Rizganê Emo, di sala 1950î hate dunyê. Dibistana seretayî li
gundê Ortaçiya xwend. Pişt re dibîstana navîn li nehiya Axbaranê pişt re li Elegezê
xwendina xwe xelas dike. Di navbera salên 1969 û 1971ê de ji bo eskeriya
Sovyetê diçe li Elmanya. Perwerdehiya şanoyê li Moskowê di 1973an de destpê
dike û dereceyeke serketî tê qebûl kirin, pişt re derfetên wî nahêle li wir
dewam bike û perwerdehiya xwe li Ermenîstanê heta sala 1977an didomîne û di sala
1978an mezûn dibe. Yekem derheneriya şanoyê bi lîstika “Teyrê Elegezê” di sala 1978an
dike û destûra Rejîsoriyê bi vê pêşandeyê hildigre. Bi lîstikvanên Kurd yên ji Elegezê re, ji
1978an heta sala 1988an bi dehan şanoyên Kurdî derxist. Heta ku erdheja Ermenîstanê
ku di sala 1988an weke berpirsê giştî yê şanoya Elegezê xebitî. Di erdheja
1988an de, gelek mirov jiyana xwe ji dest dabû, bi vê erdhejê re tevî avahiya
qulûba şanogeran û sehneya şanoya Kurdî ya Elegezê jî hildiweşe û êdî careke
din ava nabe. Piştî vê erdhejê şanoya prosyonel î Kurdî li Ermenîstanê bi dawî
dibe.
Rizganê Emo, piştî ku Sovyet jî hildiweşe hêviya xwe ji
şanoya Kurdî nabire, lê hemû hewldanên wî yên ji bo şanoyê heta roja me nîvco
dimîne. Piranî hunermendên kevn yên Ermenîstanê piştî hilweşîna Sovyetê bar
dikin û diçin li welatên Ewrûpa bi cî dibin, ên mayî jî dev ji hemû karên
hunerî berdidin û mîna ku qet şanogerî nekiribin li gundên Elegezê debara
jiyana xwe ya rojane dikin. Rizganê Êmo, ew jî mîna hunermendên dema xwe hatine
jibîrkirin, lê wî hêviya xwe yekcar wenda nekiriye, hê jî li hêviya vegera
huner û şanoya Kurdî yî “Zemanê Çûyî” ye… Ew bavê pênc zaroka ye û niha li gundê
xwe yê ku lê dayîk bûye dijî û ji sala 1991ê virde bi mamostetiya zimanê Rûsî
dersê dide û gerînedeyê dibistana gundê Ortaçiya dike. Gelek amûrên mûzikê
dikare çê bike û li wan bixe…
Şanoya ku wî derhêneriya wê kiriye û tê de lîstiye bi navê
“Kerr û Kulik” e. Bi vê şanoyê re xwe digihîne bi deh hezaran temaşevanên Kurd
û yên din. Li tevahiya Sovyetê şanoya Kurdî bi “Kerr û Kulik” deng vedide.
Beşdarî gelek festîvalên welatên sovyetê ku taybetî kurd lê hebûn, mîna; Moskowa,
Kazakîstan, Gurcîstan, Azerbeycan û li Ermenîstanê gelek pêşandeyên şanoyên wî çê
dibin.
Li Ermenîstanê piştî vê erhejê êdî şanoyên mîna berê derfet
nabîne ku xwe ji nû ve durist bike û hêviya şanoya Kurdî li ermenistanê bi
belavbûna Sovyetê re, ji sala 1991ê ve yekcar tune dibe. Bi şerê Qerebaxê re
kurdên Musilman ji Ermenîstanê têne qewirandin û tenê Kurdên Êzdî dikarin
bimînin. Weke hemû kurdên Sovyetê her yek ji wan li dikeve pey zemanê berê û
bîranînên rojên xweş ku êdî dewr û dewran li wan venagere...
Şanoyên ku “Rizganê Emo” derhêneriya wan kirine:
Teyrê Elegezê (1978,
Nivîskar: Vaçe Harûtûnyan, Wer. Emerikê Serdar)

Sînco Qîza Xwe Dide
Mêr (1979, Nivîskar: Eskerê boyîk) (Di sala 1980î de diçe Gurcîstanê, û ji bo careke din dîsa di sala 1983an de li
Elegezê tê hazir kirin )
Memê û Eyşê
(1980, Nivîskar: Xelîl Mûradov)
Pêşî Mirin Paşê
Zewicîn (1980, Nivîskar: M. Maksîmov, Ji Rûsî Wer. Rizganê Emo)
Heyfhildan (1980,
Nivîskar: Eskerê Boyîk)
Siyabend û Xecê
(1981, Nivîskar: Suren Gînosyan, Wer. Tosinê Reşîd)
Elî Welî (1982,
Nivîskar: Costa Xotagura, Ji Rûsî Wer. Rizganê Emo)
Cînar (1986, Nivîskar: G. Xugayev, Ji Rûsî Wer.
