(Ji Konferansa Xebatên Kurdî, Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê, 25 Gulan 2013)
Dr. Ferhad Pîrbal
Ji ber ku ez li Stenbolê ji gelê xwe re li ser edebiyata Kurdî dipeyivim,
gelek kêfxweş im. Ji sala 1987an heta niha peywendiya min bi wê edebiyata ku bi
zaraveya Kurmancî tê nivîsandin re heye. Qasî ku dizanim ew pêşketina mezin a
vê edebiyatê bêtir li derveyî welêt pêk hatiye. Ez wisa difıkirim ku eger ev
pêşketina edebiyata Kurdî ya ku bi Kurmancî hatiye nivîsandin û ew lêkolînên ku
li ser çanda Kurdî û dîroka çand û edebiyata Kurdî û her wisa berhêmên wekî
roman, helbest, çîrok hatine kirin li Tirkiyê were qebûlkirin û bi taybetî jî
di zanîngehên Tirkiyê de ev pêşketin were qebûlkirin û berdewamkirin, ew
akademîsyen, lêkolîner û nivîskarên li başûr dê ji xwe şerm bikin. Ez li bakur
pêşketineke ewqas mezin dibînim. Ez ê îro li ser rola Stenbolê çend deqîqe
bipeyvim. Ji bo ispata axaftina xwe jî ez ê behsa Evdirehîm Rehmî Hekarî bikim.
Dema ku em li ser mijarekê dipeyvin, divê nimuneyek di destê me de hebe.
Min Evdirehîm Rehmî Hekarî wek nimune hilbijart. Min bi zanabûnî rola Stenbolê
ya di tazekirina edebiyata Kurdî ya dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala
bîstan de hilbijart. Di dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de
çawa ku roleke mezin a Stenbolê di nûjenkirina edebiyat û çanda Kurdî hebû, em
dikarin bêjin ku eynî rol di hunera Kurdî de jî lîstibû. Lewre hûn jî
dizanin di navbera edebiyat û hunerê de hinek cudahî heye. Lêkolînerên Kurd li ser
hunerê kêmtir xebitîne. Lê belê ji hêla hunerî ve jî Stenbol roleke mezin
lîstiye. Min bi zanebûnê Stenbol hilbijart. Lewre eynî bûyerên çandî, dîrokî,
edebî ku di dawiya sedsala dozdehan û destpêka sedsala bîstan qewimîbûn bi
baweriya min îro, li vir ku em rûniştine, dubare dibe û em niha tê de dijîn. Ev
civîna we, civîneke dîrokî ye. Armanceke we heye, sedem heye. Ez pê ewle me ku
hûn dizanin ka sedem çi ye ku em hemû li vir rûniştine. Û hûn hemû dizanin ka
armanc çi ye ku em livir rûniştine. Di navbera pêvajoya dawiya sedsala nozdehan
û destpêka bîstan û îro de şibînek heye. Ew nivîskarên ku ji Mehabadê, Mihemed
Mihrî, Mustafa Şewqî Qazîzade; ji Senendejê, nivîskarên din; ji Silêmanî,
Towfıq Efendî ku wekî Pîremêrd hatiye naskirin; ji Colemêrg, Evdirehîm Rehmî
Hekarî; ji deşta Rewandiz û Hewlêr, Husên Huznî Mukriyanî; ji Diyarbekir, Îshaq
Sikutî; ji devera Cizîrê Dr. Abdullah Cewdet hwd. ango ew nivîskarên ku ji her
çar parçeyên Kurdistanê, ji bajar û bajarokên Kurdistana bakur, rojhilat, başûr
nehatibûyana Stenbolê, li vir kom nebûyana û hevdu nasnekirana ew bizav û
tevgera çandî, polîtîk, dîrokî -Dr. Celîlê Celîl ku li vir rûniştiye, navê wê
pêvajoyê wekî ronesans bi nav kiriye minjî wergerande Erebî got Nehwe- pêk
nedihat. Ango di dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de cihekî
wisa hebûye ku Kurdan kariye lê kom bin, werin cem hev, bi hev re tevbigerin.
