CELADET
ALÎ BEDİRXAN
HEVİND (ŞANO)
(Hawar
Hejmar 20, 1933)
TEMAŞA
1 PERDE
Kesên Lîstikê:
Serwer Beg: Ji torinên Serhedan
Lewend Axa: Serekê Eşîrekê
Xurşît Axa: Serekê Eşîrekê
Bijîjkek: Pisaxakî Madenê
Gurgîn: Pisaxayek
Felemêz: Birayê Gurgîn
Qeşem: Destgirtiya Gurgîn
Menije: Destgirtiya Felemez
Qubad: Xulamê Serwer Begê
Hevind: Sewiyekî diwanzde salî
Qasidek, Zar û Zêç, Kalek, Pîrejinek,
Birîndarin, Segman û Xelk
(Di
vebûna perdeyê de pehnava ( Navsera) çiyakî Kurdistanê xuya dibe. Dûre devî û
zinar in. Cih cih şiker û ferş, di alîkî de holikek, di ser holikê re aleke
kurdî pêl dibe. Ji aliyê rojavayî şiverêyek dirêj dibe û pehnavê digihîne
newalê. Ji dûr ve serên çiya yên bi berf diyar in. Di ber devê holikê de Qeşem
û Menîje rûniştine, dibihnijin.)
CIVANOK 1
QEŞEM
û MENÎJE
QEŞEM:
(Di xwe dîtine der û ji Menîjê re) Xwehê dinivî?
MENÎJE:
(Bi hilfirînekê çavên xwe vedike) No, lê nizanim çi li min qewimiye. Serê min
giran bû, dilê min borî.
QEŞEM:
(Dikene) Jixwe xew çiye?
MENÎJE: Ne xwehê, xew li ku, ma divê
demê de ez çawan binivim. Birîndarên me çawan in?
QEŞEM:
Dengê wan nayê. Bawer ke rahet in. Ê sêvanok şikestî heta sibehê dinalî û ji pesnan
xeber dida. Çi xortekî delal e, dibêjin ew çend jî mêr e. Birînên wî xedar in.
Ne yek ne dido. Heft heştek in.
MENÎJE:
Jixwe berê sibehê de, tu ne li hir bûyî, birîndarinin din dianîn û dibirin
şikeftê. Bijîşk bi wan re bû. Kete holikê lê nihêrt, serê xwe hejand û ji min
re got: Bêfêde ye. Halê wî ne tu hal e, gelek namîne.
(Ji
dûr ve dengên wek guregura ezmanan têne bihîstin.)
QEŞEM:
Guh bide, top dîsan dest pê kirine. Mala minê yên me, hesin û agir dîsan dê
bibarin ser serê wan. Topên me jî hebûwana ne xem bû. Dido ji dijmin standibûn
lê gule nemane. Mîtralyozên me hene, lê çi fêde şûna topê nagirin.
(Ji
holikê nalînek têt, keçik dibejin û dikevinê. Paş gavekê nalîn nizim dibe û li
şûna wê xirexirek tête bihîstin, pêleke din ne nalîn e ne xirexir e. Keçik ji
holikê derdikevin, çavên wan hêstir dikin.)
MENÎJE:
Çû, reben çû. Me nizanîbû ji ku ye, ji kîjan eşîrê ye. Tinê digotin xelkê
Dêrsimê ye. Dêrsîm li ku Serhedan li kû. Reben hatibû mirina xwe.
QEŞEM:
Ne xwehê hatibû şerê welatê xwe.
MENÎJE:
Belê şerê welatê xwe, rizgariya welatê xwe. Welato! Welato! Welatê xopan,
neyarên te zehf, dostên te kêm in. Dostên te tenê em in, keç û kurên te. Em jî
qels bêçek, bê tu tişt. Çarmedora me girtî; ji her alî rêya me birî, ji her
milî dijmin. Çarnikar neyar, neyarê xurt, herkes yarê neyar, dostê zexm. Belê
Menîje welê. Me di digot reben çû, gelo di dilê wî de çi hebû. Ma tiştekî wî
nîn bû ko bibêje.
QEŞEM:
Hebû, di dema paşîn de, wekî ketibû cankêşiyê, tiştek digot.
MENÎJE:
Belê dil dikir ku bibêje, lê nikarîbû lêvên wî nedigihan hev. Navek di ser
lêvên wî re digeriya, lê nedihate der.
QEŞEM:
Bawer bike navê keçikekê bû.
MENÎJE:
Bi min digot Zîzê.
QEŞEM:
Bi min Zînê.
MENÎJE:
Navê destgirtiya xwe digot. Kî zane destgirtiya wî jî çi keçikeke delal û çeleng
e. Ax dinya, hêj serê xwe nekiribûn balgehekî. Herê herhal delal e. Ma nebêjin
keçên Dêrsimî gellek sipehî ne, kej in çav belek in. Ax heke yên me jî di vê
dem û saetê de…
QEŞEM:
Menîje çi re holê dibêjî, Xwedê mekit.
MENÎJE:
Ma Xwedê mekit jî heye. Tu nabînî gule ji xwe re kiriye adet hima xort û zava û
destgirtiyan dibijêre. Li xwe danayine dest bide pîr û kokiman.
QEŞEM:
Te xêr e Menîje çire îro holê bêmade yî û tiştinin ne qenc û ne bixêr dibêjî?
MENÎJE:
Tu dixwazî ji te re rastiyê bibêjim, lê nizanim çawan bêjim te. Dilê min de
tiştek heye. Belê tiştek ji min re dibêje…
QEŞEM:
Ax li min…
MENÎJE:
Ax…
(Keçik
dikevin hembêza hev û bi deng digirîn. Demekê di hembêza hev de dimînin. Qeşem
xwe ji hembêza Menîjeyê vedike hêstiran ji rûyê xwe dimale. Menîje ecêbmayî lê
dinihêre.)
