi zorê dibir mektebê. Lê
niha em ji hev belav bûne, îmkanên me tune ne. Wextê ku em diroka xwe nizanibin
em ê bihelin herin..
Çetoyê Zêdo: Piştî hilweşîna
Sovyetê, li Gurcîstanê hûn bi çi mijûl bûn?
Keremê Anqosî: Berê li vir salê pênc-
şeş cara şevên taybet dihate kirin. Heta hilweşîna Sovyetê salên baş bûn, niha
tiştek nema. Hukumet me ra xêr bû, xwendin bû çand bû, pîşenge bû; ji Êrîvanê
hunermend dihatin diçûn. Salonên mezin hebûn, hukumet piştevaniyê me bû.
Çetoyê Zêdo: Têkiliyên we bi
Kurdîstana Bakur û Başûr re çawa bû?
Keremê Anqosî: Em dûrî Kurdîstanê bûn
lê me ji Kurdîstanê xweştir çand û zimanê xwe xwedî dikir. Bona çanda me, li
vira û li Rewanê me ji kurdistanê bêtir kar dikir. Divê vana werîn zanîn, hin
kêmasiyên me hebûn lê keda me xweş bû. Eva timam keda bav û kalê me bûn. Merê
Elîşêrê Xwedê be, nikare bi tenê tiştekî bike. Em kurd milett in , zimanê me
heye çanda me heye. Berê nedigotin, ka pere em bikin, me dikir. Rojên xweş bûn;
Ermenîstan û Gurcîstanê çi hebû, li Kurdistanê nebû. Me ziman xweyî kir, me zimanê xwa pêşve bir.
Em xwadî derketin, me digo bila zanibin xîreta me heye, sed heyf e ku niha
alîkarî tuneye.
Çetoyê Zêdo: Hevkariya bi Kurdên
Gurcîstanê hûn çawa dibînin?
Keremê Anqosî: Niha Kurdên Tiblîsê
nayên hesibandin. Kes me nas nake. Ku Sovyet hilneweşiya niha hertiştê me hebû.
Têkiliya me nebaş e, bila dema ku li Kurdistanê şahiyên çanda Kurdî dibe, di
festivalan de hin hunermendên ji vir jî beşdar bibin, ma qey nikarin dawet
bikin? Yek bila here Wanê, Amedê, Mêrdinê bila dilê wan li welat germ bibe,
bila Kurdistana bakur bibînin, em hevdû nas bikin. Bona xweykirina çanda me,
milletê me yê Tiblîse keda wan heye, divê yekî ji Tiblisê jî dawet bikin.
Têkîli li kurdistanê û li vir çê bibe ma xerab e? Wê kî piparêze li vir çanda
kurdî? Par Wezereta Çandê ya Kurdîstanê dema ku me wiha jê re go, gotin: em
nikarin alikariyê bikin? Niha em mîna garisekî bala bûne.
Zor Spas nivîsek gellek xweş... https://cahit-cagabey.blogspot.com/2024/11/edirne-iskodra-kusatmasnda-kurtler.html
YanıtlaSil