Ana içeriğe atla

Li Amedê “Xewna Şeveke Havînê”


Şanonameya Shakespeare a bi navê “A Midsummer Night’s Dream” ku ji alîyê Kawa Nemir* bi navê “Xewna Şeveke Havînê” hatibû wergerandin, îsal bi rejîya Ferhat Keskin (Ferhad Feqî) li Amedê bi şanogêrên Bajêr re hate amedekirin.  Ji serê meha cotmehê ve, ev lîstik tê sehnekirin. Heta niha 9 caran hate lîstin… Min di pêşandana duyem de (05.10.2019) lîstik temaşe kiribû. Germa germa min xwestibû li ser lîstîkê binivîsim û min hewl dabû, lê weke ku “xew-n” li mirov biherime, rûdanên vê serdemê nehişt bi hişekî zelal li ser vê şanoyê nirxandinekê bikim. Berî ku zêde dereng nebe, ez ê çavdêriyên xwe li ser “Xewna Şeveke Havînê” parve bikim.
Di vê komediya ya Shakespeare de, çîroka du êvîndarên serhişk ku li dijî zagonên Atînayê derdikevin dest pê dike. Pişt re piranîya çîrokê li daristaneke derveyî bajêr, bi “Xewneke Havînê” tevlihev dibe. Di vê xewnê de cin û perî tevlî nav çîrokê dibin û her tişt serûbin dibe. Lê di encamê de çîrok, ji bo ku “komediya” ye,  bi dilxweşiya hemû kesan, evîndar digihêjin mirazê xwe û lîstik bi şahîyekê bidawî dibe.
Ev lîstik di 1590î de ji alîyê Shakespere ve tê nivîsin û di heman salê de tê lîstin. “Xewna Şeveke Havînê” di nav şanonameyên Shakespeare de ku li hemû cihanê herî pir têne lîstin cih digre. Weke piranîya şanonameyên Shakespeare yên bi navê “Bahoz, Macbeth, Qral Lear, Julius Caesar, Çîrokek Zivistanê…”  cin û perî û pîrebok bi sêhrên xwe, di tevna çîroka berhemê de roleke sereke digrin. Di “Xewna Şeveke Havînê” de serlîstikvan Mîrê Cinan “Oberon” e, ew dramatîka şanoyê ber bi geşedanê ve dibe û dîsa bi qeweta wî (deus ex machina) evîndar digihêjin miradê xwe û çîrok bi xweşî diqede.

Her çiqas lîstik li ser êvîndarîyê jî be, Shakespeare di metna xwe de rexnê li kesayetîya mirovan û li zagonên civakê jî dike. Eşq ne ew tiştê ku mirov heta hetayê jiyana xwe li ser bike û xwe ji bo wê bide kuştin. Her tişt di rojekê de dikare bi “sêhrekê” an bi “xewnekê” biguhere. Di lîstikê de têkilîyên evînê ku li ser berjewendîya desthilatdarîyê pêk hatine, ew qas “zirav” in ku dikare di xewnekê de hemû pevgirêdana “eşqa mirovan” berevajî biguherîne û dîsa weke ku tiştek neqewîmî be vegerîne rewşa berê. Ev guherîn gelek caran ne di destê mirovan de ye, di “sêhrê” de ye. Sêhr hem dikare tinazê xwe bi mirovan bike hem jî mirovan bextewer bike. Lê weke her tiştî dawîya sêhrê jî heye. Bi şîyarbûnê re “morîka xewê” ji guhê mirovan derdikeve. Dema tiştên neditî û ecêb biqewime mirov li xwe nagire û xwe davêje bextê “xewnê”. Di van xewnan de, bi xêr û gunehên xwe hemû dimênên tirs û xwestekên mirovan pêk tên. (Ji xwe şano jî, ji roja roj de bi xewn û xeyalan dide û distîne, dikenîne, ditirsîne, digirînê…)  Di nav mijar û hêmayên lîstikê de ev jî heye ku Shakespeare bi zanebûn dixwaze di vê lîstikê de, tinazê xwe bi lîstikvanên serdema xwe bike. Bi koma şanogerên ecemî,  parodîya lîstikvanên serdema xwe dike.











