Ana içeriğe atla

TÊATROYA KURDA YA ELEGEZÊ (Dr. Eskerê Boyîk)

 TÊATROYA KURDA YA ELEGEZÊ
 
        Salên dema Sovyêtê, li nav çand û kûltûra gelê Kurd, ji welêt dûr, gelek çirayên ronayîyê û pêşdaçûyînê hatine vêxistin. Ji wan yek jî têatro bû. Sala 1937an, bi qirara hukumata Komara Ermenistanê, li merkeza nehya Elegezê, li gundê Kurdên êzdî yê Elegezê (Camûşvana Mezin), Têatiroya Kurda ya dewletê hate damezirandin.
         Dewleta Sovyêtîyê, hema di salên xwe yên ewlin da, weke gelên din yên biçûk yen li komarên Pişkavkazê dijyan, ji gelê me ra jî mecalê pêşdaçûyînê vekir. Dew û dozên wan salan ku navbera Tirk, Rûs û Ermenya da hebûn halê kurdên wê navçê pir xirav kiribûn. Kurdên êzdî yên Surmelyê, Qersê, Wanê hatibûn qirê, koçber û malwêran bûbûn. Lêşkerên Tirkan û alayên Hemîdyan hatibûn derketibûn êla Elegezê jî, gund û şênên wê heremê jî talan û wêran kiribûn, bi sedan mêrên wan gundan kom kiribûn, kuştibûn, hêsîr biribûn, koka wan anîbûn. Talan, xelayê, nexweşya hal di xelkê da nehîştibûn. Hatina desthilatdarya Sovyêtê jiyaneke nû ji wê para Kurda ra jî anî. Gel ji anarşîyê, qir û birên zordestya olî, serekeşîr û serok rêbazên dînî xilaz bûbûn. Lê xelk nexwendî, şûndamayî bû, jîyana koçerye û nîvkoçeryê dimeşand, pak haj ji çûyîn, hatin, bûyarên cihanê tunebû. Eger di nava gelê Ermenî hesavên evdên xwendî ji sedî digihîşte bîstî, di nava kurdên wê heremê da nedigihîşte yekî jî.
        Raste destpêka vê sedsalê da, li sê gundên Kurdên êzdî yên qezayên di bin desthiletdarya împêratorya Rûsyayê da dibistanên bi zimanê rûsî ji bo zarokên Kurdan vebûn Qundexsaz li navça Elegezê, Zor li Surmelyê, Bacurlû li Qersê. Lê emrê wan dibistanan dirêj nekişand û bandora wan li ser pêşdaçûyînê ewqas nehate kivşê. Eyan bû, ku ji bo pêşdaçûyîna Kurdên Pişkavkazê pirobilêma here mezin hildana nexwendîtyê bû. Di vê pirsê da ewlede gelê dost, ermenya, alîkarîke pir mezin dane wê beşa gelê me. Gelek xwendevanên Ermenî, ku kurmancî zanibûn ketine li nav wê tevgerê, vî karê kêrhatî.
 
Ji bo dibistanên gundên Kurdan, di sala 1921ê da kitêba dersê ŞEMS hate weşandin. Ev kitêb, ku bi herfên Ermenî, lê bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî hatibû nivîsîn ji Kurdên wê heremê ra bû kitêba destpêkê, ku pê hînî xwendin û nivîsandinê bûn. Alfabêya Kurdî, li ser girafîka herfên Ermenî hatibû çêkirin. Kitêb ji aliyê zimanzan û pisporê çanda kurdî, dost û pismamê gelê me, ewledê gelê Ermenî Lazo (Hakob Xazaryan ) hatibû hazirkirin… Bi vê kitêbê, di wextekî kin da mamoste hatine hazirkirin û di gundên Kurdan da dibistan vebûn. Mamostayê wan yên ewlin hemî Ermenî bûn.
