Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Mart, 2015 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Roja Şanoyê ya Cîhanê, 27ê Adarê 2015

Li Dinyay ê Roja Şanoy ê 2015, 27 ê Adar ê Nivîskar ê Peyama Roja Şanoy ê a sala 2015an derh ê ner ê polonî Krzysztof Warlikowski ye! Peyama Roja Şanoy ê ya Cîhanê  2015 Hostay ê n rasteqîn ê n şanoy ê bi piranî ji sehney ê d û r in. Û bi gelemperî , wek mak îneyeke dubarekirin û n û vehilberî na ql îşeyan ew li şanoy ê nanerin. Ew di nav lêger îna kaniya l ê dana rehjen ê , herka jiyan ê de ne ya ku çav l ê ye biqevizin di ser eywan ê n p êşande û h ê wirzeya mirovan re ku di nav hewla kopîkirina ji hin cîhanan yek ê ne. Ji d ê vla ku biafirî nin em ew c îhan ê n ku li ser temaşevanekî , li ser hest ê n di bin erd ê de hilt ê n h û r dibin an heta xwe disp ê rin ê , z ê de d i kin.  Û ya rast, tu tiştek tuneye ku ji şanoy ê çê tir ew hest ê n veşartî derxîne hol ê .  Pirî caran wek r ê ber ez li pexşan ê vedigerim. Roj bi roj li xwe hay dibim ku ez li ser wan nivîskarên ku n ê zî sed sal ber ê bi awayekî kahînî l ê dîsa jî bi ihtiyat hilweşîna xweday ê n ewro

Derhênerê Dawîn ê Şanoya Kurdî ya Sovyetê/Elegezê: Rizganê Emo

Rizganê Emo , di sala 1950î hate dunyê. Dibistana seretayî li gundê Ortaçiya xwend. Pişt re dibîstana navîn li nehiya Axbaranê pişt re li Elegezê xwendina xwe xelas dike. Di navbera salên 1969 û 1971ê de ji bo eskeriya Sovyetê diçe li Elmanya. Perwerdehiya şanoyê li Moskowê di 1973an de destpê dike û dereceyeke serketî tê qebûl kirin, pişt re derfetên wî nahêle li wir dewam bike û perwerdehiya xwe li Ermenîstanê heta sala 1977an didomîne û di sala 1978an mezûn dibe. Yekem derheneriya şanoyê bi lîstika “Teyrê Elegezê” di sala 1978an dike û destûra Rejîsoriyê bi vê pêşandeyê hildigre.  Bi lîstikvanên Kurd yên ji Elegezê re, ji 1978an heta sala 1988an bi dehan şanoyên Kurdî derxist. Heta ku erdheja Ermenîstanê ku di sala 1988an weke berpirsê giştî yê şanoya Elegezê xebitî. Di erdheja 1988an de, gelek mirov jiyana xwe ji dest dabû, bi vê erdhejê re tevî avahiya qulûba şanogeran û sehneya şanoya Kurdî ya Elegezê jî hildiweşe û êdî careke din ava nabe. Piştî vê erdhejê şanoya prosyonel î Ku

Şovelyekî Şanogeriya Kurdî: Hilmî Demirer

Hilmi Demirer , di sala 1946an de li Binxeta Sûrî hate dinê. Tevlî malbata xwe di sala 1952an de bi efûya giştî ji koçberîyê vegerîya Bakurê Kurdistanê warê axa ya bav û kalên xwe Êlihê. Di darbeya leşkerî ya 1960an de tevî bavê wî çend kesên din ji malbata wî hate girtin û wan dişînin girtîgeha Qampa Sêwasê. Pişt re bi malbatî dîsa  ji axa xwe sirgûnî Polatlı ya Anqarayê dibin.  Di 1972an de ji zanîngeha “Güzel Sanatlar Akademisi” (MSÜ) Stenbolê, ji beşa Mîmariyê mezûn dibe. Hertim bala wî li ser kar û xebatên huner û şanoyê bûye. Ji bilî mîmarîyê wêje, ji Ingilîzî bo kurmancî wergeran dike.. Bi awayekî çalak di dûbla kurdî de jî dixebite. Bi şanoya Beckett ya “Teyba Dawî ya Krap” re di şanoya Kurdî de deng veda û bi awayekî çalak karê xwe didomîne. Çetoyê Zêdo: Teyba Dawî a Krapp, çawa hazir bû? Hinekî hûn dikarin qala serboriya wê bikin? Hilmi Demirer: Pêşî lêkolîneke berfireh li ser kesayetî, rêbaz û berhemên Samuel Beckett hûr bûm. Min dît ku wek çiyayekî asê

