Ana içeriğe atla

Bi derhêner Ferhat Keskîn re hevpeyvîn

Derhêner Ferhat Keskin, bi navê xwe yê kurdî weke “Ferhadê Feqî” jî tê nasîn,  di sala 1967an de li Çewligê ji dayik dibe. Piştî xwendina dibîstana seretayî, berê Stenbol, piştî du salan jî, koçî Elmanya dike, diçe cem malbata xwe. Li wir perwerdehiya diqedîne, dûre  dest bi karmendîtiyê dike.  Dev ji karmendiyê berdide, di nav komên cuda yên Almanî de dest bi lîstikvaniya şanoyê dike.

Di sala 1992an de, li bajarê Kolonê, tev hevalên xwe koma “Teatira Botan” saz dike, li wir wek derhêneriya şanoya Eskerê Boyîk a bi navê “Mem û Zîn”ê dike û pişt re lîstika Herold Pînter a bi navê “Zimanê Çîyan” derdixe.

Ji 1992an heta 2006an, weke lîstikvanê şanogeriya Almanan di “Theater an der Ruhr” de cî digre, di heman demê de, di rêveberiya derhêneriya “Roberto  Cîûllî” karên xwe yên hunerî didomîne.

Di 2006an de li Duhokê lîstika F. Garcia Lorca, bi navê “Şahiya Xwînî” dîsa heman şano li Şanoya Şaredariya Amedê bi navê “Daweta Xwînî” di 2012an û di 2008an de li Amedê lîstika Azîz Nesîn “Yaşar ne Heye ne Tune ye” derdixe ser sehnê.

Ferhat Keskin, li Elmanya ji xêynî şanogerîyê, di fîlmên tv û Sînemayê da aktorî yê jî dike.  

Çetoyê Zêdo: Tu ji kengî ve bi şanoya kurdî re têkildarî?
Ferhat Keskîn: Ji 17, 18 salî ya  xwe ve  û virde alaqa min bi şanoya kurdi heye.

Çetoyê Zêdo: Mijarên ku dibin astengî yên ji bo şanogeriya te hene, ku hebin tu dikarî ji me re qal bikî?
Ferhat Keskîn: Şixulê şanogerîyê herdem rastî astengîyan tê, lê em ku bixwazin, dikarin bi hêza xwe ya xeyalan çare yan bibînin û rêka xwe ji astengîyan paqijkin, vekin.

Çetoyê Zêdo: Xwestek û helwesta te ji bo şanoyê çi ye?
Ferhat Keskîn: Ji bo min ger Şano politik be. Ew belkî nikare dinyayê biguherîne, lê dikare piştgirî ya ferdan, takekesan di rêka wan ya azadbûnê de bike. Ji ber ku hetan takekes azad nebe, ne civak ne jî dinya diguhere.

Çetoyê Zêdo: Ji bo te şanogerî tiştekî çawa ye?
Ferhat Keskîn: Tiştekî xweş e! Bê henek bibêjim: şanogerî yê, aktorî yê  tarî ya hundirê min ronî kir. Min di aktorî yê de xwe naskir.

Çetoyê Zêdo: Çi hêza te ya hunerê xurt dike?
Ferhat Keskîn: Eşq, evîn!Bextewarî û jan!

Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwe bikî?
Ferhat Keskîn: Disîplîn mijarekî serekeye di karê min de. Rast e şano Lîstik e, lîstik zaroktî ye, zaroktî xwe berdan e, azadî ye, lê ku nebe disîplîn û cidîyet, ew lîstika nayê terbîye kirin û nabe huner.

Çetoyê Zêdo: Li gorî te şanoya kurdî ber bi ku ve diçe?
Ferhat Keskîn: Şano ya kurdî, şikur bi van rojan, ber bi xweşî yê diçe. Ez ji pêşaroja wî hêvîdarim.
Çetoyê Zêdo: Ji me re qala bi deh salan berê ya şanoya kurdî bikin û piştî deh salên din wê şanoya kurdi li gorî dîtina te, ew ê bigihîje ku? Têbîniyên xwe bêjin?
Ferhat Keskîn: Berî deh salan rewşa şano ya kurdî ji îro xirabtir bû. Ew hunera herçî diçe zêtir bala kurdan dikşîne. Ji ber ku ev xelka hewcê vê hacetê ye. Travma yên giran di ser kurdan de hatin. Ruhê wan bi kul e, bi birîn e. Hemû beşên hunerî, di nav wan de şano jî dikare bibe derman ji bo wan, di saxbûyîna wan de rolekî bileyîze. Di çav min de bînerê kurd hay ji vê tiştê heye, lewma jî herçî diçe ji tîyatro yê hez dike.