Me berê jî got, ku bûyarên salên 1918- 1920î zîyane pir mezin dabûn kurdên wê heremê. Qers û Surmelî û gelek deverên ku binelyên hîmlî Kurd bûn ketin bin destên Tirkan. Neyarên Kurdan nakokyên cudetya olê dane kêranîn û kurdên musulman - êzdî rakirin dijî hev. Qira Êzdîyên wê heremê hat. Sêwîxanê Ennenistanê, kûçên bajarên Komara Gurcistanê Tilbîsê, Têlavê, Batimê tije zarokên Êzdîyan yên sêwî û bêxweyî bûn.
           Di sala 1922an da Lazo diçe bajarê Tilbîsê, bi însîatîva wî û çend rewşembirên Kurdan, hukumata Gurcistanê, ya li bajarê Tilbîsê ji bo zarokên Kurdan dibistana jimara 103 vedke. Li vê derê zarok hînî kar dikirin û wan him dixwend û him jî radizan. Lazo li wir 60 zarokên Êzdiyan kom dike. Ew di dibistanê da dersê zimanê Kurdî, lê pîreka wî dersên zimanê Ermenî dide.
Bi kitêba ŞEMS çawa di wê dibistanê da usan jî gundên kurda yên Ermenistanê da gelek zarokên Kurd hînî xwendin-nivîsarê bûn. Ji wan gelek paşê bûne kadrên bi nav û deng. Ji wan zaneyên mezin yên wek Qanatê Kurdo, Çetkez Bakayêv, nivîskar û berpirsyarê rojnema RÎYA TEZE yê, ewlin Cerdoyê Gênco, Mêrxwesê Yekîtya Soyêtê Semend Sîyabendov û gelekên din derketin.
Xwendevanên Kurdên Ermenîstanê û Gurcistanê yên wê demê, tu bawar bikî tev jî bi wê kitêbê hatine perwerdekirin û tevan jî paşê karê Lazo, wek karekî giranbiha dihesibandin. Lazo tevî komek rewşembirên Kurd, di nav karkirên Kurdên bajêrê Tilbîsê da jî karekî kûltûrî yê hêja dikir. Wî, Ahmedê Mîrazî û çend rewşenbirên din, li kilûba ser navê Lûkaşîn, ya bajarê Tilbîsê da êvaryên kûltûrî, pêşandanên têatroya çê dikirin, doklad bi têmên cihê - cihê dixwendin.
Di nava Kurden Tilbîsê da, wê demê nivîskar Ahmedê Mîrazî karekî berbiçev dikir. Nivîskarê bi şuret rola tîatroyê di pêşdabirin û perwerdekirina gel da gelek bi qîmet didît. Texmîn dikir, ku ji bo gelê nexwendî serwext bikin, divê zêndî jê ra biaxivin, zîyan û xeterên erf edetên kevn û bêkêr bi têatiroyê nîşanî wan bidin. Ew koma têatroyê çê dikeji bo komê şanoyan dinivîse, rêjîsoryê û aktyoryê dike. Gelek bi pesin derheqa şanoya wî DEMA DERBASBÛYÎ da tê bîranîn. Tê gotin ku wê şanoyê hukumekî mezin li ser temaşevana dihîşt. Naveroka şanoyê ji jîyana kurdên Bazîdê hatibû hildan, ango li ku nivîskar ji dayka xwe bûbû, zarotî, xortanya xwe derbaz kiribû, xwendibû. Koma şanoyê usan jî şanoyên Lazo yên bi navên GUSTÎL û QELEN lîstin.
Di jîyana Kurda da, çêkirina alfabe, ya nû bûyareke mezin bû. Di sala 1928an da, bi biryara hukumata Erenistanê, Î. Mêrangûlov û Erebê Şemo li ser hîmê elfabêya latînî, alfabêya Kurdî çê kirin. Di sala 1930î beşa nivîskarên Kurd li rex Yekîtya Nivîskarên Ermenistanê tê demezirandin. Dest bi weşandina pirtûkên bi zimanê Kurdî bûn. Wê demê jî şanoyên ewlin jî hatin weşandin. Sala 1934an şanoya Hecîyê Cindî ya QUTIYA DÛ -  DERMANAN, sala 1935 - an şanoya Ahmedê Mîrazî ZIMANÊ ÇÎYA û ya Wezîrê Nadirî bi navê REVA JINÊ hatine weşendin.