Li Gurcîstanê Pêşeng û Mezinekî Kurd: Keremê Anqosî

Keremê Anqosî , di 10ê Kewçêra 1937an de li Tiblîsê, di malbateke ji împeratoriya Osmanî koçkirî çêbûye. Dê û bavê wî weke hemû niştecihên Kurd-Ezîdî yên li Gurcîstanê, ji ber komkujiyê, ji Kurdistanê koçî sînorê Rûsan bûne û li Qafqasê belav bûne.  Keremê Anqosî, zanîstê rojhilatnasiyê ye û pisporê zimanê Kurdî ye. Nivîskarê gelek pirtûk û gotarên li ser dîrok, etnografya, wêje, ziman, folklora Kurdan û dînê Eziditiyê ye. Aktîvîstekî hînkerê çandî û civakî ye. Di hemû jiyana xwe de, ew weke nivîskar, rojnameger, mamoste, rêvebebir û serokê civata Kurdan gelek kar kiriye. Ji avakarê Radyoya Kurdî ya Gurcîstinê ye, di 1978an vir ve karên nivîsê ya weşana Kurdî di radyoyê hê jî li wir weke edîtorê sereke dixebite.  Ew ji salên 1970yî de serkêşê gelek çalakiyên civakî, polîtîk, çandî û perwerdî ji bo hînbûna zimanê Kurdî de, parastin û qebûlkirindana mafên Kurdan weke netewên kêmar de xebitiye. Di gelek rojname û pirtûkên kurdî de edîtorî û weşangeriyê kiriye. Keremê Anqosî, l

Peydabûna Şano di Wêjeya Kurdî ya modern de

( Ji Konferansa Xebatên Kurdî,  Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê, 25 Gulan 2013) Dr. Ferhad Pîrbal Ji ber ku ez li Stenbolê ji gelê xwe re li ser edebiyata Kurdî dipeyivim, gelek kêfxweş im. Ji sala 1987an heta niha peywendiya min bi wê edebiyata ku bi zaraveya Kurmancî tê nivîsandin re heye. Qasî ku dizanim ew pêşketina mezin a vê edebiyatê bêtir li derveyî welêt pêk hatiye. Ez wisa difıkirim ku eger ev pêşketina edebiyata Kurdî ya ku bi Kurmancî hatiye nivîsandin û ew lêkolînên ku li ser çanda Kurdî û dîroka çand û edebiyata Kurdî û her wisa berhêmên wekî roman, helbest, çîrok hatine kirin li Tirkiyê were qebûlkirin û bi taybetî jî di zanîngehên Tirkiyê de ev pêşketin were qebûlkirin û berdewamkirin, ew akademîsyen, lêkolîner û nivîskarên li başûr dê ji xwe şerm bikin. Ez li bakur pêşketineke ewqas mezin dibînim. Ez ê îro li ser rola Stenbolê çend deqîqe bipeyvim. Ji bo ispata axaftina xwe jî ez ê behsa Evdirehîm Rehmî Hekarî bikim. Dema ku em li ser mijarekê dipeyvin,

Lokman Ayebe

Di 2009an de, dema ku min xwest weke "lêpirsinekê" ji bo dosyeyeke taybet î wêjeya Kurmancî hazir bikim, hin pirsên ku min meraq dikir hebûn... Pişt re ew pirs, bi wext re guherîn, hin ji wan yekcar "demode" bûn û gelek tiştên din hate serê wan... Ber bi salên dawî ve, bi "Komên Şêwirê" re min dît ku, weke xwendevanekî, ji bo gelekên mîna min ev pirs lazim in... Ji ber vê yekê heta ji min tê, di ber re hin tiştan li ser vê blogê parve dikim...  Lê di rastiyê de nizanim çiqasî bala xwendevanan dikşîne?  Dîsa jî dibînim ji "îstatîstîkên blogerr"ê her nivîs dema di bolgê de tê weşandin, ji teref 300 û 500 kesî ve tê xwendin... Îca rast û derewê teknolojîyê ye, xwedê gravî hin kes razîbûnên xwe ji bo van nivîsan texsîr nakin û bi van "lêpîrsînên wêjeyî" kêfxweş in.  Ji van lêpirsînan, gelekên wan, di kovar û rojnameyan de piştî ku tê çap kirin, ez jî li vir dîsa germ dikim û tînim huzûra xwendinê...  Vê carê berê lêpirsîna me l