Di “Xewna Şeveke Havînê” de, pir kes hene: Hin jê evîndar in, hin jê şanoger in, lê piranîya wan cin û perî ne. Berî ku nav û paşnavê wan bêtir tevlihev bibin, em bala xwe bidin navê rolan û lîstikvanên wan:
Theseus: Mîrê Atînayê ye. (Özcan Ateş)
Egeus: Bavê Hermiayê ye. (Kemal Ulusoy)
Hermia: Keça Egeus e û evîndara Lysander e. (Avşîn Adıgüzel)
Lysander: Dildarê Hermia ye. (Özkan Şeker)
Demetriûs: Dildarê nû yê Hermia ye û hezkirîyê berê yê Helanayê ye. (Mahmut Kösem)
Helena: Dildara Demetrius e û hevala Hermeiayê ye. (Dicle Güneş Yavuz)
Oberon: Mîrê Cin û Periyan e. (Özcan Ateş)
Titania: Keybanûya Cinan e, bi Oberon re di rikberîyê de ye. (Berfin Emektar)
Bottom: Şanoger e. (Yavuz Akkuzu)
Hippolyta: Destgîrtiya Theseus e. (Şilan Alagöz)
Puck (Robînê Jêhatî): Xizmatekarê Mîrê Cinan Obreon e, bi şûmiya xwe hemû çîrokê tevlihev dike. (Sena Özbey)
Di Rolên Cin û Perîyan de: Zeycan Ateş, Mesût Erencî, Kemal Ulusuy, Şahabettin Dağ, Şahperî Alphan.
Di rolên Şanogeran de: Mesût Erencî, Kemal Ulusuy, Şahabettin Dağ, Şahperî Alphan û Yavuz Akkuzu
Xewna Şeveke Havînê, bi çîrok û hêmayên xwe yên fantastîk derdikeve pêş. Ger hûn ji “spoiler”a lîstikê ne aciz bin, ez ê çîroka şanoyê vebêjim…
Hermia û Lysander du dildarên sermest in. Lê Egeus bavê Hermia, dixwaze keça xwe bi Demetrius re bizewicîne. Tevî vê yekê Helena hevala Hermia ye û dildara Demetrius e. Egeûs, maqûlekî Atînayê ye loma diçe gilîyê keça xwe li ba Mirê Atînayê dike. Di zagona Atînayê de keç divê bi daxwaza bavê xwe bizewicin, na ku keç vê yekê pêk neynin, têne cezakirin. (Piranîya bavan bi vê zagonê keçên xwe ditirsînin.) Mîr Theseus, li gilîyên Egeûs guhdarî dike lê hemû bala wî li ser daweta wî ya nêz e. Ji bo ku ew û dergîsîya xwe Hippolyta berzewac in. A rast hemû Atîna li benda daweta Mîr û Keybanûyê ne. “Şanogerên Bajêr” jî li benda dawetê ne, ji bo ku di şahîya dawetê de pêşkêş bikin lîstikekê amade dikin û ji bo proveyan diçin daristaneke nêzî Atînayê.
Demetrius piştî ku dev ji Helanayê berdide, dibe dildarê Hermia. Di heman demê de Helena, hevala Hermia ye û navxweze Demtriûs dev jê berde. Dema ku Hermia û Lysander biryara rêva daristinê didin, hayê Helanêyê jî pê dixin. Ew jî heman agahîyê bêyî ku bizane çi dike ji Demetrûs re dibêje. Demetriûs li daristanê dide du şopa wan, Helena jî dide pey wî. Lê li derveyî bajêr, daristan warê cin û perîyan e...
Li vê daristana Atînayê, Mîrê Cinan Oberon û Keybanûya Cinan Titania di rikberîyê de ne. Mîr û Keybanûya perîyan daristan li hevdu parve kirine. Ew li ser zarokekî ku li ber destê xwe mezin kirine, şer dikin. (Di lîstikê de, ew zarok dibe Taca desthilatdarîyê) Titania naxwaze wî kesî bide Oberon. Dema Mîrê Cinan li darîstanê çav li herdu êvîndaran dikeve, dixwaze bi sêhrekê evîna Lyasander mestir bike. Lê xizmetkarê Mîrê Cinan “Puck” ku ji alozî û lîstîkê pir hez dike, bi şaşî wê sêhrê li kesên din dike û êvîndarîya kesan tevlihev dibe.  (Ev sêhr li kê bibe, dema şiyar bibe û çav li kê bikeve, di cî de dibe bengîyê wî/ê.) Dema Oberon hay ji vê şaşitiyê çê dibe, ji Puck dixwaze ew sêhrê bixe çavê Demetrius jî û bi vêya sêhra Lyasander xera bike. Demetrius dema ji xew radibe Helenayê dibîne û ew jî dibe êvîndarê wê. Hermia û Helana ji vê guhertinê tiştekî fam nakin. Ji herduyan weyê ku ew ji bo tinaz û henakan, xwe li êvîndarîyê datînin.















