Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Ferhad Pîrbal etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Peydabûna Şano di Wêjeya Kurdî ya modern de

( Ji Konferansa Xebatên Kurdî,  Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê, 25 Gulan 2013) Dr. Ferhad Pîrbal Ji ber ku ez li Stenbolê ji gelê xwe re li ser edebiyata Kurdî dipeyivim, gelek kêfxweş im. Ji sala 1987an heta niha peywendiya min bi wê edebiyata ku bi zaraveya Kurmancî tê nivîsandin re heye. Qasî ku dizanim ew pêşketina mezin a vê edebiyatê bêtir li derveyî welêt pêk hatiye. Ez wisa difıkirim ku eger ev pêşketina edebiyata Kurdî ya ku bi Kurmancî hatiye nivîsandin û ew lêkolînên ku li ser çanda Kurdî û dîroka çand û edebiyata Kurdî û her wisa berhêmên wekî roman, helbest, çîrok hatine kirin li Tirkiyê were qebûlkirin û bi taybetî jî di zanîngehên Tirkiyê de ev pêşketin were qebûlkirin û berdewamkirin, ew akademîsyen, lêkolîner û nivîskarên li başûr dê ji xwe şerm bikin. Ez li bakur pêşketineke ewqas mezin dibînim. Ez ê îro li ser rola Stenbolê çend deqîqe bipeyvim. Ji bo ispata axaftina xwe jî ez ê behsa Evdirehîm Rehmî Hekarî bikim. Dema ku em li ser mijarekê dipeyv...

Ferhad Pîrbal

Ferhad Pîrbal Di sala 1961ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Di 1979an de, çîrokeke wî di kovara Rojî Kurdistan hat weşandin. Di 1983an de li Zanîngeha Selahaddîn (Li Başûrê Kurdistanê) beşa Ziman û Edebiyata Kurdî temam kir. Di 1984an de yekemîn kitêba wî “Malava Ey Welatekem”(şano) li çapxaneya Şehîd Îbrahim E’zo, ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li çiyê çap bû. Di 1986an de derket derveyî welêt. Li Parîsê Zanîngeha Sorbonne beşa Edebiyata Kurdî (Îrannasî) xwend û doktora xwe li ser “Mêjûy Edebî Modern ya Kurdî” temam kir. Di navbera salên 1986-1994 de li Denmarkê cigiriya sernûserê Kovara “Yekgirtin” û “Derwaza” kir û nûsarên wî di kovarên “Nûdem, Hîwa, Xermane, Havîbûn…” hat belavkirin. Di 1994an de vegeriya Kurdistanê. Li Hewlêrê kovara “Wêran” derxist û 1997an heta 2011an  di kovarên “Wercêran, Ciwayez, Şîn, Şiir”  de berpirs û sernivîskarî kir. Li Hewlêrê dezgeha kulturî “Mala Şerefxanê Bedlîsî” ava kir û rêveberiya wê didomîne. Ji 1994an vir ve li Zanîngehên...