Rizganê Emo)
Temo û Lawik (1987,
Nivîskar: Wezîrê Eşo,)
Kumreşê Dînik
(1988, Nivîskar: A. Papayan, Wer. Rizganê Emo)
Çetoyê Zêdo: We bi kîjan şanoyê re dest bi derhêneriyê kir?
Tu dikarî qala wê bikî?
Rizganê Emo: Sala
1978an de, dema min ji bedewiyetê dîplomaya xwe hilda bi “Teyrê Elegezê” min
destûra rejîsoriyê wergirt. Piştî saleke din, me dîsa ev şano derxist.
Nivîskarê şanoya “Teyrê Elegezê” Waçê Harûtûnyan bû. Ji zimanê Ermeniyan,
Emerîkê Serdar bo kurdî tercume kiribû. Mijara şanoyê destebiratiya Kurd û
Ermanan bû; dema kurd û ermen ji ber zilma Romê direvin de derbas dibe. Şano li
ser yekitiya kurd û ermanan li dijî tirkan bû. Mêrxasê sereke jî navê wî Heso
bû.
Çetoyê Zêdo: We şanoya Elegezê çawa birêve dibir?
Rizganê Emo: Dema
Sovyetê hemû karên şanoyê, bi peywira dewletê dihate kirin. Di planê me de me
salê sê şano hebû. Butçeya me hebû, me digo çi lazim e, didane me. Ji bo dilqan
cil û berg, me daxwazên xwe dibir ba hukumetê, hemû kostumên me, wan didirût.
Ji bo tiyatroyê çi lazim bûya dewlatê dida. Dema em diçûn dervî Elegezê hemû
xerca me didan. Avtomobîla me hebû şofêre me jî Nado Mahmûdov bû. Em bi vê
avtomobîlê diçûn heta Gurcîstanê. Li Ermenîstane çiqa gundê kurmanca hebû em
diçûn wir, paşê em diçûn Gurcîstanê, carinan hefteyeke li ser hev me dilîlst.
Hemû tiştên ji me re lazim dibûn, me dibir dida berpirsên şanoyê re, çi dekor
çi qostim hemû dewletê dida. Dewletê ji bo xebatên artîsta tiştek nedida, lê hemû
artîst bi keda xwe dihatin, bi dilê xwe dihatin. Lê dema em diçûn derve hemû mesrafa
rê dewletê dida, Avtobûsa me hebû, an dema em diçûn bilêtê me yê balefirê jî
dewletê dida.
Çetoyê Zêdo: Dema tu wan rojan tîne bîra xwe, çi hîs dikî? Dîsa
em qala wan salan bikin kîjan şikil tê bîra we?
Rizganê Emo: Hemû
weke do di bîra min de ye. Bîna dikê, bîna perde… Weke ku dîsa dixebitim û dîsa
ciwan dibim. Di bîra min de gelek tişt mane, dema xeber bidim ez ê pênc sala
zêde emir bikim. Bîna wan rojan, dema ku piyase me dihate qebûl kirin ji bo ku
em bilîzin, em pir kêf xweş dibûn, cihê ken û laqirdiyan bû. Di gelek şiklên
bedewitiyê de xebitîm. Hemû xebat tê berçavên min, ji hemû şanoyên min, ez xwe
dibînim. Piştî erdheja 1988an qulûba me hilweşiya, êdî hukumetê go bila milet
ava bike, lê macal nebû… Wextê kes qîmetê nede hunerê û pişgiriya wê neke,
hertişt têk diçe. Wê demê dewletê dihişt ku em bi kultur û çanda xwe mijûl
bibin û bi zimanê xwe şanoyê bikin.
Çetoyê Zêdo: Lîstikvanên we kî bûn?
Rizganê Emo: Bi
eslê xwe ne artîst bûn, lîstikvanên me ji dil bûn. Her yek li derekê dixebitî,
xebatkar bûn, mamoste hebûn. Hemû jî kurdiya wan pak bû. Artistiya wan me hîn
dikir, hemû şanogerên kurd ên li vir, min perwerde dida wan.
Çetoyê Zêdo: We şanoyên xwe çawa hazir dikir?
