Li Dinyayê Roja Şanoyê 2015, 27ê Adarê
Nivîskarê Peyama
Roja Şanoyê a
sala 2015an derhênerê polonî
Krzysztof
Warlikowski ye!
Peyama Roja Şanoyê ya Cîhanê 2015
Hostayên rasteqîn ên şanoyê bi piranî ji sehneyê dûr in. Û bi gelemperî, wek makîneyeke dubarekirin û nûvehilberîna qlîşeyan ew
li şanoyê nanerin. Ew di nav lêgerîna kaniya lêdana rehjenê, herka jiyanê de ne ya ku çav lê ye biqevizin di
ser eywanên pêşande û hêwirzeya mirovan
re ku di nav hewla kopîkirina ji hin cîhanan yekê ne. Ji dêvla ku biafirînin em ew cîhanên ku li ser temaşevanekî, li ser hestên di bin erdê de hiltên hûr dibin an heta xwe dispêrinê, zêde dikin. Û ya rast, tu tiştek tuneye ku ji şanoyê çêtir ew hestên veşartî derxîne
holê.
Pirî caran
wek rêber ez li pexşanê vedigerim. Roj bi roj li xwe hay dibim ku ez li ser wan nivîskarên
ku nêzî sed sal berê bi awayekî kahînî lê dîsa jî bi ihtiyat hilweşîna xwedayên ewropî û ew tarîgewrka
ku şaristaniya me xistiye nav tariya ku dive hêj bê ronîkirin,
difikirim. Ez li ser Franz Kafka, Thomas Mann û Marcel Proust
difikirim. Îro ez ê John Maxwell Coetzee jî têxim nav vê koma kahînan.
Ew feraseta wan a derbarê dawiya dinyayê -ne ya gerstêrkê lê ya awayên têkiliyên mirovan- û pergal û gelemşeya civakî de, vêga ji bo me pir aktuel e. Ji bo me ku piştî dawiya dinyayê dijîn. Ew ên ku bi sûc û pevçûnên ku her roj li
devereke nû diçirisin ku medyaya herdem hazir û nazir jî nikare bişopîne, rû bi rû ne. Ev agir wer
bi lez bi her deverê dikeve, ewqas zû jî ji nav nûçeyên medyayê bê veger winda dibin diçin. Û em neçar, di nav tirs û xofê de dimînin. Em êdî nikarin bircan
ava bikin, û ew dîwarên ku em bi înad ava
dikin jî me ji tu tiştekî naparêze -berevajî vê, ew bi xwe muxtacî parastin û xwedîlêderketinê ne ku parçeyek
mezin a enerjiya me lê diçe. Êdî ew taqeta me tuneye em lê binerin ka ji derî wêdetir, li paş dîwêr çi heye. Tam jî
ji ber vê divê şano hebe û em ji vir hêza xwe bigrin. Ji bo ku ew ciyên dîtina wan qedexe ye, em bikaribin di qulika
derî re li wan
binerin.
“Efsane
hewl dide ew tiştê nayê ravekirin, rave bike. Ji ber ku ew xwe dispêre rastiyê, ew mecbur e bi
neraveberî bi dawî bibe” -Kafka dirûvguherîna efsaneya Prometheus wisa tasvîr dike. Ez baş hîs
dikim ku divê ev peyv şanoyê jî tasvîr bikin. Û
ev cure şano ye
ku xwe dispêre rastiyê û bi awayekî neraveber bi dawî dibe, ez bi dil û can hêvî dikim ew bibe
nesîbê hemû xebatkarên wê, ew ên li ser sehneyê ne û ew ên temaşe dikin.
Krzysztof Warlikowski
Ji aliyê Koma Ragihandina Şanoyê û Navenda
Dewletên Yekbûyî ya ITIyê ve hatiye
piştevanîkirin.