Li Stenbolê Kurd li gel Tirkan mil bi mil bûne. Ev yek şanazî ye. Di Stenbola
îro de jî ez heman bizav û tovê dibînim. Îro xweşbextane hêviya Kurdan heye ku
dixwazin li bakur wê tovê biçînin û ew tov bibe deriyek ji bo wê ronesansê.
Di dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de Stenbol roleke
mezin lîst, lewre Stenbol xwedî cihekî stratejîk bû, nêzikî Ewrupayê bû û
dikarî sûd ji wan pêşveçûnên ku li Ewrûpayê diqewimîn, bigire. Eger em li rewşa edebita wê demê ango ya
nîveka duwem a sedsala nozdehan binêrin, em ê bizava sembolîstan, sembolîstên
Fransiyan bibînin. Eger li Parîsê, Cenevreyê, Brukselê 76 an jî her cihekî din
ê Ewrûpayê kovareke sembolîstan an bizakeve din a hunerî derketa du meh şûnde
li Stenbolê yan dibû nûçe yan jî ji hêla wan nivîskarên fransîzan ku bixwe li
Parîsê dijîn an jî li Stenbolê dijîn ve, li Tirkî dihatin wergerandin. Hûn hemû
jî dizanin tesîra edebiyata Fransî li ser Tevfık Fikret, Recaizade Mahmut
Ekrem, Namık Kemal hwd. hebû. Berhemên Fransî li Tirkî dihatin wergerandin.
Beşek ji wan nivîskarên Kurd ên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hatibûn yan
ji bajarên Kurdistana bakur hatibûn di nav bizava çandî ya Stenbolê de dijîn,
wan formên nû yên edebiyata Ewrûpayê bi awayekî rasterast werdigirtin. Ew
nivîskar du beş bûn: Beşek yekem ji wan kesan pêk dihat ku Fransî dizanîn wekî
Abdullah Cewdet û Îshaq Sikutî. Îshaq Sikutî zû wefat dike. Di sala 1902'an de
wefat dike. Li gor nivîskarên din bandoreke mezin nekiriye. Her wisa Memduh
Selîm, Abdurrahman Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Miqdat Mîthat Bedirxan jî di vê
beşê de ne. Wan bixwe Fransî dizanî. Dema ku Miqdat Mithat Bedirxan hejmara
ewil a rojnameya Kurdistanê derdixe, bi Fransî karteke biçûk di nav oryantalîst
û rewşenbîrên Fransî de ji bo wergirtina piştgiriyê belav dike. Ango bi Fransî
nameyek nivîsandiye û bi tevî rojnameyê belav kiriye. Husên Huznî Mukriyanî û
gelek nivîskarên din jî Fransî dizanî. Şansa wan hebû, lewre wan him bi xwe
Fransî dizanî, bi rêya zimanê Fransî ji çand û edebiyata Fransî sûd girtiye him
jî ji formên nû yên edebiyata Ewrûpayê sûd wergirtiye.