QEŞEM:
Megrî xwehê megrî. Ji me re şerm e ko em ji yên xwe re bigrîn. Herçî ko di şerî
de ne tevda birayên me, mêrên me ne. Hemî yên me ne. Girîn hebe divê em ji bona
hemiyan bigirîn. Liberketin hebe divêt em li ber wan bikevin ko di mêraniyê de
ji ên dîtir kêmtir bûn. Belê li ber wan bikevin ko di cihê xwe de xwe nedane
kuştin, ji mirinê revîn, rûyên xwe reş kirin û sax man. Yên me di pêşiya
hemiyan de diçin. Ji mirinê narevin. Heger heta niho sax mane û sax in jî, ne
ji wê ye ko xwe nedane kuştin, lê mirinê nediwêrî dest bide wan.
CIVANOK 2
ÊN
BERÊ Û HEVIND
HEVIND:
(Ji şeverê li wan derdibe. Li dora xwe dinihêre, dikeve holikê, derdikeve, ji
keçikan re) Keçinon penbû li kû ye? Ka çend pakêtan bidin min.
QEŞEM:
Nik me nema. Here şikeftê, li wê heye. (Hevind bazdide ber bi şikeftê diçe.)
CIVANOK 3
QEŞEM,
MENÎJE
MENÎJE:
Belê, belê xebera te ye Qeşem. Xwedê meke, yên me nemerdî bikin, ji xwe kê
kiriye, ma nayê bîra te di şerê Zerketê de topa di nav neqebê kê sitandibûn. Ne
herdu biran, ne yên me, Gurgîn û Felemêz.
QEŞEM:
Çawan nayê bîra min. Ma tenê hingê, di herşerî, di herderavê tend de xwe bi
mêraniya xwe nedane naskirin.
(Dengê
topan xurtir dibin)
MENÎJE:
Guh dibe Qeşem, dengê topan nêzing dibe.
QEŞEM:
Top di cihê xwe de ne, ba guheriye, ji lewra.
MENÎJE:
Heke hêj nebûye jî dê bibit. Qeşem ez welê dibînim ko di van çiyayan de ava me
nemaye. Ma tu nabînî tenê di rojên paşîn de balafirên dijminan ji deh caran
bêtir li me firiyan û guleyên xwe avêtine heta pehnava me. Ma nexuyaye, vê carê
fikra wan xirab e. Bîne bîra xwe. Ev bûne çar sal em di van çiyayan de asê ne.
Belê hergav teq û req e şer e. Lê ne holê, çend roj şer, paşê çend rojên din jî
rahetî. Vê carê ji çar mehan bêtir e êrîşa dijminan dest pê kiriye weqt nizane
bisekine. Berê şer di quntarên çiyê de dibû. Dijmin hêdî hêdî hilkişiya û xwe
gihandiye bilindcihan. Ma berî deh rojan berikên dijminan qet li pehnava me
diketin. Lê niho pehnava me ji çeperê xerabtir bûye. Ji aliyê din mezinan
digotin zad ji xwe yekcar nemaye, berikên segmanên me jî ne gelek in. Hero kêm
dibin.
CIVANOK 4
ÊN
BERÊ Û HEVIND
HEVIND:
(Di destê wî de çend pakêt penbû dikeve diyarê. Li keçikan dinihêre, bi ken
dibêje wan) Keçinon we xêr e, ez dibînim hûn herdu jî madekirî ne. Bawer bike
tirs gelek gihaye we. Metirsin, ez kekê we me.
MENÎJE:
Dê, tu jî biqeş…
(Hevind
di şeverê de winda dibe.)
CIVANOK 5
ÊN
BERÊ, JI HEVIND PÊ VE
QEŞEM:
Çire dixeyidî Menîje, bi Xwedê zarokekî delal e.
MENÎJE:
Belê, ez jî dizanim, ma dema yariyê ye.
(Ji
dûr ve guregura balefiran tête bihîstin)
QEŞEM:
Eve dîsan Dêwên Guhderzî û balafir, herwekî di çîrokan de digotin.
MENÎJE:
Fedkire (fekre) Qeşem, rast bi rast bi ser me de tên.
(Keçik
li ezmên dinihêrin, balafir nêzing dibin, li dorê gule dikevin. Paş bîstekê li
pehnavê jî. Qeşem û Menîj xwe li erdê dirêj dikin. Sê çar bombe ser hev dikevin
holikê. Dinya toz û tarî ye. çav çavan nabîne. Balafir heta qedandina bombeyê
xwe di ser pehnavê re digerin. Gaveke din vedigerin qerargeha xwe. Dinya hêdî
hêdî vedibe, holik hilweşiyaye, di cihê wê de çalin xuyane. Ji birîndaran yek
jî nemaye. Di nav şikêr û zinaran de hin serî, mil û hestî têne dîtin. Ji
newalê ve dengê tivingan. Desterêjeke xurt. Ji şeverê çend peya derdikevin, di
nav şikêran de disekinin, Gurgîn û Felemêz di nav wan de ne.)
CIVANOK 6
QEŞEM,
GURGÎN, FELEMÊZ
ÇEND
SEGMAN Û ESKER
QEŞEM:
(Ji cihê xwe) Gurgîn tu yî, Felemêz.
GURGÎN:
Qet melive, cihê xwe de bimîne.
FELEMÊZ:
Menîje li kû ye?
QEŞEM:
Ew jî li hir e di nav keviran de.
GURGÎN:
Xwe dirêj bike (ji hevalên xwe re) kanî esker, dabûn pey me.
FELEMÊZ:
Ev e tên.
(Ji
şeverê qederê deh panzdeh eskerê reş derdikevin, segmanên kurdan û esker
dikevin bidarî hev. Li hev dixin. Ji eskeran sê çarek têne kuştin. Eskerên din
jî tên. Herdu alî xwe ditelînin, şer e. Paş pêlekê piştmêrên kurdan e.)
YEK
JI PIŞTMÊRAN: Hey guhpehninon min hesp bere ser mêlaka dêya we da û!...
