KEZÎZERÊ

Kezîzerê, kezîzer
Xulam memkê gilover
Serî sor û binî zer
Mîna berfa zinarê
Sîka dara tim li ser
Mîna sêvên Xelatê
Serî sor û binî zer
Mînane penîrên ter
Min givaşt û av jê her
Tu ji govendê were der
Te ramûsim, cardî her
Te divê her û te divê mer
Kezîzerê lewendê
Gewrê, bozê, bilindê
Kevoka nava gundê
Sîng doşek, balîf zendê
Ez ramûsim te rindê
Destê xwe bi destê mn de
Tevde herin govendê
Kezîzerê hithîtî
Li binya mala şemitî
Dawa têqî lewitî
Dilê lêwik şewitî
Kezîzêrn me çar in
Her çar jî bi kum û şar in
Hilma memkan em xwarin
Kezîzerên me şeş in
Her şeş jî bi şarên reş in
Hilma memkan çi xweş in
Didî xuyakirin, ko por zerîne
û serê memikên wê nû hildane, weke sêvên Xelatî ne, serî sor û bin sipîne, weke
berfa zinarê Mêrdînê, ko siya daran tim li ser e… Çi tiştên giranbiha gotine!
Kezî, gulî, ew porê hûnayî yan
jî badayî ne, ko bi paşde tê berdan û bisk, ew porê, ko bi ser dêmên jinan de
têne xwar û carna çivan didin xwe û bi alikî de serê xwe xawr dikin yan jî wan
bi ser hinarên riwê xwe de xwar dikin, ko karibin nêçîrê li dilê rebenê weke me
bikin. Lê zulf, ew çend tayên por in, ko bi ser eniya jinan de têne xwar û
gelek caran jî perçe perçe dibin û hin ji wan weke dûvê dûpişkan serê xwe
berjor, bi ser erprî, boşî, temezî, qolên zêran de bilind dikin û eniya gewr
weke rojeke, ko bikevî nav hewran û carnan li me ronî didî, tê xuyakirin û
tîrejeke tava evîndarî tavêjî dilê evîndar û bi carek di nav pêtî û agir de
dihêlî.
Lê dengbêjê me gelek bi
memikan ve maye û gelek pesnên giran ji wan re anîne. Lê ji ber, ko sêv hişk û
berf sar e, li xwe vegeriya te û gotiye “Mînanê penîrê ter” ko mirov bigivêşî û
av herî, wey malwêran! Te çiqa bi hostayî pesnê memik û singa yara xwe daye, ko
te Cizîrî û Xanî bênav û deng hiştine!
Herwekî ne tenê li ser memik û
singê maye û berê xwe dayê zendên dosta xwe û gotiye “Sîng doşek, balîf zende” eger wilo bî, rast e,
yara mêrik lewend e; gewrê, bozê, bilindê! Îdî ka jina ji vê lewanda te
şêrîntir û xweşiktir bî ez benî! Lê camêr dixwazî govendê jî, erê wele! Eger wilo ji kê, ji me re
herî serî, em ê pê re herin govendê û lotika jî bidin. Ma kî ji ramîsanê jinê
wilo gewr, boz, lewend direvî. Ma nabênî, seydayê me Cizîrî çi dibêjî:
“Di pabosa sîminsayê,
Me nêrî bejn û belayê.
Lê êlî Eblexulasbabê,
Esbabesemawatî,”
Gerîtî, rengeke di navbera
esmer û boz de ye. Lê boz çend reng in: Şinboz, reşboz ew in ko rengê sor, yan
şîn yan reş di nav bozitiya wê de hebin; çîlboz, zêde sipî ye.
Lê hithitî, ew e ko xalên sor
ketibin nav de û çawa şemitî ye dilê lêwik pê şewitî ye. Xuyaye ko gelek
çavdêriya wê dikir.
(Cegerxwîn, Folklora Kurdî, r. 58)
(Ciwan Haco- Kezîzer) http://www.youtube.com/watch?v=e9ugs_30axk (Brader- Kezîzerê) http://www.youtube.com/watch?v=bqTxtgUnMYc
Yorumlar
Yorum Gönder