Pêşdahatina wan şanoyan di jîyana Kurdên Pişkavkazê da pêşdaçûyîna mezin bû. Wê demê komên şanoyê yê xwe efrandinêye biçûk hebûn û têkstan usa wan ra pir pêwûst bûn. Pirofêsor Hecîyê Cindî qîmetekî bilind dida şanoya Wezîrê Nadirî ya REVA JINÊ û bîr tîne, ku ew efrandinan, ji alyê xwendevan û dersdarên têxnîkûma dersdarhazirkirnê ya kurdîye bajarê Yêrêvanê dihate lîstin. Ew tim li ber temaşevanê Yêrêvanê û gundên Kurdan derdiketin. Şano ji alyê temaşevana va rind dihate qebûlbûn. Hêjayî gotinê ye, ku di werê şanogeryê da alîkarya rewşembirên êrmenî mezin bû. Sala 1926an hîmdareki sinemaya Ermenistanê Hamo Bêk - Nazarov dest bi çêkirina fîlmeke bedewetyê kir. Naveroka wê ji jîyana Kurdên Êzdî hatibû hildan. Fîlm ser hîmê kurdeçîroka Lazo ya bi navê Zerê hate kişandin. Serecema fîlmê jîyana koçeran, erfedetên wan, deb û tirajêdya keça Êzdî Zerê ye. Ew li zozanê Elegezê, warê Kurdan hatye kişandin. Dilqa da aktyorên Ermenyan, yên here bijare û binav û deng dilîstin.
Fîlm, ewlî bêdeng bû. Vê dewyê fîlm kirin bi deng. Bêtir 75 sal ji pey kişandina fîlmê ra derbaz bûye, lê saya naveroka xwe ya aktûal û lîstika aktyoran ya bêqisûr, hewaskarya xwe wunda nekirye û niha jî bi hizkirin tê temaşekirin. Ew bi heqî dikeve li nav fonda sinema Ermenistanê, ya zêrîn.
Awa, li ser wî hîmî, di sala 1937 - an, li gundê kurda: Elegezê Têatiroya Kurdî ya Dewletê hate demezirandin. Serokê têatiroyê yê ewlin, binelyê gundê Qundexsazê (niha Riya Teze ), nehya Elegezê Celatê Koto, rêjîsyor Solak Nîkoxosyan, serokê para bedewetyê aktyorê ermenî, yê bi nav û deng Mikirtîç Canan hatine kivşkirin. Bi rast gotî têatiroya Kurdî cîyê vala hatibû demezirandin. Ne kadroyên netewî, yên zane, ne şanogerên pispor, û ne jî şanoyên pirî - hindikî baş hebûn. Hema ji rojên demezirandina têatroyê yê ewlin da nivîskar, zana û pisporên şanogerya Ermenîstanê alîkarya mezin dane kolêktîva nû.
Lîstikvanê têatroyê yên ewlinji nava keç-xortên gunda, ên Kurdên nehya Elegezê (Qundexsaz, Elegez, Mîrek; Pampa Kurda, Cercerîs, Qurubxaz, Çobangermes, Senger, Korbilax, Karvabsere, Camişlû ) hatine bijartin. Aktyorên bijartî, him ji mirovên sade, yên bi xwendina nimz û navîn bûn. Hinek jî wan qet haj şanogeryê û têatroyê tune bûn. Loma jî salên ewlin ji bo kolêktîvê salên lêgerîn, hînbûn û gîhîştina pisporya şanogeryê bûn. Wan salan nivîskar û şanogerên Ermenî li ser hîmê zargotin û jîyana Kurdan gelek şano ji têatroya cîwan ra hazir kirin. Hinek ji wan evin: " Keça Mîrekê", " Ker û Kulik ", "Heso" (S. Gênosyan),  "Xuliqandina Rojê" ( S. Kojoyan), "Kenerê Elegezê" (V.Şoxêryan), "Nêçîra Lalvarê" (V. Manvêlyan) û hinekên mayîn. Alîkarya dewletê jî hebû. Lîstikvan û xebatçiyên têatroyê mîna karkirên hemû têatroyên welêt yên dewletêji dewletê maş distandin. Şanoyên ji bo têatroyên dihatin nivîsar alyê dewletê va dihatin kirîn, yanê diramatûrga (şanonivîsa) ji bo şanoya xwe dirav distand. Pisporên şanogerya Ermenyan tim dibûne mêvanên têatroyê, ji bo bilindkirina dereca lîstikvana/aktyora/ sêmînar çê dikirin, kûrsên hînbûnê vedikirin.