Rizganê Emo: Artîstên
me her yekî karekî din dikir. Dersdar jî hebûn, min dersên artîstiyê dida. Min
wexta ku têkst datanî, me rol belav dikir. Me dizanîbû ew dilqa kî dikare
bilîze, hefteyek me dida wan û dixwendin. Carinan nikarîbûn, min heta ew dida
rastikinê, pişt re me dida ezberkirinê, yekî din ji pişt perdê sûfle dida. Me
şanoyê xwe di hundurê du-sê mehan de hazir dikir. Provayên me, artîklasyonê de
heta ku artîstan ezbera xwe hal dikir, em dixebitîn. Yekî dema xwe şaş dikir, ji
piş perdê sûflêrê me jî hebû. Sehneya me fireh bû, dekor û kostumên me temam
dibû.
Çetoyê Zêdo: Di rolên jinan de, we zehmetî hebû?
Rizganê Emo:
Belê, carinan di dilqan de mêr dilîstin. Tenê keçikê azib dikaribû bilîsta...
Yên din me dewsa jin mêr dida lîstin. Jin zû bi zû nikaribû bihata şanoyê
bixebitiya. Keçikên azib hebûn, dema ku ji bo dilqê jina nikarîbûn, me mêrek
dida lîstin.
Çetoyê Zêdo: Ji bilî şanoya Kurdî, hûn di şanoyên din de
xebitîn?
Rizganê Emo: Ez
di şanoya Ermenan de du salan şikilkêşdar û bi karê deqorê re eleqeder bûm.
Ermenen ku bi me dixebitîn zimanê me fam nedikirin, di karên teknîkî de
alikariya me dikirin. Li moskowê di Festîla miletên biçûk de, ji bo min gelek
spasname dane min. Miletên din bi şanoyê me gelêki şa dibûn, li Moskowê dema
ditîtin şa dibûn.
Çetoyê Zêdo: Tûrneyên we çawa bûn?
Rizganê Emo: Dema
em diçûn tûrneyê me du şano bi hevre dibir. Çiqas festîval hebûya em başdar
dibûn, dema em diçûn koma reqasê jî bi me re dihat. Kurdên Kazakistanê dema
çavli me ketin, pir kêfa wan hatibû. Dema em diçûn kîja gundî, me didîtin gelek
kêf dikirin. Miletên din dema me temaşe dikirin gelek şa dibûn. Ji bo ku cil û
bergên me reng reng bû dihatin bi me re şikil dikişandin.
Çetoyê Zêdo: Belgeyên şanoyên we niha li ku ne?
Rizganê Emo: Me nizanîbû
ew ê îro zeman wiha bibe. Gelek belge, li cem min in. Min hin ji wan da Alîxanê
Memê, gelek şiklên min birin lê şûnde neanî… Ev şiklê(Wêne) Lenîn e, di
spasnameyê de, camêran qedrê me digirtin. Hemû afîşên me dewletê hazir dikir,
şikilkêşe me yê “Kerr û kulîk” jî kurd bû. Teksta şanoyê li cem min e, hê weke
destnivîsar e, hemû şikil li cem Çîço ye û gelek şikil jî li cem wî heye.
Çetoyê Zêdo: Hûn niha bi çi mijûl dibin?
Rizganê Emo: 1991ê
û virde di dibistana gundê Ortaçiya berpirsyar û mamostetiya zimanê Rûsî dikim.
Çetoyê Zêdo: Ku derfetê we hebûya, hûn dixwazin kîjan
şanoyan çê bikin?

Çetoyê Zêdo: Ji Kurdistanê bangî we bikin bo şanoyê, hûn ê
biçin?
Rizganê Emo: Ez ê
bireqisim û bêm, bi dileşq dikarim bêm. Rast e, sîh sal ne hindik e… Emir hebekî
derbas bû, cahil nînim, lê dileşq dikarim bêm.
Çetoyê Zêdo: Ji bo şanoger û hunermend kurd, dixwazî çi
bibêjî?
Rizganê Emo: Bila
pêşdeçûyînên baş bikin, di hemû huneran de başdarî hunarî dunyayê bibin. Divê
hunera Kurdî di nav milletê din de werin kifş kirinê. Millet bi ziman û hunera
xwe tên kifş kirin. Em miletekî kevn in, divê ev were zanîn. Arsen Poladav
himdarê şanoya ermena bû, lê niha ermen vêya naxwazin bibêjin. Gelek tişt bi
zanebûn nahêlin kifş bibe. Divê werin zanîn.
Bu yorum bir blog yöneticisi tarafından silindi.
YanıtlaSil