Formên nû dibêjim, lewre şano, roman di edebiyata Kurdî de tunebû. Çîroka forma Ewrûpî jî tune bû. Belê Mela Mehmudî Bazîdî 1856an çîroka yekem nivîsandiye. Çîrok hebûye, lê belê wekî forma Maupassant an jî Çexof nebû. Ew formên nû yên edebî di dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de hatiye nav edebiyata Kurdî. Hêvîdar im bikarim behsa mînaka Evdirehîm Rehmî Hekarî bikim. Mîna ku min got şansa wan hebû. Lewre, wan bi awayeki rasterast sûd ji zimanê Fransî girtiye û her wisa wan, sûd ji edebiyata Fransî girtiye. Namık Kemalek, Tevfık Fikretek, Recaizade Mahmut Ekremek an jî yekî din di bin bandora çanda Fransî de helbest nivîsandine.Eger
şanseke Tirkan hebûya, du şansên Kurdan hebûye. Lewre wan tenê sûd ji çanda
Fransî girtiye, Kurd him rasterast sûd ji Fransî girtiye û sûd ji miletekî din,
ango ji Tirkan, ji Namık Kemal, Tevfik Fîkret, Recaizade Mahmut Ekrem, ji
Serveti Fünun û ji kovarên mîna Yeni Kalemler û kovarên din girtiye. Ez wekî
Turkmenan telafuz dikim: Yengî Kalemler. Şansa beşa din a wan nivîskarên Kurd
ên ku li Stenbolê bûne, kêmtir bûye. Lewre li gor wan nivîskarên ku herdu ziman
dizanin, dereceya sûdwergirtina wan kêmtir bûye. Wan tenê kariye sûd ji
edebiyata Tirkî ya di bin tesîra edebiyata Fransî de maye, girtiye. Şêx Nurî
Şêx Saleh, Cemîl Saîb, Zîwer, Hacî Qadirî Koyî û gelek nivîskarên din wisa ne.
Ango du kanalên wan nivîskarên me yên ku di dawiya sedsala nozdehan û destpêka
sedsala bîstan de jiyane, hebûye. Divê girîngî bidin vê rola Stenbolê û divê em
li ser wê lêkolîn bikin. Ne tenê warê edebî û çandî, lê belê warê jiyana
civakî, rêxistinî, hunerî û qadên din. Niha hin konsept hene ku em li
Kurdistana başûr bi kar tînin, ji me wetrî ev konsept gelek taze ne. Yek ji wan
xebata saziyî ye. Şeş heft sal e ku em li Kurdistana başûr li dewsa karê siyasî
û polîtîk, em dikarin karên saziyî bikin da ku barên partiyên siyasî siviktir
be. Wek mînak xebata jinan .
Yekemîn rêxistina jinên Kurd, Kürt Kadınlar Cemiyeti di sala 1919an de li
Stenbolê hatiye avakirin. Yekîtîy Afratanî Kurdistan ku li başurê Kurdistanê tê
damezrandin nizanim sala 1954 e; an 1956 e. Ango piştî navbereke dirêj
rêxistineke din a jinan
tê avakirin. An jî rêxistina xwendekavanan Cemiyetî Hêvî di sala 1913 an de tê damezrandin.
Em nebêjin ku me beriya Farisan, Ereban an jî Tirkan dest bi çîrok, roman an jî
tiyatroyê kiriye. Lê belê qet nebe em bikarin van heqîqetên dîrokî bigihînin
nifşên nû. Ev peywir, peywira zanîngeheke wekî wê zanîngehê ye ku ev konferans
amade kiriye. Destê wan û ya weqfa Kurd Weqfa Îsmaîl Beşîkcî xweş be. Mesela,
min nedizanî ku Kurdan beriya Tirkan bûye xwedî radyo. Belê, Kurdan beriya
Tirkan bû bûne xwedî îzge. Nûjenbûna helbesta Kurdî panzde sal beriya
nûjenbûna helbesta Erebî pêk hatiye. Eger helbesta Erebî bi destê Nazik Melaîka
û Ebubekir Şakir Seyad di sala 1927an de helbesta Erebî nûjen bûbe, eger em
lêkolîn bikin em ê bibînin ku 1919 bi destê Evdirehîm Rehmî Hekarî nûjenbûna
helbesta Kurdî kiriye. Farisan di sala 1923an de bi destê Nîma Yusîc helbesta xwe
nûjen kiriye.