Têatro di nav jîyana wê para Kutda da bûyareke nû bû, ji alyê temaşevana va bi hewaskarî û hizkirin dihat qebûlbûn. Şedê wê demê gilî dikin, ku hewaskarya temaşevanan usan pir bû, ku dema nîşandana sipêktatla hundurê salonê da cî têra xelkê nedikir, zarokên biçûk girtî heta rîspyan hildişyane serayê. Dîroknas û zanyarekî şanogerya Ermenyan H. Hovakîmyan, di pirtûka xwe ya bi navê " Ji Dîroka Têatroyên Azeryan û Kurdan yên Ermenistanê " da wa dinivîse: Têatroya Kurda ya Dewletê di nava pênc salên xwe yên ewlin da gihîşte destanînên efrandaryê, yên hêja, bû merkezeke kûltûrî." Di nav wan salan da gelek ji wan lîstekvanên gênce sade gihîştin destanînên efrandaryê yên hêja, gihîştin bilindaya aktyorên pirofêsyonal. Wam êdî karibûn bi dereca bedewetyê ya bilind dilqa da bilîzin, bikevin li nav kûraya fikir û puhên dilqan û bala temaşevana bikşînin li ser xwe.
 
Rojneme û kovarên Ermenistanê yên wê demê, di rûpelên xwe da gelek miqale û gotar derheqa têatroya Kurdan da weşandine û qîmetê hêja dane lîstika aktyorên wê. Di sala 1939an rojnema Somara Ermenistanê ya sereke "Sovêtakan Hayastan" dinivîse: " Şanoya KEÇA MÎREKÊ pir hewaskar bû. Bi lîstika xwe ya hêja Zozan, Elî, Qeremanê Reşo, Hemîdê Ûsiv, Egîtê Xudo, Ahmê Xudo, Cebarê Mîrzo, Edoyê Sultan û yên din berbiçev ketin…"
Sala 1940- î têatro diçe Komara Gurcistanê bajarê Tilbîsê gastrola. Gilî dikin ku di wan rojan da, teyê bigota ji kurdên bajêr ra eyd bû. Kurdan tu sipêktatil bernedidan. Rojnema "Sovêtakan Gurcistan" ê, di hejmara xwe ya 209an da. Sala 1940î waha dinivîse: Ger em hesab bikin, ku têatro sê salî ye û aktyorên wê hemû gênc in û di nav îskûstvanya şanogeryê da gavên nû davêjin, dive bi xwe mukur bin, ku pêşdahatina wan destanîneke mezin e. Salon, ku sipêktatil tê da dihate nîşandan bi temaşevanan dagertî bû, her peyvek û gotineke aktyoran bi hewaskarî dihate bihîstin.
Di derheqa têatroyê da miqalên pesindayînê her usan jî rojnema " Komûnîst" û gelek rojnemên mayîn nivîsîn. Têatro pênc salî bû dema Herba Cihanê ya duyemîn dest pê bû. Welatê Sovêtyê kete li nav şerekî dijwer. Kolêktîva têatroyê jî bi gorî demê û halê welêt rêpêrtûar, kar-barên xwe guhest. Di nava pirogirama wê da şanoyên welatparêzyê, efatyê, mêrxwesyê cîyê xwe girtin. Ji wan şanoyan hinek ev bûn: "Heso" (Ş.Gênosyan), "Heyfhildan" (Nayrî Zaryan ), "Mêrgên Elegezê" ( H.Şaybûn), "Jêlêznyakê Partîzan" ( B. Staffl ).
Salên herbê yê dijwar, serokî kolêktîva têatroyê dikir nivîskar Cerdoyê Gênco, berpirsyarê rojnema RYA TEZE. Ev rojname wê demê hatibû girtin. Wan salan wî du şanoyên bi têma herbê ji bo têatroyê nivîsîn:"Xûşka Doxtiryê " û Bira". Ev herdu şano jî wextekî dirêj ji dika têatroyê danediketin.
