Ji Notên “Fawaz Husên – Parîsabad” Bê Şîrove!
Kesên Berhemê:
Îsa, 25 sal
li Awropayê dijî, Vebêjerê berhemê ye… Nivîskar bi xwe ye.. Vê yekê venaşêre û
raste rast qala xwe dike û li xwe dizîvire (Zaroktî, Penaberî, Mirina Bav…)
“Ez bi xweji dan stendinê kurdan dûr im, lê di çend saetan de ez
agahdarî hamû tevgerên wan dibim.”(r.16)
“Ne ji dûr, ne ji nêzîk
neketime ne partiyên kurdî, ne yên fransî.” (r.20)
“Ez bi xwe mirina bavê xwe
wek çiyayekî ji resasê li ser pişta xwe dikim û wê mirinê bi xwe re li her derê
digarînim.”(r.27)
“…ez bi kû derê ve herim, ez
ê hergav pêrgî mirina bavê xwe bêm û ku ez ê wê mirinê mîna xaça îsa li ser
canê xwe bikim û wê li canê xwe bikim û wê li kolan û qehwexaneyên Parîsê
bigerînim.” (r.39)
“Nîşanên tirsdar… “Gelek
caran, ez ji xwe re dibêjim ku jiyana min li Fransayê jiyaneke pûç û bêmane ye.
Lê gava ez li Rojhilata Navînê bi bîra xwe tînim û hemû meqersî û zindanên wê
di serê xwe de dibînim, ez li ser teriya xwe rûdinêm û bi enînivîsa xwe razî
dibim.”(r.42)
“Ji roja mirina bavo, ez
piraniya caran ji xwe re dibêjim ku ewropa welatê xapandin û şikestinan e.”
(r.49)
“Ew nema wek berê qerfê xwe
bi zarava min û bi serê min ê biyaniyan dikin.” (r.79)
“Tiştekî min û wî xortê ku
berî bîst û pênc salan ji vê odeyê çûye anuha tune.” (r.95)
“Ez xwe wek gerokekî biyanî
hîs dikim.” (r.99)
Mehmed Elî,
Hevalê Îsa ye bi hevre hatine Ewropayê… Zewiciye û zarokên wî hene, Şufêrê
texsiyê ye… Ji Serxetê ye…(r.11*Dibe ku “M.Alî
Kut” be? ) “Jina wî li ser hesabê wî
ye” (r.10) “Ew ji sed jinî bêtir
dizane xwarinê çê bike….” (r.16-29)
Paskal, hevalê
Îsa(Jésus) yê Fransî ye… “Qahfê gurîz ê Paskal û li qelafetê wî yê tirtire
dipelikim.”(r.31) (Henaka Paskal- r.64) “Paskalê fransî serseriyekî dera hanê
ye….Ew bergîl…”(71) (Derewa Paskal-102)
Bavê Îsa:
“Baweriya bavo bêtir bi êşîre
û bi wan erdên ku mirov li ser wan hatibûn kuştin dihat… Ol û baweriya bavê min
azadî serdemên mêranî û mêrxasiyên bûn”(r.27)
“Bavê min bê hawe ji wê
qehweya tehl hez dikir û wek zarokek3i bê sebir li bendî wê kêlîkê dima.” (r.35)
Doktorê Îsa û Nexweşiya wî (r.76-79)
Vebêjer li vir ji devê
yekêmîn napeyîve!(r.85)
Rozlîn: (r.82-Binhişiya
wê-91)
Jînetê: (r.83)
“Donatain-84” û “Nicolas(li nexwaşan
dinêre-88)”
Forma Roman û Çîrokên Parîsabad’ê:
Xwesteka nivîskêr ji bo ve
berhemê diyariya ji bo bav e. An jî weke lêborînekê hatiye nivîsandin…
Cî:
Parîs û taxên wê, Amûdê û
Gundê Kurdo(Serxetê û Binxetê) Taxa Saint-Germaine, Restorantên Giranbuha
(r.11, 102)
Qehwexaneyên Parîsê
(Qedexebûna kişandina cixarê) (r.32)
Metroya Odeonê û derketina
ser rûyê erdê (r.12, 75)
Xaniyê Îsa (r.18)
Çemê Seinê û Çemê Darê (Çêmê
miçiqî- r.96)
“Parîs berî hertiştî
serbajarê tenahiyê ye.” (r.31)
“Santaga” bajarê penaberan
(r.44-46)
Amûdê: “Ew
di qiçîna germa havînê de çû
dilovaniya Xwedê.” (r.11-21)
Sinemaya Amûdê(r.99)
Dema Bûyêrên
Di Berhemê De: Salên piştî ya 2000î ..