(Çend
destrêjên din, esker direvin, segmanên kurdan didin pey. Dengê tivingan hêdî
hêdî dûr dikeve. Diyar vala dimîne. Cendekên kurdan û eskeran tevlî hev li erdê
ne.)
CIVANOK 7
QEŞEM
PAŞÊ MENÎJE
QEŞEM:
(Ji cihê xwe serê xwe hildide û ban dike) Menîje, Menîje (ji xirexira miriyan
pê ve tu deng lê venagerîne. Careke din ban dike) Menîje, Menîje, keçê (xwe bi
xwe) mala minê çi lê qewimiye, mebe ko… (dikeve nav cendekan lê digere. Menîje
di nav keviran de deverû vezeliyaye. Qeşem wê dibîne. Xwe lê ditewîne û
dikişîne hembêza xwe. Ruyê Menîje bi xwîn e. Qeşem ruyê wê dişot. Menîje hêdî
hêdî xwe dilivîne. Birîna wê sivik e. Menîje radibe ser xwe.) Ax keçê dijminan
tu nekuştî te ez kuştim. Hindik mabû ez dîn dibûm. Bê te min û çi bikira, ax
keçê ax…
MENÎJE:
Dilê xwe runine, tu tiştê min nîne, birîneke sivik. Lê min ji te re negotibû
halê me ne tu hal e. Tu nabînî dijmin xwe gihandiye heta pahnava me. Ma ji hir
wê ve çi heye? Em ê herin kû. Çar sal tivav. Ew çend şer û xebat ew çend xwîn.
Jin, mêr, pîr, zar û hewqas kuştî û mirî. Ma hemî ji bona vê paşiyê. Ji bona ko
em pehnava xwe berdin destê dijminan. Ji xwe destê me de ev gir, ev gir maye.
Geliyê Zîlan û Tendûrek ketine destê dijminan. Di nav Kurdistanê de tinê ev gir
maye ko di serê wê de em di dora wê de dijmin têne kuştin.
QEŞEM:
Hêj rastir di destê me de tinê ev der maye ko em dikujin û lê têne kuştin. Di
derên din de kurd nayêne kuştin. Lê wek pez û dewaran têne şerjêkirin.
CIVANOK 8
ÊN
PÊŞÎN, HEVIND
HEVIND:(ji
şeverê dertêt) Bûkinon, ji we ee kefaret be (Ji Menîjê re) mala minê birîndar î
(madê wî diguhêre) birîna te ne xedar e.
MENÎJE:
Tiştekî sivik.
HEVİND:(Li
dora xwe dinihêre) Ka ala me xuya nake, çû kû? ( Tevda li alê digerin, ji nav
keviran derdixînin; diedilînin û ji nû ve dadiçikînin serê şikerekê)
HEVİND:
Bi vê bumbardimanê dijmin em gelek
êşandin, min digot qê tenê di çeperan de, lê dibînim ev der jî. Divêt ez
herim nik Qubad. (Xwe dide şeverê)
CİVANOK 9
QEŞEM
, MENÎJE
QEŞEM:
Belê me çi digot?
MENÎJE:
Min ê bigota, ji xwe nayê bîra te, berî çend rojan ew xortê bi cilên teng ko
dibêjin li ewropayê xwendiyê, rojnameke dijminan dixwend û ji dora xwe re
digot: “Belê xebera wan e. Ev şerê ha, şerê me digel wan ne wek şerên zemanê
berê ye. Berê me li ser qemçûr an mîriyê şer dikir. Carin habûn ji bona
xwîniyekî jî. Lê îro ji bona welêt û
heyîna xwe şer dikin, diqewimînin. Belê
ev şerên ha ko çend salin di welatê me de dibin şerinin bi armanc in. Û xistine
serê xwe mala me ji destê me bibin. Ew mala ko ji mêj ve ji pênchezar salî ve
em tê de ne. Ew mala ko gelek neyar û dijmin hewandine, lê tu car nehiştiye ko
ew tê de cih bibin û warên me ji me bistînin. Biyanî, wekî dihatin û welatê me
vedigirtin me xwe dida çiyan. Û ji jor ve li çûn û hatina wan dinihêrt. Lê îro
ne welê ye. Hildikişin çiyayên me jî, nahêlin em di ser wan de jî bisekinin. Ji
lewra, ji bona me du rê nînin. Rêyek heye. Divêt em dijminê xwe ji mala xwe
derînin û xweyiyê mala xwe bibin.”
QEŞEM:
Belê, Menîje welê digot. Xebera wî ye jî. Qesta wan qelandina me ye. Dilê wan
heye navê me ji dinyayê rakin.
(Ji
şeverê pêjna lingan têt. Keçik xwe kerr dikin û ber bi pêjnê ve diçin. Birek
birîndar xuya dibin. Hin di dar û bestan de hinin din di pişta mêran de
hilgirtî. Dar û bestan pêşîn didênin erdê, keçik diçin ser. Li birîndarî
dinihêrin û wek mihînen veciniqî xwe didin paş)
CIVANOK 10
ÊN
PÊŞÎN , SERWER BEG, DU SEGMAN Û PEYAYÊN DIN
HER
DU KEÇİK Bİ HEV RE: Ax, ew e, xortê cilteng.
(Birîndarên
din dibin şikeftê û cendekan ji diyarî kaş dikin)
SEGMANÊ
PÊŞÎN: Serwer Beg bi xwe ye.
SEGMANÊ
DUWEM: Qurbana mêraniya xwe ye.
SEGMANÊ
PÊŞÎN: Berberê hezar mêrî bû.
SEGMANÊ
DUWEM: Serek bû, serakan re serî bû.
SEGMANÊ
PÊŞÎN: Xwenda bû, zana bû.
SEGMANÊ
DUWEM: Bi her awayî hêja bû.
SEGMANÊ
PÊŞÎN: Xelk pê disekinîn.
SEGMANÊ
DUWEM: Dijmin jê dilerizîn.
SEGMANÊ
PÊŞÎN:Ruhniya çavên Kurdistanê bû.