Şanoya "Mem û Zîn" ku nivîskarê Ermenî Soxomon Tarons, di ser hîmê wê destana zargotina gelêrî nivîsî bû heta niha jî ji bîra temaşevana naçe. S. Taronsî dostekî gelê me bû. Wî rind kurmancî zanibû û gelek efirandinên nivîskarên kurd wergerandine zimanê ermenî. Têatroyê êdî dest avît şanoyên giran û dijwer. Wan salan şanoyên wusa giran derxistin li ser dikayê wek "Pêpo" (G.Sindûkyan), "Ruhê xirav" (A. Şîrvanzadê), " Qeya " ( V. Papazyan), "Nezerê Mêrxwes" ji şanogerya Ermenya, "Sîyaneta Welat" (Midîvanî ) ji şanogerya Gurca, "Sivêrîl", "Keça Wekat " (Cefer Cabarêlî) ji şanogerya Azeryan. Evan şanoyên wan gela yên here eyan in û derxistina li der dikê rehet nîn bû. Çend şano jî bi zimanê ermenî hatin lîstin û ji alyê temaşevan, zanyar û şanogeran va bilind hatin qîmetkirin.
Di salên dewyê da êdî, gotar û miqalên derheqa têatroyê yên qîmetkirina xebata wan da, seva profêsyonalîzma aktyoran, têgihîştina wan û kûraya lîstikvanya şanogeryê da tê nivîsar. Di sala 1947an ji alyê hukumata Komara Ermenistanê da nehya Elegezê hate betalkirin. Gundên wê belayî li ser gundên cînar kirin. Derê Têatroya Kurdî ya Dewletê jî hate dadan. Ev ocaxa kûltûra Kurdan dema geşbûna wê da temirandin, bi wê ra gelek kar, xewn û merem jî nîvcî man.
Têatroyê di nava 10 salên jîyana xwe da nêzîkî 30 şano derxiste li ser dikê, ji wan çar nivîskarên Kurd nivîsîbûn: "Lûr de lûe " Celatê Koto, " Miraz " Hecîyê Cindî û herd şanoyên jorgotî yên Cerdoyê Gênco. Wan salan serokatya kolêktîvê Celatê Koto, Silêman Ceferov, Mîroyê Esed, Cerdoyê Gênco, Elîyê Hecî, Emerîkê Delo kirine. Rêjîsyor û serokên bedewetyê şanoger û şanozanên ermenya yê bi nav û deng bûne.
Salên xebata têatroyê ketine wedekî pir dijwer. Gelên welatê Sovyêtê şerekî pir dijwer dimeşandin dijî Almanya Hîtlêryê. Xelk halê pir dijwer da bû. Kurdên wî welatî jî şêr da pir şihîd dan. Bi hezaran mêr çûn pêşenya şêrr. Dewsa pirany kaxazên reş hatin. Halê aborî xirab bû. Nenihêrî hemû astengyan û dijweryan kolêktîva têatroyê gîhîşte destanînên berbiçev, gelek aktyorên wê êdî di warê pirofêsyonalyê da gelek pêş ketibûn. Ger mecal bidana, ku têatro karê xwe berdewam bike, ez bawarim, wê belgekî hêja yê delal di dîroka hunermendiya kurdî da zêde bibya. Têatroya Elegezê bû bîranîneke xweş û di nav gelê wê heremê da ma. Tê bîra min, (wî çaxî êdî zû da têatro hatibû dadan) dema navê têatroyê didan, temaşevanan bi carekê ra "Mem û Zîn", "Xecê û Sîyabend", "Ker û Kulik" ji bîr tanîn. Ev şanoyan usa kûr ketibûn li nav ruhê temaşevanan, ku nedhatin ji bîr kirin.