Zimanekî Mîzahî û Qerfîya Folklorî,
“Qatê haftan, bihişta
Xwedayî”(r.21)
“hema Xwedê alikarî me
be.”(r.41)
“Polîsên weke dermalan xwedî
dikin” (r.42)
“ teniya tenî” (r.43)
“Wek ku agir di wan de be.”
(r.49),
“Di vê dinyaya hespê ku serî ji siwarê xwe
bistîne, tiştekî misoger nemaye.” (r.53)
“Ji bo dermanan”(r.53)
“Bêyî ku ez tu gûyî li hev
xînim.” (r.63)
“Ji desthilanîn dikevim”
(r.64)
“heyvanê mirovahiyê” (r.65)
“halê wê yê helawçiya ye.”
(r.67)
“Nikilê wê”, “Ew nizane di
gola gû de webûye.” (75)
“Wek donê ku tu di qûna
xenzîr de bidî, bê kêr e.” (r.87)
“Wek pezeke terqiyayî vegerim
kozê, ez ê bibim wek her kesî.” (r.92)
“Penêr bi çayê re sibehan
naxwin. Penêrê kifnikî….” (r.95)
Biyanîbûn û Mirina Bav: Albert Camûs…. (r.12) Bûyera mezin..
“Her yek di gerînokên raman û gumanên xwe de winda ye û ber bi cîherîn û
enînivîsa xwe diçe.” (r.19) “Ez nizanim çima lê ez wan giravên fransî di
serê xwe de hergav wek perçeyek ji bihiştê dibînim.”(r.25)
“Xwedayê Bi Tenê” (r.13-45- 81-89-(Çîko-Mîko-90)-91-92-100)
Rewşa Aborî : (r.14-16-22- 74)
“Ji dema ku Euro li Ewropayê bûye pereyê fermî û ji ber krîzên petrolê,
em, ango rûniştevanên vê avahiyê, em bi zorê diqedînin.” (r.41)
“Karên kêmaran” (61)
Têgeh û Hêmayên Berhemê:
“Penaberî”, “Nebedîbûn (r.17)
“Şano- temaşegeh” (r.17-25-57-60-75)
“Qahpikên Çinî” (r.20)
“Rojhilata navîn….wan kesên
wek xwe.” (r.21)
“Xwarina lehmecînan- Trêna
bîranînan” (r.21-51)
“Firoşkarên Hindî(Mêwefiroş û
hinarên wî) (r.23)
“Teqîneyên New Yorkê û
Terorîzma li gel muslimanan “r.24- “Ji 11ê îlonê û vir de, hertişt serobbinî hev bûye.”(r.26-72)
“Hinarên wî belqitiyî” (r.28)
“Qaçaxçî û fatiha bêvû tûtin”(r.28-29-76)
“Bîra û Ewropayî” (r.32)
“Menuya Şêrketa gorê” (r.37)
“Giravên Antîlê”(r.43-66
“Derbederî” (r.50)
“dayîreyên fermî”(r.52-53
“Hestên û ramanên binhişya
Mêritiyê” (62-63-77-“Gotinên ji Tewratê- 78-79)
Tegehên olî (r.69-94)
“Kêfa gurê manco” (r.83)
“Em” û “Me”
“Nexweşiyên
me…em nebûne xwedî dewlet…” (r.17)
“Em” (r.44-45-49) “Xwedê ji
me re xera kiriye û kûranî bi çavên me ve aniye.” (r.50)
Mînakên Mecaz û Şêwaza F. Husên:
“Heyva sar qerfê xwe bi jiyan û mirina li ser rûyê erdê dikir.”(r.15)
“Çend ewrên wek min
sêwî…”(r.15)
“wek hirçên girêdayî di hunduran de bigerin” (r.15), “Ez wek hirçê
di qefesek hesinî de be diçelmisim.” (r.42)
“Hin li zingilê deriyê mala
min didin.” (r.42) tê dubarekirin…
“Bi kurtî”(r.92)
“Ji îro û pê ve, na, ji do û
pê ve…”(r.18)
“Rojekê erê, rojekê na”
(r.19)
“Lêvê wan wek barûda
narincokan reş e.” (r.28)
“…hinarên bêrîkirinê ji ber
çavan nebedî bûye.”(r.30)
“Eger ew ji min bawer neke,
bila here serê xwe li tehtê bixe.” (r.37)
“Govenda dilopan” (r.42)
“Wek ku îsot ketibe wan.”
(r.48)
“Wek ku kêrek mezin…..” (r.66)
“Kêfa gurê manco” (r.69-95)
“Ew avê lê venaxwe.” (70)
“Wek dengê dayikekê ku pêçaka
wê li ber çavên wê ruh dabe û hingî ew qîriyaye û anuha tenê dikare bike
îskeîsk.” (74)
“wek masîyên sor di avjenkoya
bextewariyê dexuya dikin.” (r.77)
“Ew radipelike bextê xwe yê
reş.” (r.95)
“Herkes dikeve qula xaniyê
xwe.” (r.96)
“Wek dengê jinekê ye ku hamû
kufletê wê di berbanga rojekê de li ber çavên wê hatibe serjêkirin an
gulebarandin.” (r.100)
Ji bo Min Peyv û Biwêjên Taybet:
Gornepêş (r.15)
Gelacî (r.16)
“Defa sînga Amûdê” (r.18)
“Bi çavên serê xwe” (r.19)
“Meydanek çarniçik û
lihevhatî” (r.20)
“Şeytan ji qula xwe derkeve…” (r.22)
“Ez ê av û av herim…” (r.25)
“Wek ku min navika wî
birrîbe…”(r.26)
“li ser darê nigan” (r.28)
“Tepînk”- mayîn (r.29)
“..tu dibêjî erd qelişîye û
wê ew daqurtandiye.” (r.30)
“Kefenê spî bê bêrîk e.”
(r.38)
“dûrî aqilan” (r.38)
“Jîla- Jole” (r.39)
“Kero nemir bihar bê!” (r.43)
“Pê li benzînê dike” (r.43)
“degîş- degişkirin” (r.45)
“terkemirarî çûye” (r.46)
“Bakaloriya” lîse (r.47)
“Hişyarker” Saeta bi zîl (r.51)
“Kulmoz- mozqirt” (r.52)
“qelemaç” (r.53)
“tellomelo”
“Tilmeqûnên wê”(r.57-73)
“Av di gunê wî de
digere.”(r.57)
“quzhar-segbav”
“teşqelecî” (65)
“Şîrêz- zemq” (71)
“korta çav” (76)
“Step” (84)
“Şehed”Ehliyet (85)
“Lê ez diketim qayîşê” (r.94)
“Oxlan”(r.94)
“Qiçîna germê”(r.96)
“Gewende- Kiptî yan jî Roman
(r.99)
Têbinî: Ev
notên jor, ji bo kesên ku bixwazin di derbarê F. Husên de binnivîsin, hatiye
parvekirin.
Yorumlar
Yorum Gönder