SEGMANÊ
DUWEM: Ne mêrê gornistanê bû.
SEGMANÊ
PÊŞÎN: Ji bona mêraniyê ji bona qewmandinê ji dêya xwe bûbû.
(Di
wê navberê de peyayek dikeve diyarê, bi destê xwe re dûrebîn û şeşderba Serwer
Begê digire, xwe digihîne dar û bestê û ser ejnûyên xwe disekine.)
CIVANOK
11
ÊN
BERÊ, QUBAD Û paşî HEVIND
Qubad
: (Bi dengekî bi girîn) Ax ez benî,ez gorî min digot xwe ew çend mede pêş. Ma
em seyên te nizanim (em) ji bo çi bûn. Te keriyê xwe çawan bê serî hişt. Ez
gorî min digot ez goriya serê te bibim,te ez kirim kêla gorna xwe. Bego! Bego!
Begê zirav mirin ji bo te hêj gelek zû ye. Dinya din rehetî ye. Tu ne mêrê
rehetiyê yî. Tu mêrê şer û qewimandinê yî. Ev çiya gir û gaz tenê bi deng û
navtêdana te şên û ser xwe ne. Bê te çiya nizim,rûbar zuwa,ezman bê roj û tav
e. tu bi mirina xwe gelek tiştan ji me dibî ko îro ji her demê bêtir ji me re
gerek in. Tu qîma xwe bi mirinê ditînî lê em nayînin. Tu ne yê xwe yîtu yê me
yî. Mirovên wek te ne qesr in,karwanseray in. Heqê rûniştina her kesî lê heye.
Bego! Bego! Te hertişt ,dê û bav zar û zêç ji bona welatê xwe hiştin. Niho
welatê xwe ji bona çi û kê dihêlî? Ma nayê bîra te wekî em bi rê
diketin,dotmama te dixwest bi me re
were. Te nedihişt,ji te re çi digot: “Tu min ji bona welatê xwe dihêlî û
diçî,ma ez te ji bona kê bihêlim û herim kû? Welatê min jî tu yî,berde ez jî
herim welatê xwe, ez jî bi te re bêm”
Hevind
: (Hevind dikeve diyarê,li dora xwe dinihêre,li ber darûbestê ser ejnuyan
disekine,herdu destên Serwer Begê maçî dike û bi dengekî zîz)Ax min nizanîbû ko
mirov dikare du caran jî sêwî bimîne.
Qubad
: Ax ez çi dibêjim. Ma zanim çi dibêjim. Bego! Bego! Begê zirav rabe serê xwe
hilde.
Serwer
Beg : (Çavên xwe nîvbell dike,li dora xwe dinihêre,çavê wî li Qubadî dikeve. Bi
dengekî nizim) Qubad tu li hir î?
Qubad
: Belê ez benî,ji bêfihêtiya xwe hêj heme û li hir im. Hêj nemirime.
Serwer
Beg : Memire jî. Da ko kirasê min ê bi xwîn bibî mal,bidî dotmama min,kurê min
tê de bi xwedî bikin,zû bigihînin û bêxin xizmeta milletî. Millet nikare gelek
li hêviyê bimîne. Jê re canfeda û canbêzarin divêtin. Ji diya wî re holê bêje.
Qubad
: Ma çire ez benî,Xwedê hez bike tu bi xwe kurê xwe bi xwedî bikî û bigihînî.
Birînên te ne xedar in.
(Ji
devê Serwer Begê xwîn têt û dîsan ji ber ve diçit)
Qubad
: Xwezî min ev negotana,xwezî min ev dem nedîtana,ditirsim pê dilê xwe xira
kiriye.
Serwer
Beg : (Dîsan çavê xwe vedike û li Hevindî) Hevind kurê min tu jî li hir î?
Hevind
: Belê ez benî li hir im. Emrekî te heye?
Serwer
Beg : Ne kurê min, lê herwekî min ji te re berê jî gotibû,serê xwe ji çeperê
gelek dernexîne,te seh kir?
Hevind
: Belê ez benî dernaêxînim.
CİVANOK
12
ÊN
BERÊ, LEWEND AXA, BIJÎŞK Û ÇEND PEYAYÊN DIN
Lewend
Axa: Beg çawan e?
Qubad
: (Bê hemti xwe) Rahet e.
Serwer
Beg: hûn bi xêr hatine axanon. Segmanên şikeftê çawan bûne? Ditirsim dijmin li
wan hatiye hev, dîl ketine.
Lewend
Axa: belê ez benî dijmin li wan hatibû hev,lê dîl neketine. Jixwe di şikeftê de
bîst û pênc peya hebûn. Qederê dused eskerê dijminan bi ser wan de girtibûn.
Yên me vê paşiyê du mitralyozên dijminan xistibûn destê xwe. Bi êrîşekê li
dijminan bûne der. Ji du saetan bêtir bi hev çûn,dawî dijmin şikiya û xwe da
paş. Segmanên me xwe gihandine çeperên me.
Vêca
dijminan dîsa berê xwe dan şikeftê. Lê şikeft êdî li wan ranedibû. Hatin û
ketinê. Şikeft û hijde cendek ketine destê wan.
Serwer
Beg : Di newalê de.
Lewend
Axa: Dijminan eskerê xwe bi şûnda kişandin. Newal weke berê ye. Tu deng û pêjn
jê nayê. Sih miriyên me û qederê sed cendekên dijminan lê miqate ne. Di Girê
Şêran de ji ber ko tu sîngên segmanên me nemane,dijmin gule û berikên xwe
davêje rûyê ax û keviran. Me serê kaniyê ji destê dijminan derêxistibû. Vê
paşiyê dîsan ji me zemt kirine. Lê me ew çend cendekên wan xistine navê ko devê
kaniyê xitimiye av sor diherike…
Serwer
Beg : Di herderî de mêranî,di herderî de kurdanî. Lê dijmin serdest,em di
herderî de qels û bêkes,ji lewra di herderî de bindest. Belê mêranî qenc e,di
hertiştî,nemaze di şerî de mêranî şertê pêşîn e. Belê mêranî giyan e. Lê ji
bona ko giyan bilive,tev bigere jê re dest û ling û ji wan destan re şûr û rim
divêtin. Ne peya ne çek. Çar meh di vî kerî de dorgirtî,hero peya û çek kêm
dibin. Li şanû(şûna) wan tu nayê. Ava ko serê xwe nedaye kaniyekê,rojekê dê
biçike.(Dengê wî diguhere,bi vîn û hişkî)Axano! Qerara we çi ye? Êdî dem
e,divêt hûn qerareke xwe bidin.
