Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Ferhat Keskîn etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Li Amedê “Xewna Şeveke Havînê”

Şanonameya Shakespeare a bi navê “A Midsummer Night’s Dream” ku ji alîyê Kawa Nemir* bi navê “Xewna Şeveke Havînê” hatibû wergerandin, îsal bi rejîya Ferhat Keskin (Ferhad Feqî) li Amedê bi şanogêrên Bajêr re hate amedekirin.   Ji serê meha cotmehê ve, ev lîstik tê sehnekirin. Heta niha 9 caran hate lîstin… Min di pêşandana duyem de (05.10.2019) lîstik temaşe kiribû. Germa germa min xwestibû li ser lîstîkê binivîsim û min hewl dabû, lê weke ku “xew-n” li mirov biherime, rûdanên vê serdemê nehişt bi hişekî zelal li ser vê şanoyê nirxandinekê bikim. Berî ku zêde dereng nebe, ez ê çavdêriyên xwe li ser “Xewna Şeveke Havînê” parve bikim. Di vê komediya ya Shakespeare de, çîroka du êvîndarên serhişk ku li dijî zagonên Atînayê derdikevin dest pê dike. Pişt re piranîya çîrokê li daristaneke derveyî bajêr, bi “Xewneke Havînê” tevlihev dibe. Di vê xewnê de cin û perî tevlî nav çîrokê dibin û her tişt serûbin dibe. Lê di encamê de çîrok, ji bo ku “komediya” ye,   bi dilxweşiya hem...

Bi derhêner Ferhat Keskîn re hevpeyvîn

Derhêner Ferhat Keskin, bi navê xwe yê kurdî weke “Ferhadê Feqî” jî tê nasîn,  di sala 1967an de li Çewligê ji dayik dibe. Piştî xwendina dibîstana seretayî, berê Stenbol, piştî du salan jî, koçî Elmanya dike, diçe cem malbata xwe. Li wir perwerdehiya diqedîne, dûre  dest bi karmendîtiyê dike.  Dev ji karmendiyê berdide, di nav komên cuda yên Almanî de dest bi lîstikvaniya şanoyê dike. Di sala 1992an de, li bajarê Kolonê, tev hevalên xwe koma “Teatira Botan” saz dike, li wir wek derhêneriya şanoya Eskerê Boyîk a bi navê “Mem û Zîn”ê dike û pişt re lîstika Herold Pînter a bi navê “Zimanê Çîyan” derdixe. Ji 1992an heta 2006an, weke lîstikvanê şanogeriya Almanan di “Theater an der Ruhr” de cî digre, di heman demê de, di rêveberiya derhêneriya “Roberto  Cîûllî” karên xwe yên hunerî didomîne. Di 2006an de li Duhokê lîstika F. Garcia Lorca, bi navê “Şahiya Xwînî” dîsa heman şano li Şanoya Şaredariya Amedê bi navê “Daweta Xwînî” di 2012an û di 2008an de li Amed...