Oberon, heman sêhrê li Titania jî çê dike. Daxwaza wî, ew e ku bi vê sêhrê “tacê” jê bistîne. Li heman darîstanê şanogerên bajêr ên amator ji bo provayê hatine.  Xizmetkarê Oberon “Puck” dema li daristanê çav li provayên Bottom û lîstikvanên din dikeve, dixwaze hinekî bi wan re bilîze. Puck, guhê Bottom dike yê keran û lîstikvanên din ji Bottom ditirsin û her yek bi aliyekî daristanê ve direvin… Dema Titania ji xew radibe, çav li şanogerekî guhker dikeve ku ew ji koma “Peter Quince” Nick Bottom e. Titania bi hemû xizmetkarên xwe bi wî re eleqeder dibe. Oberon, tacê bidest dixe lê dibîne ku her tişt, ne li gora dilê wî pêk hatiye. Zû ji vê daxwaza xwe poşman dibe. Demildest sêhra li ser Titaniayê xera dike û ji bo her tiştî bike weke berê, ji Titinaia alîkarîyê dixwaze. Titania çareseriyê bi “morîka xewê” dibîne û hemû kesên ku wê şevê bûne şahidê “sêhr û tevliheviyê”, hemûyan dixe xew ku ji bo dema ew şiyar bibin, ji wan weyê her tişt xewnek bû. Bi morîka xewê re hemû kesên li daristanê, dikevin xeweke giran û dema şiyar dibin, her tiştî weke xewnekê hîs dikin û vedigerin Atînayê. 
Dema li daristanê ev bûyer diqewimin, hazirîya daweta Mîrê Atînayê Theseus û destgirtîya wî Hippolyta berdewam e. Bi vegera evîndaran, Egeus dihêle ku keça wî bi Lyasander bizewice. Mîrê Atînayê Theseus û Hippolyta, zewaca Hermia û Lysander jî dipejirînin. Hemû bi hev re ji bo şahiya daweta Mîrê Atînayê û xanima wî, li pêşandana şanoya bi navê “Pyramus û Thisbe” temaşe dikin. Battom, rola “Pyramus” ewqas ji dil û can dilîze ku hemû rolên din di hustiyê wî de dimînin. Piştî pêşandana şanogeran, bi bextewerîya şahîya dawetê, lîstik bidawî dibe.
Şanogerên lîstika  “Pyramus û Thisbe”, ji xerat, tevnkar, terzî, hesinkar û ji esnafên cur be cûr pêk tên. Lê ji bo ku di eslê xwe de ne şanoger in, nikarin xweş bilîzin. Di vê lîstikê de “Dîwar, Ronahîya Heyvê û Şêr” qerekterên lîstika navberî ne.
Di serdema navîn de, şanogerên ecemî ji esnafan pêk dihat, li gorî rexnegirên Shakespeare ev tişt nîşaneya şanogerên wê demê û qerfpêkirina Shakespeare ya li himberî şanogerên wê deme ye.
Di destpêkê de temaşevan tê digihêje ku di lîstikê de lihevanîneke taybet heye. Ji zimanê wergerê, heta ser sehnê her tişt bi rejîya “derfetên kêm” jinûve hatiye sazkirin. Metna sehnê, li gora daxwaza dramatûrjîya derhêner û kêmderfetên sehneyê, hatiye amade kirin. Kinkirin û guhertina metna wergerê, car caran bi nakokîya “zimanê wergerê” û “zimanê sehneyê” xwe aşkere dike. Diyar bû di sehneyên hatibûn birrîn de, bi zimanê jixweberîyê hatiye dagirtin. Ji hêla zimanê sehnê û wergera metnê, diviyabû balansek hebûya. Di zimanê “lehengên maqûl” de, mecaz û rîtm heye, di zimanê lehengên “xizmetkaran” de, vegotineke rojane heye. Dibe ku ev tişt bala temaşevan nekişandibe, lê xaleke girîng e. Di zimanê wergerê de, ev hatiye bikaranîn, lê li ser sehnê piranîya vê vegotinê bi “jixweberîyê” jê çûye.