Lewend
Axa: Beg esil tu yî. Heke qerar divêt,dîsan tu zanî. Te çawan emir kir em ê
welê bikin. Ma kengê me bêemriya te kiriye.
Serwer
Beg: Lê heye ko ez nemam.
(Hemiyan
xwe ker dikin,deng ji tu kesî nayê. Bijîşk dikeve nêzîngî Serwer Begê,zenda wî
dibe destê xwe. Bijîşk bêmad e)
Lewend
Axa : Belê Beg tu çi emir dikî?
Serwer
Beg: Yê min,divêt hûn xelk ê çekhilgir ji yê ne çekhilgir veqetînin. Zar û zêç
bi rê xin bila bikevin deşta Ecemistanê herin nav kurdên Erdelanê. Ên çekhilgir
ji vî girî derbasî girê din bibin û heta paşiyê lê bimînin. Xwe giran
bifiroşin. Belê xwe rind biparêzin zû zû xwe medin kuştin. Ji hergavî bêtir
mêrê mêrkuj bibin û ne xwekuj. Da ko dijminê xwe bê dijmin mehêlin û di erdê
Kurdistanê de agirê serxwerabûnê medin temirandin(dengê wî tête birîn,nema
dilive).
Bijîşk
: (Xwe digihîne wî, serê xwe dike sînga wî, çavên wî hêstir dikin) Çû, herê
serwerê me çû,stûna me a blind û xurt hilweşiya.
(Qubad
û Hevind xwe davêjin lingên wî,keçik digirîn,çavên xelkê hêstir dikin. Pêlekê
di vî halî de dimînin.)
Lewend
Axa: Hevalno! Serwerê me çû. Herwekî bijîşkê me gotiye bayekî ne bi xêr stûna
me a bilind û xurt hilweşand,konê me di ser serê me re xist,lê divêt em konê
xwe rakin,vedin û şopa serwerê xwe winda mekin.
Birano!
Ne ji min ne jî ji kesekî din têt,herwekî divêt pesnê Serwer Begê bidit û li
ber bikevit.Heke em dixwazin giyanê wî şa bikin divêt em bixebitin û wesiyeta
wî bînin cih. Di jîna wî de em bi emrê wî ve diçûn,paş mirina wî divêt em bi
wesiyeta wî ve herin.(Alê ji şikêrê dibe û bi Serwer Begê dadike)Bego! Di jîna
xwe de te ew hildigirt,di mirina te de divêt ew te hilgirit.
(Lewend
Axa,Bijîşk,Qubad û peyayên din darûbestê hiltînin,datînin ser piyên xwe,hêdî
hêdî diçin,xelk didin pey wan. Qeşem davêje ser: )
Way
li min,way li min,porkurê ax û ez ê
Serwero!
Serwero! Serwerê qewmekî
Şehîdê,
bilind î,şehîdê Bihuştê
Li
te xist ne bi çav berikê korekî
Serwer
î,geram î ax li me way ez ê
Bextreşê
dayikê! Dotmamê porkurê
Reşa
xwe girêdin,Serwer çû gorinê
Lê
bêyî! Rebenê! Dotmama xwelîser
Lê
bigrî! Lê bigrî,delal î! Torin î
Way
li min, way li min porkurê ax ezê
(Diyar
pêlekê vala dimîne. Ji eniya şer dengê top û mitralyozan têt. Hêdî hêdî deng
nêzîng dibin. Qasid ji şeverê de tê û dikeve diyarî li dora xwe dinihêre kesî
nabîne pêşve diçe. Dengê tivingan hêj nêzîngtir û xurttir dibe.)
CIVANOK
13
LEWEND
AXA,BIJÎŞK,QASID,HEVIND,QEŞEM,MENÎJE Û PEYAYÊN DIN VEDIGERIN
Lewend
Axa: (Ji qasid re) Te digot cih li yên me teng bûye. Dijmin ketiye newalê û
dikişine pehnavê(Deng û pêjn hêj nêzîngtir dibin. Çend berik li pehnavê
dikevin. Segmanek birîndar dibe û dikeve Bijîşk lê ditewe,yekî dîtir jî… )
Lewend
Axa: Herçend em ê vî girî vala bikin lê niho nikarin. Me hêj kar û barê xwe
nekiriye. Jê pê ve di vî halî de em ê çawan pişta xwe bidin dijminan û derbasî
girê din bibin. Ji lewra divêt em bi êrîşekê dijminan ji çeperan hilkin û
bavêjin rûbarê din. Dê xortino! Zarono! Herçî ko ziravê wî tenik e bila li
paşiyê bimînit,êrîş zarono êrîş.. (Tevda xwe didin şeverê. Lewend Axa dikeve
pêşiyê. Peya dibezin dikin ko ji hev derkevin. Birîndar gihane cankişiyê.)
Bijîşk:
(Li dora xwe li keçikan dinihêre. Radihêje tivinga kuştiyekî) Ez ko dizanim
birînan derman bikim divêt bizanim birînan jî vekim.(Dide şeverê)
CIVANOK14
QEŞEM,MENÎJE,
PÊŞDETIR XELKEKî TEVLÎ HEV
Qeşem:
Dijmin dîsan har bûye.
Menîje:
Emrê seyê har ne dirêj e.
(Degnê
tivingan li ser hev têt. Gule dikevin dorê,guregura balafiran jî dikevin navê.
