Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Heft Wêney Rûtî Cenabî Wezîr etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Ferhad Pîrbal: Reîs Remezanekan

Reîs Remezanekan  ( Reîs Remezan )   Ferhad Pîrbal Çîrok   (Weşanên Avesta, 2015) Latînîzekirin û Kurmanciya Wê: Eyup Subaşi - Çetoyê Zêdo 1* Le gerekî Teyrawe, beramber mizgewtî Hacî Ebdella, le kolanekey tenîşt Hemamî Muxtar, piyawêkî zigurtî dejiya. Temenî penca salêk; le polîsxanekey pişt gazînoy kurd û ereb muawînî polîs bû. Pêyan degot: Reîs Remezan… Xwa behrey ewey pê bexşîbû bitwanê xoy bikate dû-sê kesî dîke; wate tiwanay ewey hebû le yek kat da çend kesêkî dîkey wek xoy; le xoy da dirust bikat û berhelday dinyayan bikat. Li taxa Teyraweyê, beramberî mizgefta Hacî Ebdella, li kolana tenişta Hemama Muxtar, zilamekî zigurt dijiya. Temenê wî pêncî sal bû; li polîsxaneya pişt gazinoya kurd û ereban, muawînê polîs bû. Digotine wî: Reîs Remezan… Xwedê behreya wê yekê bexşîbû wî, ku bikare xwe bike du-sê kesên din; ango hêza wê yekê di wî de hebû, ku di heman demê de çend kesên wek xwe; ji xwe dirust bike û wan berde dinyay...

Ferhad Pîrbal

Ferhad Pîrbal Di sala 1961ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Di 1979an de, çîrokeke wî di kovara Rojî Kurdistan hat weşandin. Di 1983an de li Zanîngeha Selahaddîn (Li Başûrê Kurdistanê) beşa Ziman û Edebiyata Kurdî temam kir. Di 1984an de yekemîn kitêba wî “Malava Ey Welatekem”(şano) li çapxaneya Şehîd Îbrahim E’zo, ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li çiyê çap bû. Di 1986an de derket derveyî welêt. Li Parîsê Zanîngeha Sorbonne beşa Edebiyata Kurdî (Îrannasî) xwend û doktora xwe li ser “Mêjûy Edebî Modern ya Kurdî” temam kir. Di navbera salên 1986-1994 de li Denmarkê cigiriya sernûserê Kovara “Yekgirtin” û “Derwaza” kir û nûsarên wî di kovarên “Nûdem, Hîwa, Xermane, Havîbûn…” hat belavkirin. Di 1994an de vegeriya Kurdistanê. Li Hewlêrê kovara “Wêran” derxist û 1997an heta 2011an  di kovarên “Wercêran, Ciwayez, Şîn, Şiir”  de berpirs û sernivîskarî kir. Li Hewlêrê dezgeha kulturî “Mala Şerefxanê Bedlîsî” ava kir û rêveberiya wê didomîne. Ji 1994an vir ve li Zanîngehên...