Min gelek serok, aktyor û karkirnê têatorê dîtin, bi wan ra axivîm. Teva jî bi hiskirin û hisret têatroya xwe ji bîr tanîn û ji bo bê menî dadana wê keser dikşandin. Solak Nîkoxosyan evdekî Ermenî bû, mirovekî zaneyî, hunermend bû. Kurmancî pak diaxivî. Dostê gelê Kurd bû. Dema ez xwendevan bûm, destpêka salên heftêyî, di radyoya Yêrêvanê beşa Kurdî da radyokompozîsya çê dikirin. Rêjîsyorî wî dikir. Carekê - dudya ez jî bi dilqên sivik beşdarî wan bûm. S. Nîkxosyan wê demê êdî extyar bû. Tê bîra min jîrtî û zanebûnên wîye bilind.
Mîroyê Esed rewşembirekî Kurdî esl bû. Gelek rewşembirên Ermenyan ji min ra salix dane ku zanebûn û rastnivîsandina zimanê êrmenî da, hindik Ermenî hene, ku karibin weke wî derên..  Bi bejin - bal, seke - sifetê xwe, rabûn - rûniştandina xwe da jî camêrekî bêqisûr û maqûl bû.
Ji sala 1955an heta 1989an berpirsyarê rojnema RYA TEZE bû. Her wuha endemê Parlamênta Ermenistanê û u'zvê Kommerkezya partya Komûnîstya Komarê bû. Karekî berbiçev di pêşdaçûyîna kûltûra Kurdên wê heremê da kir. Mîroyê Esed akryorî, demekê jî serokatya têatroyê kiribû… Temaşevanê wê demê gilî dikirin, digotin, ku Mîroyê aktyor usa rind dilqa da dilîst, ku hazira nikaribûn hisên xwe zevtkirana. Carekê, wexta Mîro di dilqê Beko da dilîze (şanoya Mem û Zîn) temaşevanek kevirekî hildide û kewkî wî dike.
Elyê Hacî mirovekî welatparêz bû. Bi salan serokatya gundê xwe: Çobangernesê dikir, wek mamostayê zimanê kurdî jî xebitîbû… Eî jî aktyorî û demekê jî serokatya teatroyê kiribû. Elyê aktyor bi saya lîstika xwe ya baş, ji bîra temaşevana nediçû. Geleka bi laqirdî jêra digotin: Artîstê me. Her du bira Qaçax û Bekirê Miho, binelyê gundê Elegezê, aktyorên têatroyê yên sereke bûn. Miqale û gotarên wê demê, ku derheqa têatroyê da, bawerkî bi tevan da qîmetekî bilind didine hunermendîya Qaçax. Qaçaxê remetî salên dirêj kopêrasya nehya Aparanê da karên cawdar dikir. Birayê wî yê biçûk, Bekir mirovekî xweyê hisên nazik bû. Eger têatro nehata girtin wê nibya aktyorekî pir mezin. Hostakî govend û dîlana kurdî bû. Salên dirêj serokatî Kilûba gundê Elegezê dikir. Lîstika wî di dilqê Memê ya di şanoya “Mem û Zîn” da ji bîra temaşevana nediçû. Di dilqê Zînê da jî keçeke ermenî: Xanim Ayvazyanê lîstibû. Usan bûbû ku herdan: Bekir û Xanimê mîna Memê û zînê ji hev hiz kiribûn. Nenhêrî astengyên olî zewicî bûn. Heta dewya jîyana xwe jî herda bi hizkirin jîtin. Bûn xweyî keç, law, nebî, nebîçirk. Mala wan maleke êzdya ya qedîmî bû.
Divê em bi heyf binivîsin ku wê demê mecalên têknîkî, yên wek niha tune bûne, ku kar û barê têatroyê zêndî ji me ra bima. Xanim Ayvazyanê min ra got, ku pey dadana têatroyê gelek rêklam, sûretê dîdemên lîstika, dokûmênt li cem wê mabûn, ew jî nivîskar Emînê Evdal jê distîne dive. Wunda bûn, çawa bûn? Kes nizane.
Ji têatroya Elegezê ya Dewletê, rastî jî, tek bîranîn man.
                                                              
                                                                                                  (Dr. Eskerê Boyîk)
 
Wêne: 1924 Zerê- Marîya Tadyêvosyan-Tênazî
 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got