Qêrîn ,ax, û nalîn. Ji aliyê rojavayî xelkekî tevlî hev,jin û zaro,kal û
kokim,çend birîndar dikevin diyarê. Hin li ser lingan in. Hin jî bi zikêşkê xwe
digihînin hevalên xwe. Ji newalê ve deng tên. Geh nêzing dibin,geh dûr. Balafir
tên,diçin,bomban davêjin. Gurînek… balafirek berbijêr dibe û dikeve newalê… )
Menîje
: Ma em çire sekinîne. Birîndar nemane ku em li wan miqate bibin. Piranî bi
birînên xwe ketine. Ên mayî bê me jî dikarin. An ewê sax bibin an xwe bigihînin
hevalên xwe. Êdî cihê me jî çeper e,eniya şer e(radihêje tivinga segmanê mirî û
dide şeverê)
Qeşem
: Ma ez te kengê bi tenê dihêlim.(dide pey wê)
Pîrejinek:
Keçê! Keçino! Kû ve? Kû ve? Xwelî li serê we mebit. Mala minê…
CIVANOK
15
ÊN
BERÊ JI DU KEÇIKAN PÊ VE
Kalek:
(Ji pîrejinê re) Tu jî dengê xwe bibire.
Pîrejin:
Jixwe min tiştek negot. Eve min dengê xwe jî birî.
Kalo:
Xwedêo! Tu bi rehma xwe bike. Li ber vî halî çawan hedara te têt. Heke te
mirovên dîndar divêtin, em in. Heke te mêren qenc,xudan bext û rûmet divêtin
dîsan em in.
Pîrejin:
(Bi dengekî nizim) Xebera te ye bira. Lê kes bi şolê Xwedê nizane.
Kalo:
(Ew jî bi dengekî nizim)Belê Xwehê welê ye. Lê ev şol bi darî çavan e.
(Dengê
tivingan hinekî dûr dibe)
Birîndarek:
Hey, ez qurbana dest û lepên we bim. Yên me pêş ve diçin. Dijmin pişta xwe da
wan.
Pîrejin
:Ma tu ji kû zanî xorto? Tu jî wek me li hir î,tu kesî nabînî. An nav di me
didî.
Birîndarek:
Yadê,ma tu nabihîsî ko dengê tivingan dûr dikeve.
Pîrejin:
Ko dengê tivingan dûr diket.
Birîndarek:
Ko dengê tivingan dûr diket,jê dixuye ko dijmin bazdidin û yên me didin pey…
Kalo:
Xebera wî ye xwehê. Niho tu nizanî çi kêf e. dijmin direve, yên me dikevin pey.
Carin hene bi seriyan bi sîngê li hev diqelibin. Hingê tiving wek ço ne. Tenê
zîqezîqa şilfa xenceran e(bi dengekî nizim dinihûrîne: )
Lê
xencerê lê xencerê
Qevdreşê
kalanzerê
Ez
li te geriyam delalê! Çavreşê delalê!
Tu
kanê,enî zêrê kanî
Jina
Kalo: Ma min negotibû tu xurufî yî,ma dema berdolaviyê ye?
Kalo:
Pîrê tu kerr be,tu ji kû bizanî,belê berdolavî mazîçînê,ma tu ji ku bizanî wekî
dengê top û tivingan dibihîsim çawan dilê min hildavêje. Herê mirin hebiwa
kalbûn nebiwa. Xwezî! Xwezî! Li wan wextan,li wan zemanan. Heta ko em nedigihan
sîngên hev me tiving bernedida hev. Ne ji paş talde û nav çeperan. Hertişt
kurdmancî bû. Jixwe eskerê reş yekcar bi me nikaribû. Ji heft bavê wan zêde bû ko hilkişin çiyan û
bikevin warên me. Ko me xwe digihand quntara çiyê ewan ruyê xwe badidan. Ji me
vedibûn,heta sala din,heta hingê ko em diketin deştê.
(Dengê
tivingan yekcar dûr dikeve)
CIVANOK
: 16
ÊN
BERÊ, QEŞEM,MENÎJE,GURGÎN,FELEMEZ Û PÊŞDETIR HEVIND
(Tevde
ji şeverê derdikevin. Menîje birîndar e,Felemêz ew hilgirtiye. Gurgîn jî
birîndar e,Qeşem ketiye bin çengê wî. Birînên wan ne xedar in)
Kalo:Axanino
xêr e?
Gurgîn:
Xêr e apo.
Pîrejin:
Mala minê keçik jî birîndar e,min digot meçe,lê guh neda min.
Birîndar:Ma
min negotibû dijmin şikiyaye.
Felemêz:Belê
şikiyaye.
Gurgîn:
Şikiya û kişiya rûbarê din,yên me dane pey,heta ko wî bibin bajon hinda newala
din.
Felemêz:
Dijmin gelek êşiya ,di newalê de bikare xwe biparêze jî,heta ko xwe bi edilîne
jê re çend roj divêtin.
Kalo:Ji yên me pir hatine kuştin.
Gurgîn:Kuştiyên
dijminan bêtir in.
Kalo:
Ji piran pir ji hindikan hindik.
Birîndar:
Pismam,gelo niyeta mezinên me çi ye? Ma ji me re jî tevdîrek nayê dîtin. Ez
biketam piştê kevirekî min dikarîbû tivingê bişolînim. Lê çawan xwe bigihînim
heta wê derê.
Felemêz:
(Bê hemti xwe) Ko Xwedê hezkir,ew jî dibit(ji Menîje re) çawan gelek diêşe.
Menîje:
Ma ez kengê di destê te û di hilma canê te de diêşim,tenê ditirsim.
Felemêz:
Ji çi ditirsî?
Menîje:
Ne ji tu tiştî,ko ez bibêjim ,mebe ko
bixeyidî.
Felemêz:
Naxeyidim,ka bêje çi ye?
