Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Aralık, 2013 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

KEZÎZERÊ

KEZÎZERÊ Kezîzerê, kezîzer Xulam memkê gilover Serî sor û binî zer Mîna berfa zinarê Sîka dara tim li ser Mîna sêvên Xelatê Serî sor û binî zer Mînane penîrên ter Min givaşt û av jê her Tu ji govendê were der Te ramûsim, cardî her Te divê her û te divê mer Kezîzerê lewendê Gewrê, bozê, bilindê Kevoka nava gundê Sîng doşek, balîf zendê Ez ramûsim te rindê Destê xwe bi destê mn de Tevde herin govendê Kezîzerê hithîtî Li binya mala şemitî Dawa têqî lewitî Dilê lêwik şewitî Kezîzêrn me çar in Her çar jî bi kum û şar in Hilma memkan em xwarin Kezîzerên me şeş in Her şeş jî bi şarên reş in Hilma memkan çi xweş in Didî xuyakirin, ko por zerîne û serê memikên wê nû hildane, weke sêvên Xelatî ne, serî sor û bin sipîne, weke berfa zinarê Mêrdînê, ko siya daran tim li ser e… Çi tiştên giranbiha gotine! Kezî, gulî, ew porê hûnayî yan jî badayî ne, ko bi paşde tê berdan û bisk, ew porê, ko bi ser dêmên jinan de têne xwar û carn

TÊATROYA KURDA YA ELEGEZÊ (Dr. Eskerê Boyîk)

 TÊATROYA KURDA YA ELEGEZÊ           Salên dema Sovyêtê, li nav çand û kûltûra gelê Kurd, ji welêt dûr, gelek çirayên ronayîyê û pêşdaçûyînê hatine vêxistin. Ji wan yek jî têatro bû. Sala 1937an, bi qirara hukumata Komara Ermenistanê, li merkeza nehya Elegezê, li gundê Kurdên êzdî yê Elegezê (Camûşvana Mezin), Têatiroya Kurda ya dewletê hate damezirandin.          Dewleta Sovyêtîyê, hema di salên xwe yên ewlin da, weke gelên din yên biçûk yen li komarên Pişkavkazê dijyan, ji gelê me ra jî mecalê pêşdaçûyînê vekir. Dew û dozên wan salan ku navbera Tirk, Rûs û Ermenya da hebûn halê kurdên wê navçê pir xirav kiribûn. Kurdên êzdî yên Surmelyê, Qersê, Wanê hatibûn qirê, koçber û malwêran bûbûn. Lêşkerên Tirkan û alayên Hemîdyan hatibûn derketibûn êla Elegezê jî, gund û şênên wê heremê jî talan û wêran kiribûn, bi sedan mêrên wan gundan kom kiribûn, kuştibûn, hêsîr biribûn, koka wan anîbûn. Talan, xelayê, nexweşya hal di xelkê da nehîştibûn. Hatina desthilatdarya Sovyêtê jiyaneke