Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Mart, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Şanoya Malê û Heyamê

Îro 27ê Adarê roja Şanoyê ya Cîhanê ye… Pêkanîna şanoyê hêz û hunera xwe ji roja roj de ji rû-bi-rûbûna lîstikvan û temaşevan wergirtiye; loma li gora hunerên din wê temendirêjtir be. Heta ku mirov hebin wê şano jî her hebe, dibe ku îro sehne girtî bin, siberojê wê vebin. Tişt bi şanoyê nayê, jê netirsin lê li xwe miqate bin… Roja Şanoyê jî ji ber Coronayê bêyî şanoger û temaşevanan, tenê bi peyamên nivîskî an jî bi dîmenên yek-kesî hate pîrozkirin… Weke hemû kar û xebatên girseyî, şanogehan jî li seranserê cîhanê derîyê xwe li temaşevanan girtin. Hemû lîstikên li ser sehneyê tevî yên ku proveyên wan jî amade dibûn, mecbûr man ku bêne betal kirin. Bi hebûn û nebûna xwe Şanogerên kurd jî ketine mala xwe û dixwazin xwe bistrînin. Bi coronayê re her tişt guherî û hîn jî diguhere.   Li gora zanyarên xweşbîn, heta serdemekê jî ew ê talûkeya coronayê bidome… Loma her roj, em pêrgî agahî û nûçeyên ecêb dibin. Hemû rojeva çapemenîya cîhanê, rewşa niha bi awayekî reşbîn bi hejmara