Menîje:
Ma tu nizanî,belê ditirsim ko tu min dîsan berdî,em dîsan ji hev veqetin. Ma
çire ji min veqetî,te nedît rex te de min jî şer dikir. Te bi xwe digot,berikên
min qet şaş nedibûn,digihan armancê,êdî em ji hev veneqetin ne?
Felemêz:
Nizanim keçê! Kar zane,derb zane. Ez çi bêjim,dinya şer e,şer hero bi awakî ye.
Hevind:
(bi deng û qîr ji şeverê derdikeve bi destê wî re çend bombe hene) Baş êvar
axano! Hûn çawan in, rahet in,êdî metirsin,dijmin gelekî dûr ketin. Pişta wî
şikiya,zûzû nikare vegere (bomban şanî wan dide) ev sêvên ha jî ji we re rêkirine.
(Xelk
dikenin)
Gurgîn:
Te ev ji kû peyda kirine?
Hevind:
Keko heke naxiyidî ez ê bêjim te.
Gurgîn:
Qet naxeyidim,hema bêje.
Hevind:
Wekî dijmin bazda û hûn ketin paşila destgirtiyên xwe kofî û guliyên wan
diedilandin ez jî ketim hembêza çeperên dijminan û ev dane hev.
(Xelk
tevda dikenin)
Qeşem:
(Hevindî hembêz dike û radimîse) Tu çi xortekî delal î.
Hevind:
Keçê welê mebêje Gurgîn Axa dê bidexise.
(Xelk
dîsan dikenin)
Pîrejin:
Xwedê te bihêle kuro di vî halî de te em kenandin.
Hevind:
Di halê me de çi heye,me dijmin kevand,guhpehn revand,bûkên xwe civand.Jixwe
talaniya tevê êlê dawet e. Ez herim li Bijîşkê xwe bigerim.
(Xwe
dide şeverê)
Qeşem:
Çi lawikekî delal û bi dil e.
Menîje:
Xwedê wî bihêle (ji Qeşemê re) birîna Gurgîn çawan e?
Qeşem:
Ji halê wî xuyaye, tu nabînî halê wî ne tu hal e.
Gurgîn:
Guh mede xwehê, ma tu nizanî Qeşem e,ji xwe re dibêje. Tu tiştê min nîne,niho
dikarim tivingê hilgirim.
Menîje:
Xebera Qeşemê ye,tu ê çawan bikarî tivingê hilgirî,tu nikarî xwe hilgirî.
Qeşem:
Tu nizanî çi xwîn ji te çûye.
(Ji
şeverê pêjna lingan û dengên mêran tête bihîstin. Lewend Axa û hevalên wî)
CIVANOK
17
ÊN
BERÊ,LEWEND AXA,XURŞÎD AXA, BIJÎŞK,HEVIND Û PEYAYÊN DIN Û PÊŞDETIR QUBAD
Lewend
Axa:( Li xelkê dinihêre û ji hevalê xwe re ) Me tu wext nîne ko em winda bikin.
Divêt tavil dest bi xebata xwe bikin.
Xurşîd
Axa: Belê,hima niho.
Bijîşk:
Dê rûnin,em biaxivin.(Xwe ji xelkê vediqetînin û didin quncikekê)
Lewend
Axa: Ji xwe rehmetî rêya me şanî me dabû.
Xurşîd
Axa: Ma jê pê ve rê heye.
Bijîşk:
Hingê ez û Xurşîd bikevin nav peyan. Xelkê çekhilgir ji yê neçekhilgir
veqetînin û karwanê neçekhilgiran bi rê xin.
Lewend
Axa: Ji xwe ev de,tu şêwr û mişêwra din nîne.
Xurşîd
Axa: Tenê,divêt qederê deh panzdeh peyan jî bişînin ber bi eniya şer,arîkariya
Filît bikin.
Lewend
Axa:Ne jixwe.
Xurşîd
Axa: Bi peyan re tu ê kê bişînî?
Lewend
Axa: Bila Gurgîn bi wan re here.
Bijîşk:
Gurgîn birîndar e,bila ew bi te re bê.
Lewend
Axa: Hingê Felemêz,herdu jî hêja ne,yek ji ê din çêtir e.
Menîje:
Ax.
Lewend
Axa: (Li xwe dizivire) Ev çi deng e?
Felemêz:
Ne tu tişt e ez benî,dengê birîndarekî ( ji Menîjê re) dîn mebe.
Menîje:
Dengê birînekê.
Felemêz:
(Devê Menîje digire) Keçê,dîn mebe.
Xurşîd
Axa: Tu zanî ,lê bi min ez biçûwama çêtir dibû. Tu li pêş ez li paş. Tu
segmanên me bigihînî girê din ez jî herim pêşiya dijmin bi Filît ra heta sibe
êvarê pêşiya dijmin bigirim û paşê digel peyan bêm xwe bigihînim we.
(Bijîşk
û Lewend Axa li hev du dinihêrin)
Lewend
Axa: (Ji Xurşîd re) Keko tu gelek westiyayî. Di her deravê teng de tu. Lê heke
te dil heye.
Xurşîd
Axa: Dilhebûn jî heye. Ji bona selametiya tevayiyê divêt ez herim.
Bijîşk:
Pezê nêr ji bo kêra ye.
Menîje:
(Ji Felemêz re) Te dît ji te mêrtir
hene.
Felemêz
:( Bi irn) Ji min mezintir hene.
Xurşîd
Axa: Êdî divêt em dest bi karê xwe bikin.
Lewend
Axa: (Ji xelkê re) Jinino! Mêrnino! Ev bûne çar sal em tevda di van çiyayan de
ji bona azahî û serxwebûna welatê xwe dixebitin. Di nav van çar salan de me gelek
tişt dîtine. Lê çavên me ji tu tiştî netirsiyane û di ber her dijwariyê de
dilên me xurttir û zexmtir bûne. Em tevda malek bûn. Jin û mêr zar û zêç nav
hev da diman. Herkesî karê xwe, wezîfa xwe kiriye. Tu kesî nehiştiye ko lo jê
bibit. Di mêranî û fedakariyê de hûn ji hev derketine. Rojin hebûn em birçî
diman. Şevin hebûn em ji sermayê diqefilîn. Lê gilî û gazind nedihat bîra me.