Wergera ji îng: Fexriya Adsay
Çavkanî: http://www.world-theatre-day.org/en/
Derhênerî Pollendî
Kirziyiszitof Warlikowiski
Nusîwiyetî Wergêr: Erselan
Derwêş
Lewe sanatir nîye ke mamosta
rasteqînekanî şano bidozînewe bemercêk dûr le textey şano soraxiyan bikeyn.Çunke
ewan derbestî ew şanoyewe nayen ke bûwete amêrêk kopîkirdinî nerît û botew şêwaze
bê giyan û siwawekan, belku wêln be diway serçawe û tewijme zînduwekanî em
hunere ke zorbey kat holledaxrawekanî niwandin we heşamate miroyiye tê
deperrênêt ke serqalî kopîkirdinî yek dûwêney tirî cîhane …
Ême berdewam wêne bo cîhan kopî dekeyn , le
birî afirandinî cîhangelêk ke zadey berkewtin û mişt û mirr e legel bîneran da
û cext ekatewe lew hellçûnaney le bin rûkeşekan da şepol dedin. Le rastî da hîç
şitêk be hêndey şano tiwanay nîye heste şarawekan aşkira bikat. Zor car pena
debem bo pexşan bew temayey rêniwênîm bikat berew geyiştin be heqîqet. Rojane
le bîrî ew nûserane dam ke le nizîkey pêş sed salewe şerim nane pukanewey
xiwawende ewrupîyekaniyan pêşbînî dekrid, herçon pêşbînî ew nixro bûneşiyan dekrid ke
taku êsta şaristaniyetî êmey le nêw tarîkî da win kirdûwe.
Mebestim nûseranêkî
wek Franz Kafka û Tomas Man û Marsîl Birust û her weha detiwanim lem roda nawî
Maksiwêll Kozîş bo lîstî em pêşbînîkarane ziyad bikem. Emane hemûyan be selîqey
dirustî xoyan dirkyan bewe kirdûwe ke kotayî cîhan be rêwe ye û hîç derbazêkî
bo nîye. Diyar e mebestim kotayî hesarey zewîy nîye, bellku kutayî hatinî ew
modêle bawe ye lemerr peywendîyekanî nêwan ademîzadekan û kotayî hatine be
sistimî komellayetî û rabûne şoriigêraney le dijî ber pa debin. Ewey ew
nûserane be hestî parawyan dirkyan pê kirdibû ewe ye ke emro zor be tûndî
giriftarîn be destyanewe. Axir ewe ême bûyn hawdemî kotayî hatinî cîhan bûyn
keçî hêşta le jiyan dayn. Rûberûy ew tawan û şer û pêkdadane zindigî
deguzerênîn, ke rojane her care û le şiwênêkî niwê heldegîrsên û xêratir in
lewey ke mîdiya berbillawekanî dinya le tiwanay pexşkirdiniyandiban, keçî hênde
nabat ew herîqane carisker debin û lenaw raporte hewallekan da bizir debin û
îdî nagerênewe.
Ême
hest be pekewteyî û toqîn û gemarodan dekeyn. Îdî natiwanîn burcekan bunyad
binêyn û ew dîwaraney ke sersextane pelkêşî bunyadnanyan dekeyn, natiwanin le
hîç şitêk bimanparêzin. Belku be pêçewanewe bo parastin û çawdêrîkirdinyan
beşêkî gewrey wizey jiyanî êmey gerek e. Îdî lewze manda nemawe le piştî
dergakanewe le piştî şurekanewe le rûdawekan biniwarrîn. Her be cextkirdinewe
lem hokare pêwîst e şano bûnî hebêt û hêz û wizey le rikaberêtîyewe werdegrêt,
wata le têraman û wirdibûnewe be naw hemû yasax wikllomdirawekan da. Efsane le
hewlî ravekirdinî ewe da ye ke rave nakirêt. Ca le berewey efsane le heqîqetewe
serçawey girtûwe, boye debêt lew şiwên da be kota bêt ke ravekirdin û
şîkirdinewey estem bêt. Bew core Kafka wesfî gorrankarîy piromîsiyosî le efsane
nasraweke da hênaye arawe. Minîş birwayekî pitewim bewe heye ke debêt şanoyş
bem wişane bête wesifkirdin. Ew core şanoye ke le heqîqetewe serçawey girtûwe û
meramî xoy be corêk berceste dekat şîkirdinewe û ravekirdin pey pê neben,
amancî min ew temenay dekem bo sercem şanokaran… Ger le ser textey şano bin yan
le nêw cemawer da kar biken. Le naxî dilimewe ew şanoyeyan bo exwazim.
Yorumlar
Yorum Gönder