Yanî Kurd di gelek waran de, di avakirina qadên ku pêywendiyên wan bi edebiyat û çand û henerê ve heye de beriya miletên cînar pêş ketiye. Vegotina vê heqîqetê tenê ji bo wê yekê bû ku em behs bikin ku Kurd li Stenbolê xwedî şans bûne ku mil bi milê nivîskarên Tirk li Stenbolê jiyane. Biratiyeke pir qewî di navbera nivîskarên modemxwaz ên Tirk û Kurd de hebûye ku em di bîranînên nivîskarên wekî Pîremêrd de vê yekê dibînin. Pîremêrd vedigere Silêmanî, dibêje ku ew li Stenbolê li qata duwem a apartmanekê jiyaye, Tevfik Fikret li qata serî jiyaye, Recaizade Mahmut Ekrem li qata xwarê bûye. Pîremêrd behsa wê dike ku Namık Kemal, Tevfik Fikret ji wî re gotine ku were hevalekî Kurd heye, navê wî Abdullah Cewdet e, were wî nas bike. Ew dibêje cama êvarê em bi hev re, kurê min Nejat jî li gel me, diçûn ba wî, me sohbet dikir. Bi rêya Tevfık Fikretê Tirk ve Pîremêrd Abdullah Cewdet nas kiriye û bûne heval. Ev peywendiya van nivîskarên Kurd ku General Şerîf Paşa jî yekji wan bû gelek girîng bû.
Avdurehîm Rehmî Hekarî ku yek ji wan nivîskaran bûye û Almanî û Rûsî dizanî, di bin tesîra atmosfera çandî ya Ewrûpî ya Stenbolê de maye, dixwaze li ser şanoyê bixebite. Her wisa peyva şano ku em di Soranî de bi kar tînin û wisa dizanim ku di Kurmancî de jî tê bikaranîn, ji peyveke Ewrûpî hatiye. Ez wisa difikirim ku peyva "şano", ji peyva "scêni" ku di Fransî de wek sên tê telafuzkirin, bi Îtalî wek Şen tê telafuzkirin, tê. Konsulxaneyên pêşîn ên Ewrûpî yên li Stenbolê ya Îtalya û Fransayê ne û di dawiya sedsala 17.an û destpêka sedsala 18.an de hatine vekirin. Ev konsulxaneyên Îtalî û Fransî li Stenbolê kar kiriye, şano pêşkêş kiriye, komên şanoyên Ewrûpî yên van konsulxaneyan hebûye. Evdirehîm Rehmî Hekarî di wê çarçoveyê de jiyaye, yekemîn şanonameya xwe ya bi navê Memê Alan di kovara Jîn de di sala 1919an de belav kiriye. Pîremêrd hevalê wî bûye. Dema ku Pîremêrd vedigere Silêmaniyê karê yekemîn ku dike nivîsandina çend şanonameyan e. Pîremêrd sê-çar şanoname dinivîse. Evdirehîm Rehmî Hekarî ewil vê formata nû ya edebî dinivîse û Bozarslan dibêje ew şanoname li Stenbolê hatiye nîşandan jî. Pîremêrd jî eynî şêweyê ji 25an zêdetir gotarên li ser şanoyê û rexneyên şanoyî dinivîse, di rojnameya xwe de belav dike. Ango Evdirehîm Rehmî Hekarî yekemîn şanoya Kurdî dinivîse, Pîremêrd jî libaşûr duyemîn şanoya Kurdî dinivîse. Wexta min nemaye. Ez spasiya we hemûyan dikim.
Formên nû dibêjim, lewre şano, roman di edebiyata Kurdî de tunebû. Çîroka forma Ewrûpî jî tune bû. Belê Mela Mehmudî Bazîdî 1856an çîroka yekem nivîsandiye. Çîrok hebûye, lê belê wekî forma Maupassant an jî Çexof nebû. Ew formên nû yên edebî di dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de hatiye nav edebiyata Kurdî. Hêvîdar im bikarim behsa mînaka Evdirehîm Rehmî Hekarî bikim. Mîna ku min got şansa wan hebû. Lewre, wan bi awayeki rasterast sûd ji zimanê Fransî girtiye û her wisa wan, sûd ji edebiyata Fransî girtiye. Namık Kemalek, Tevfık Fikretek, Recaizade Mahmut Ekremek an jî yekî din di bin bandora çanda Fransî de helbest nivîsandine.