Çetoyê Zêdo: Bandora kîjan şanogeran li te çê bû?
Ferhat Keskîn: Roberto Ciulli, Peter Brook, Cristoph Marthaler, Jürgen Gosch...

Çetoyê Zêdo: Ji klasikên şanoya cîhanê tu kê dixwînî û diecibînî?
Ferhat Keskîn: Williem Shakespeare, Georg Büchner, Hendrik Ibsen, Federiko Garcia Lorca, Bertolt Brecht, Moliere...

Çetoyê Zêdo: Tu ji şanogerên nû kê diecibînî?
Ferhat Keskîn: Wan hevalên xwe yên ku dildarê şanoya kurdî ne û wî karê bi zehmet, beyî ku biwestin didomînin. Ez ji wan hemûyan hez dikim û diecibînim.

Çetoyê Zêdo: Tu debara xwe bi çi dikî?
Ferhat Keskîn: Bi derhênarî ya şanoyê, bi aktorî ya şano û sînema û televizyonê.

Çetoyê Zêdo: Ji bo şanoyên ku te derhêneriya wan kir, tu dixwazî ji me re çi bêjî?
Ferhat Keskîn: Ew berhemên min û yên hevkarên min hevra ne. Wekî din çi bibêjim? Nizanim!

Çetoyê Zêdo: Xetereyên “lêpoşmaniyên” te yên bihurî çê bûne?
Ferhat Keskîn: Xwezila min bikarîya bêtir wextê xwe bida şanogerî ya kurdî.

Çetoyê Zêdo: Heta niha di şanogeriya xwe de, tu zêde li ser çi disekinî û lê hûr dibû?
Ferhat Keskîn: Li ser pirsa “çawa”. Ango, ez çawa, bi çi şiklê, çi estetikê dikarim gotinê xwe bibêjim, ser wîya disekinim. Ji ber ku, ez dixwazim bigihîşim binehişî ya bîner û ew jî ne kare kî hêsan e. Ji xwe ez jî, ji karên zor hez dikim.

Çetoyê Zêdo: Vê gavê tu li ser çi mijûl î?
Ferhat Keskîn: Min, bi xêr du sê proje yen şano yê li Kurdistanê daye ber çaven xwe, hazirî ya wan dikim..

Çetoyê Zêdo: Guhertinên şanogeriya te berê û niha hene?
Ferhat Keskîn: Di xortanî ya xwe de, min pir tişt bi darê zorê rêva dibir. Niha bawerî ya min bi zor kirinê nemaye. Niha hez dikim, her tişt bi xwezayî çê bibe, were holê. Karê min jî ewe ku, zemîne kî çê bikim, ji bo wê xwezayî yê.

Çetoyê Zêdo: Tu bêyî çi/kê nikare şanoyê bikî?
Ferhat Keskîn: Bê eşq û bêyî aktoran.

Çetoyê Zêdo: Di têkiliya jiyan û hunera te de, tiştê/a ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Ferhat Keskîn: Xerîbî! Lê xerîbî nebûna min çi dikir!

Çetoyê Zêdo: Li gora çavderiyên te temaşevanên şanoya kurdî kîne? Teybetî û bertekên temaşevanan tu çawa dinirxînî?
Ferhat Keskîn: Min gava din jî got... Şanoya kurdî, mîna insanekî birîndar e, bi kul e, bi derd e, tiştên ku ruhên wî sax bikin, li wan digere. Hez dike bikene, şa bibe. Zarok, tiştên ku tesîr dide wan dikin lîstik û di nav lîstikê de dikin ku ji wê tesîra xirab xwe jê xilas bikin. Şanogerîya kurdî jî, bi karmend û bînerên xwe wisa ye.

Çetoyê Zêdo: Şanogerên kurdî, têkiliya wan ziman çawa ye?
Ferhat Keskîn: Ne baş e! Lê em hîn di serê rêyeke dirêj de ne. Kurdî ya bîneran çiqas baş be, yên şanogeran jî ewqas baş dibe.