Ferhat Keskin weke derhêner di hemû lîstikên xwe de bi disîplîn dixwaze karê xwe amade bike. Ji bilî amadekariyên berîya proveyan, ew bi hemû şanogeran re tev digere û dixwaze wan tevlî lêgerîna rejî û dramatûrjîya lîstikê bike. Helbet gelek astengî û nelihevî derdikevin lê ew li vêya asê nabe û heta sehnekirina lîstîkê vê helwesta xwe didomîne. Ger ne wiha bûya, diviyabû piştî qeyyûm provayên lîstikê nîvco bihişta. Provayên lîstikê li sehneya “Çand Amedê”(Kültür veKongre Merkezi) dest pê kiribû, hemû amadekariyên destpêkê li gora “piştgirîya şaredarîyê” û salona mezin a Çand Amedê bû. Piştî “qeyyûm” lîstîk jinûve adapteyî sehneya biçûk ya Galeriayê bû. Piştgirîya produksiyonê jî bû xewneke şeva havîna Amedê. Sehneya berê ya Galeriayê ji bo vê lîstikê jinûve hate guhertin. Bi xîreta Ferhat Keskîn û şanogerên Şanoya Bajêr di 04ê Cotmeha 2019an promîyara xwe kir.   
Di lîstika navberî ya şanoyê de, bi rêjiya Ferhat Keskin “parodîya lîstikvanîyê” bi kenewerîyeke balkêş derdikeve. Performansa Yavuz Akkuzu û “Şanogerên daristanê” bi lîstika  “Pyramus û Thisbe” pesindayîneke bêminet heq dikin. Di sehneyeke vingî vala de, bi performansa xwe, heq ji parodîya lîstikvanîyê derdikevin.  
Bi dîtina min, bikaranîna “muzîkê” li gora naverok û rejîyê qels bû. Xwezî lîstik hinekî ber bi “muzîkalê” ve bihata ser sehnê. Heman kêmanî di makyaj û maskan de jî xwiyabû. Di kostuman de jî, ez pêrgî konseptekê nehatim ku bikaribim bibêjim li gora “rejîyê” hatiye neqandin. (Piştî lîstikê pê hisiyam ku tarxaneke “produksiyonê” tuneye, wan her tişt bi derfetê xwe “çareser” kirine. Li Bakur, çavê hemû şanogeran li Şanoya Bajêr in, di nebûnê de jî xîreta salan dikare kêmasîyên “mask, makyaj, kostum û muzîkê” bi “sêhrên şanoyî” dagirta. Mesele ew e ku hemû bar û karê şanoyê bi tenêbûnê, bedewîya dîtbarîyê xurt nake…)        
Di lîstikê de du warên desthilatdarîyê hene: Atînaya mirovan û daristana cin û perîyan. Lîstikvanên Bajêr, bi performansa xwe ji Atînayê derbasî darîstanê dibin û dîsa vedigerin rastîya Atînayê. Piranîya lîstikvanan ji rolekî derbasî rolekî din dibin. “Rastîya Atînayê” di şeveke daristanê de dibe xewn. Tempoya lîstikê li sehneya biçûk a Şanoya Bajêr, bi gotina “Peter Brook” di sehneyeke vala de “Xewna Şeveke Havînê” afirandibûn lê çend tişt li paş mabûn. Ser meselê, di sehneya Bajêr a biçûk de, daristana cin û perîyan ava kiribûn, lê koşka Theseus ya Atînayê bi du kursîyên biçûk “temsîl” kiribûn. Di lîstika navbirî de şanoger bi “Pyramus û Thisbe” lihevhatî bûn, lê di kostumên “maqûlên Atînayê” de, bêyî konseptekê, malhazîrî xwiyabû.
Di koreografîya lîstikê de Yeşim Coşkun ger hinekî din bixebitîya di gelek sehneyan de nelihevîyên tevger û rîtma xam nediman. Belkî jî bi min wiha tê ku ev kêmanîyên lîstikê piranîya wan ji bêwextî û bêderfetî bin. An jî lîstik piştî meh û nivekê dibe ku ji serî heta binî veguherî be. (Ev şano ye, gav û seata wê nabe yek) A girîng ew bû ku têkilîya lîstikê û temaşevanan di pêşandanên ewil de xurt bû. Bi dilrehetî dikarim vêya bibêjim ku bi giştî Şanoya Bajêr bi lîstikavanên nû re temaşeya “xewnê” bi şêweyeke ciyawaz anîne ser sehnê. Helbet ev jî cihê şanazîyê ye bo şanoya Bakur…


*Shakesperare “Xewna Şeveke Havînê”, Wer. Kawa Nemir, Weşanên Lîsê, 2013

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got