Ferhad
Pîrbal
Di
sala 1961ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Di 1979an de, çîrokeke wî di kovara
Rojî Kurdistan hat weşandin. Di 1983an de li Zanîngeha Selahaddîn (Li Başûrê Kurdistanê) beşa Ziman û Edebiyata Kurdî temam kir. Di 1984an de yekemîn kitêba wî “Malava
Ey Welatekem”(şano) li çapxaneya Şehîd Îbrahim E’zo, ji aliyê Yekîtiya
Nivîskarên Kurdistanê li çiyê çap bû. Di 1986an de derket derveyî welêt. Li
Parîsê Zanîngeha Sorbonne beşa Edebiyata Kurdî (Îrannasî) xwend û doktora xwe
li ser “Mêjûy Edebî Modern ya Kurdî” temam kir. Di navbera salên 1986-1994 de
li Denmarkê cigiriya sernûserê Kovara “Yekgirtin” û “Derwaza” kir û nûsarên wî
di kovarên “Nûdem, Hîwa, Xermane, Havîbûn…” hat belavkirin. Di 1994an de
vegeriya Kurdistanê. Li Hewlêrê kovara “Wêran” derxist û 1997an heta 2011an di kovarên “Wercêran, Ciwayez, Şîn, Şiir” de berpirs û sernivîskarî kir. Li Hewlêrê
dezgeha kulturî “Mala Şerefxanê Bedlîsî” ava kir û rêveberiya wê didomîne. Ji 1994an
vir ve li Zanîngehên Başûrê Kurdistanê dersên wêje û hunerê dide; Zanîngeha
Selehaddîn, Zanîngeha Silêmanî,
Zanîngeha Kowe, Zanîngeha Xaneqîn” li Zanîngeha Artûklûyê jî
weke mamoste xebitî... Gelek bernameyên wêje û hunerî ji bo televizyonên Kurdî
çêkir. Di heman demê de heta niha li
Hewlêr, Roma, Amterdem, Parîs û li Başûrê Kurdistanê 11 pêşangehên resmên xwe
vekir. (2014) Di sîhsaliya huner û nîviskariya xwe de Pîrbal; dramatûrg, nivîskar, şa’ir, akademîsyen, ressam û actor e…
Heta
niha (2014) tevî pirtûkên wêjeyî, hunerî û lêkolînê 73 berhemên wî hatine çapkirin.
Şanoname:
-
Malava Ey Welatekem (Yekîtiya Nîvîskarên Kurdistan, 1984)
-
Beyanî Baş Ey Xerîbî (Danîmark, Weşanên Yekgirtin, 1988)
-
Heşîşekêşekan (Wezareta Rewşenbirî, 2003)
-
Nûserekî Cêl (Dezgeha Aras, 2010 )
-
Ew Piyawey Tenya Le Katî Xewn Da Dinyay Pê Ciwan Bû (Weşanên Bingeha Şerefxan,
2010)
-
Komalgey Medenî (Weşanên Bingeha Şerefxan, 2012)
Şi’îr:
-
Exil (1994)
-
Manîfestoya Duwem î Wêran Spiyên Nav Reş - Reşên Nav Spî (1999)
-
Ciyawaz (2001)
-
Bo Rodanî Kurim (2006)
-
Pênc kitêb û Nîv (2006)
-
Penehendey Jimara 33333 (2007)
-
Bîst û Heft Perçe Êskan (2009)
Roman:
-
Mulazim Tehsîn û Şitiriş (2001)
-
Santiago de Compostella (2002)
-
Piyawekî Şepqa Reşî Palto Reşî Pêlaw Şîn (2003)
-
Mindalbaz (2003)
-
Hikayetekanî Bawkim (2007)
-
Hotêl Evrûpa (2010)
-
7 Wêney Rûtî Cenabî Wezîr (2010)
-
Petatxurekan (Çîrok, 2000)
- Reîs Remezanekan (Çîrok, 2006)
- Reîs Remezanekan (Çîrok, 2006)
Lêkolîn:
-
Serçavekanî Kurdistan, Kurdiligie (1998)
-
Wêneyê Kurd ji Arşîva Kurdnasên Ewropî (1999)
-
Zêrê Nav Zibil (Ji Fransî werger, 1999)
-
Incîl di Dîroka Edebiyata Kurdî de (1857-1957)
-
Destpêkên Serhildana Pexşana Kurdî ( 1999)
-
Mêjûy Şano Le Edebiyatî Kurdî Da (Dezgey çap û Blûkirdnewe Rewşenbirî, 2001)
Pirtûkên Ferhad Pîrbal ku bi Kurmancî hatine çapkirin ev in:
Çolistan (Çirok, Ji Soranî: Şikriya Salih- Firat Kelekî, Weşanên Avesta, 2001)
Hotêl Evrûpa (Roman, Ji Soranî: Besam Mistefa, Weşanên Avesta, 2012)
Santiago de Compostella (Roman, Ji Soranî: Besam Mistefa, Weşanên Avesta, 2013)
7 Wêney Rûtî Cenabî Wezîr (Roman, Ji Soranî: Çetoyê Zêdo,Weşanên Avesta, 2014)
Reîs Remezanekan (Çîrok, Ji Soranî: Eyip Subaşî- Çetoyê Zêdo, Weşanên Avesta, 2015)
Penaberekî Fransî li Kurdistanê (Senaryo, Ji Soranî: Îdrîs Farqînî, Weşanên Avesta, 2015)
Evdirehîm Rehmî Hekarî (Lêkolîn, Ji Soranî: Ziya Avcı, Weşanên Lîsê, 2016)
Kovara Kundê di jimareya xwe ya sêyem de mijara dosyeyê ji "Ferhad Pîrbal" re veqetandiye. Tevî kovarê û 7 pirtûkên Ferhad Pîrbal mirov dikare ji pirtûkakurdi.com'ê peyde bike.
https://www.pirtukakurdi.com/index.php?route=product/manufacturer/info&manufacturer_id=18
Pirtûkên Ferhad Pîrbal ku bi Kurmancî hatine çapkirin ev in:
Çolistan (Çirok, Ji Soranî: Şikriya Salih- Firat Kelekî, Weşanên Avesta, 2001)
Hotêl Evrûpa (Roman, Ji Soranî: Besam Mistefa, Weşanên Avesta, 2012)
Santiago de Compostella (Roman, Ji Soranî: Besam Mistefa, Weşanên Avesta, 2013)
7 Wêney Rûtî Cenabî Wezîr (Roman, Ji Soranî: Çetoyê Zêdo,Weşanên Avesta, 2014)
Reîs Remezanekan (Çîrok, Ji Soranî: Eyip Subaşî- Çetoyê Zêdo, Weşanên Avesta, 2015)
Penaberekî Fransî li Kurdistanê (Senaryo, Ji Soranî: Îdrîs Farqînî, Weşanên Avesta, 2015)
Evdirehîm Rehmî Hekarî (Lêkolîn, Ji Soranî: Ziya Avcı, Weşanên Lîsê, 2016)

https://www.pirtukakurdi.com/index.php?route=product/manufacturer/info&manufacturer_id=18
Yorumlar
Yorum Gönder