Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Ağustos, 2013 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

“Birîna Reş” Musa Anter

“Birîna Reş” Musa Anter Paşxeneya Dîrokî: Berhema Mûsa Anter ya şanoyê tekane “Birîna Reş” bi tirkî û kurdî di sala 1965an de çap dibe. Lîstika “Birîna Reş”, ji çar sehneyan pêk tê. (Di vê lîstikê de navên sehneyan weke “perde” hatiye bikaranîn.) Dema bûyerên listikê di navbera salên 1950 û 1960î de diqewime. Li gora pêşgotina kitêbê ev şano di 1959 de di girtigeha leşkerî ya Harbiyê de hatiye nivisandin. Di pêşgotinê Musa Anter ji bo “Birina Reş” wiha dibêje:“ Tiştên ku hûne di vir de bixwînin gişk serpêhatiyên min in. ” Di naverokê de gelek bîranîn, têbinî û şîretên wî cî digre. Mûsa Anter rast rast ji bo zarokên kurd bixwînin, têkevin xizmeta miletê xwe, şîretan li wan dike. Musa Anter, li Stenbolê ji bo xwendekarên kurd lê bimîne di Yurda Dicleyê weke gerinende dixebite, bi girtina “Yurda Dicleyê” di vê şanoyê de xitabî xwendekarên xwe dike. Lehengê wî, şagirtên wî ne; yek ji wan “Bedo” ye. Ji bo “xelasbûnê” divê ku kurd bixwînin û şiyar bibin, wê demê dikarin ji bindes

Ji Notên “Fawaz Husên – Parîsabad” Bê Şîrove!

Ji Notên “Fawaz Husên – Parîsabad” Bê Şîrove!   Kesên Berhemê: Îsa , 25 sal li Awropayê dijî, Vebêjerê berhemê ye… Nivîskar bi xwe ye.. Vê yekê venaşêre û raste rast qala xwe dike û li xwe dizîvire (Zaroktî, Penaberî, Mirina Bav…) “ Ez bi xweji dan stendinê kurdan dûr im, lê di çend saetan de ez agahdarî hamû tevgerên wan dibim. ”(r.16) “Ne ji dûr, ne ji nêzîk neketime ne partiyên kurdî, ne yên fransî.” (r.20) “Ez bi xwe mirina bavê xwe wek çiyayekî ji resasê li ser pişta xwe dikim û wê mirinê bi xwe re li her derê digarînim.”(r.27) “…ez bi kû derê ve herim, ez ê hergav pêrgî mirina bavê xwe bêm û ku ez ê wê mirinê mîna xaça îsa li ser canê xwe bikim û wê li canê xwe bikim û wê li kolan û qehwexaneyên Parîsê bigerînim.” (r.39) “Nîşanên tirsdar… “Gelek caran, ez ji xwe re dibêjim ku jiyana min li Fransayê jiyaneke pûç û bêmane ye. Lê gava ez li Rojhilata Navînê bi bîra xwe tînim û hemû meqersî û zindanên wê di serê xwe de dibînim, ez li ser teriya xwe rûdinêm û b

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got