Yanî Kurd di gelek waran de, di avakirina qadên ku pêywendiyên wan bi edebiyat û çand û henerê ve heye de beriya miletên cînar pêş ketiye. Vegotina vê heqîqetê tenê ji bo wê yekê bû ku em behs bikin ku Kurd li Stenbolê xwedî şans bûne ku mil bi milê nivîskarên Tirk li Stenbolê jiyane. Biratiyeke pir qewî di navbera nivîskarên modemxwaz ên Tirk û Kurd de hebûye ku em di bîranînên nivîskarên wekî Pîremêrd de vê yekê dibînin. Pîremêrd vedigere Silêmanî, dibêje ku ew li Stenbolê li qata duwem a apartmanekê jiyaye, Tevfik Fikret li qata serî jiyaye, Recaizade Mahmut Ekrem li qata xwarê bûye. Pîremêrd behsa wê dike ku Namık Kemal, Tevfik Fikret ji wî re gotine ku were hevalekî Kurd heye, navê wî Abdullah Cewdet e, were wî nas bike. Ew dibêje cama êvarê em bi hev re, kurê min Nejat jî li gel me, diçûn ba wî, me sohbet dikir. Bi rêya Tevfık Fikretê Tirk ve Pîremêrd Abdullah Cewdet nas kiriye û bûne heval. Ev peywendiya van nivîskarên Kurd ku General Şerîf Paşa jî yekji wan bû gelek girîng bû.
Avdurehîm Rehmî Hekarî ku yek ji wan nivîskaran bûye û Almanî û Rûsî dizanî, di bin tesîra atmosfera çandî ya Ewrûpî ya Stenbolê de maye, dixwaze li ser şanoyê bixebite. Her wisa peyva şano ku em di Soranî de bi kar tînin û wisa dizanim ku di Kurmancî de jî tê bikaranîn, ji peyveke Ewrûpî hatiye. Ez wisa difikirim ku peyva "şano", ji peyva "scêni" ku di Fransî de wek sên tê telafuzkirin, bi Îtalî wek Şen tê telafuzkirin, tê. Konsulxaneyên pêşîn ên Ewrûpî yên li Stenbolê ya Îtalya û Fransayê ne û di dawiya sedsala 17.an û destpêka sedsala 18.an de hatine vekirin. Ev konsulxaneyên Îtalî û Fransî li Stenbolê kar kiriye, şano pêşkêş kiriye, komên şanoyên Ewrûpî yên van konsulxaneyan hebûye. Evdirehîm Rehmî Hekarî di wê çarçoveyê de jiyaye, yekemîn şanonameya xwe ya bi navê Memê Alan di kovara Jîn de di sala 1919an de belav kiriye. Pîremêrd hevalê wî bûye. Dema ku Pîremêrd vedigere Silêmaniyê karê yekemîn ku dike nivîsandina çend şanonameyan e. Pîremêrd sê-çar şanoname dinivîse. Evdirehîm Rehmî Hekarî ewil vê formata nû ya edebî dinivîse û Bozarslan dibêje ew şanoname li Stenbolê hatiye nîşandan jî. Pîremêrd jî eynî şêweyê ji 25an zêdetir gotarên li ser şanoyê û rexneyên şanoyî dinivîse, di rojnameya xwe de belav dike. Ango Evdirehîm Rehmî Hekarî yekemîn şanoya Kurdî dinivîse, Pîremêrd jî libaşûr duyemîn şanoya Kurdî dinivîse. Wexta min nemaye. Ez spasiya we hemûyan dikim.
Yorumlar
Yorum Gönder