( Ji Konferansa Xebatên Kurdî, Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê, 25 Gulan 2013) Dr. Ferhad Pîrbal Ji ber ku ez li Stenbolê ji gelê xwe re li ser edebiyata Kurdî dipeyivim, gelek kêfxweş im. Ji sala 1987an heta niha peywendiya min bi wê edebiyata ku bi zaraveya Kurmancî tê nivîsandin re heye. Qasî ku dizanim ew pêşketina mezin a vê edebiyatê bêtir li derveyî welêt pêk hatiye. Ez wisa difıkirim ku eger ev pêşketina edebiyata Kurdî ya ku bi Kurmancî hatiye nivîsandin û ew lêkolînên ku li ser çanda Kurdî û dîroka çand û edebiyata Kurdî û her wisa berhêmên wekî roman, helbest, çîrok hatine kirin li Tirkiyê were qebûlkirin û bi taybetî jî di zanîngehên Tirkiyê de ev pêşketin were qebûlkirin û berdewamkirin, ew akademîsyen, lêkolîner û nivîskarên li başûr dê ji xwe şerm bikin. Ez li bakur pêşketineke ewqas mezin dibînim. Ez ê îro li ser rola Stenbolê çend deqîqe bipeyvim. Ji bo ispata axaftina xwe jî ez ê behsa Evdirehîm Rehmî Hekarî bikim. Dema ku em li ser mijarekê dipeyv...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!