Çetoyê Zêdo: Divê şanogerên Kurd, kîjan devokan bizanibin?
Ferhat Keskîn: Hemûyan. Ku vêyajî nikaribin, qene diyalekt û devokên xwe bila biparêzin. Ji ber ku ew dewlemendîyên vî zimanî ne. Nebe ku em di rişya standardkirinê de zimanê xwe beyar bikin. Da ku pêşerojê de, ew standardkirina ziman bi şiklekî xwezayî pêk were, ger şano wan diyalektan ser dikayê bine cem hev. Wek mînak, Comedia Dell Art a İtalî di vî warî de li wî welatî, rolekî gelek giran leyistîye.

Çetoyê Zêdo: Li gorî te rexneya şanoyî divê çawa be?
Ferhat Keskîn: Rexnegerî ya şanoyê beşekî bi sere xwe ye. Li welaten Ewrûpî stûnekî sereke ye di hunermendîya tîyatroyê de. Pirek e di navbera şanoger û bîneran de. Divê zimanê bîner, şanoger ji bo kêmasîyan rexne bike, ji bo xweşiyan dipesîne, bi vî awayî pêşda çûyîna wî teşvîq dike. Wekî ez dizanim, li tirkîyê û li kurdîstane jî ev pîşe hîn cîhê xwe negirtîye.

Çetoyê Zêdo: Tu di derbarê perwerdehiya şanoya Kurdî de çi difikirî?
Ferhat Keskîn: Ev mijarekî giriftar e. Di alîkî de tiyatro hunerekî gerdûnî ye, bi kîjan zimanî perwerda wî dibînî, bibîne ferq nake. Lê taybetmendî yên şanogerî ya kurdî jî hene û hebin jî. Ji bo vîyan jî perwerde ya tiyatroyê bi kurdî hebe baştir e. Lê mixabin, me ew kadro yên ku lîstikvanan perwerde bikin yan tune ne, yan jî pir kêm in. Dîsan jî di vî wari de hewldan hene û ez keyfxweşim bi van hewldanan. Lê qasî ku ez dizanim, zahmetî yên xwe pir in. Eşkere ye ku gelek lîstikvanên kurd hene derçû yên dibîstanên tirkî ne. Berê her tiştî, mirov cehd bike, wanan bikşîne şanoya kurdî, aktorîya bi kurdî bike dilgir, bike atraktif da ku ew bixwazin bi zimanê xwe yên zikmakî bileyîzin.   

Çetoyê Zêdo: Li gora te şanoya Kurdî û rojeva Kurdî çi qasî li hev dike?
Ferhat Keskîn: Pir li hev dike. Zêde li hev dike. Pir bi boçika rojevê digre û diçe. Lewma pir caran dibe cîhgirê siyaseta rojane. Ew ne tiştekî baş e. Ger çavên me hunermendan li kurahî yê û li durahî yê be.

Çetoyê Zêdo: Li ser şanoya bo zarokan dîtinên we?
Ferhat Keskîn: Şuxulekî rêzdar e, hêja yê. Kesayetiya insanekî di zarokatiya wî de, her wiha di nav lîstikê de geş dibe, pêş dikeve, erê şiklê xwe digre. Lê mixabin kurdî di lîstika zarokan de winda bû. Berê kurd, bingehekî wanê zaroktî ya kurdî hebû. Asîmîlasyonê pîl û baskên me dixwarin, le niha kete nav hinavên me. Şano ku bikare, zimanê kurdî wek zimanê lîstikê cardin bide zarokan, karekî pîroz dike.

Çetoyê Zêdo: Ji bo zarokan, xebatên we hene? Ku hebe tu dikarî qala wan bikî?
Ferhat Keskîn: Mixabin, tune ye. Şanokarî ya zarokan taybetmendîyên xwe hene, nizanim ez heqê wî derkevim an na. Lê ez hez dikim karên şano yê  bo zarokan bikim. Zarok bînerên herî canecan û minetdar in.  

Çetoyê Zêdo: Kî nikare bibe şanoger?
Ferhat Keskîn: Kesên ku zaroktî ya xwe du xwe hiştine an jî ji bîr kirine.

Çetoyê Zêdo: Li gora te, ji wêjeya Kurdî û ji ya cihanê divê kîjan çîrok, roman û hwd, di sehneya şanoya Kurdî de hebe?
Ferhat Keskîn:  Heta niha, kurdan para xwe ji berhemên însanetîyê hilnegirtî ne. Heq ê wan e, ji wan berheman çi li wan tê, çi bi dilê wane, bigrin û bi keyf û eşq zayî bikin.










Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got