Nedihat bîra tu kesî. Herkesî ji bona welat û milletê xwe her zehmetî dikişand
û pê şa dibû. Ji ber ko herkes bîrewerê kar û xebata xwe bû.
Kurdinon!
Em ê îro mala xwe biguhêzînin. Em ê mala xwe a çar salîn berdin,jê derkevin. Lê
di vê guhastinê de em ê bibin du ber. Xelkê çekhilgir derbasî girê din
bibin,yên ne çelhilgir xwe bidin deşta Ecemistanê,nav kurdên ecemî. Ko Xwedê hizkir
pêşdetir em ê dîsan hev du bibînin. Di vê navê de herçî ko ji me mirine dibin
hîmê avahiya serxwebûna me. Herçî ko dimînin sitûn û dîwarên wê . avahiya bê
hîm nikare bisekine,hîm bi tenê bi ser erdê nakeve. (Xelk xwe kerr dikin û li
hev du dinihêrin. Xurşîd Axa peyan dibijêre. Bijîşk bi birîndaran mijûl dibe)
Birîndarek:
Ma çire? Ez bi çekhilgiran re naçim,birîna min sivik e.
Yekî
Din : Heke xwîn ji min diçe ez herim kû derê jî bi rê ve bimirim.
Lewend
Axa: Zarono! Wextê me hindik e,dev ji kurt û pistan berdin. Peyayên ko divêt
bêne hilgirtin ji me re ne gerek in. Dirêj mekin,divêt herkes qîma xwe bi
qedera xwe bînit.
Qeşem
û Menîje: (Ji Lewend Axa re) Ma Axa em jî ne çekhilgir in. Te bi çavên xwe
dît,me çawan şer dikir.
Lewend
Axa: (Keçikan hembêz dike) Belê xebera we ye,min bi çavên xwe dît,hûn çekhilgir
û segmanin rind in. Lê xortin hene bê tiving in. Em ê tivingên we bidin wan.
Keçik:
Ma em ne xort in. Tu me pîr dihesibîne. Tu ji kû anî ko em hinge xortên te ne
mêr in. Ka kî ne wan şanî me bide.
Lewend
Axa: Çavên min canê min bê fêde ye.
(Keçik
vedigerin nik destgirtiyên xwe,xatir dixwazin û dikevin nav neçekhilgiran)
Hevind:
(Ji destê Xurşîd Axa direve xwe li pêşiya Lewend Axa dadiçikîne) Axa, ez dikim
ji te re du pirsan bikim.
Lewend
Axa: Tu hêj nikarî tivingê hilgirî,hîn neh,deh salî yî.
Hevind:
Hûn jî êcêb in lo! Ez ji we re canê xwe pêşkêş dikim. Hûn ji min salên min
dipirsin. Ma hûn hatine hire tenê ji bona kuştinê,heke welê ye rabe min jî
bikuje. Ne heger we mirin jî daye çavê xwe hingê ez bi kêrî kuştinê meyim jî ma
bi kêrî mirinê jî nayêm. Dema ko tu
bimirî ez dikevim şûna te dimirim û te dihêlim ji bona ko tu bikujî û welê bi
kêrî we têm. Te seh kir Axao!
Bijîşk:
Ji xwe ew berdestiyê min e.
Hevind:
(Direve nik Bijîşkî) Apo ez xulamê destê te me,min mehêle,ev Lewend Axa zalimek
e,dixwaze min bişîne deştê.
Bijîşk
: Metirse,tu ê bi min re bêyî.
Qeşem:
(Ji Menîje re) Xwezî em keç nebiwana.
Menîje:
Ma hingê em ev çend bi van ve girêdayî dibûn.
Jinek:
Hûn keç nebiwana,em jin nebiwana kê camêrên ha dianîn.
Qeşem:
Yên ko anîne.
Jinek:
Yên ko anîn an mirine an nema ditînin,divêt sibe hûn jî ji bona dusibê bînin.
Menîje:
Yadê dev ji me berde.
(Paşiya
karwanî ji diyarî kuta dibe)
Lewend
Axa: Êdî dem e, divêt em jî bi rê kevin.
Bijîşk:
Ne jixwe.
(Segman
dibin du ber û çare çar rêz digrin. Birê Xurşîd Axa serê xwe daye şeverê. Birê
Lewend Axa aliyê rohilatê)
Lewend
Axa: Hevalnon! Ma gerek ez nav di we bidim. Hûn hemî mêr in şerdîtî û karê xwe
bîrbirî ne. Tinê ji îro pêda şerê me ji şerên borî girantir û dijwartir bibin.
Ji lewra divêt hûn jî ji berê xurtir û zexmtir bibin. Dilên we dido û gurçêlkên
we çar. Hevalnon! Bila çavên me hergav li pêşiyê bibin, wekî em pêş ve diçin
didin pey mirinê û gava ko em xwe didin paş mirin dikeve pey me.
Lê
herwekî rehmetî gotiye,herçend ji me têt divê em canê xwe biparêzînin û zû zû
xwe medin kuştin,da ko dijminên xwe bê dijmin mehêlin. Pêşve zarono pêşve,Xwedê
bi me re ye.
(Segman
tevda marşa jêrîn dixwînin û bi rê dikevin)
Marşa
Segmanan
Em
bira ne tevde kurd in
Enîbilind
serevraz
Cihên
me ne şehar,zinar
Em
êlo ne,teyrê baz
Welatê
me dêya me ye
Em
tev jê re gorî ne
Hişyar
bûne herçî kurd in
Demên
tarî borîne
Daxwaza
me heqê me ye
Doza
me ye serxwebûn
Em
dixwazin serxwe bibin
Demên
dîlî neman,çûn
Me
sond xwarî ser bextê xwe
Bi
rûmet û bi xencer
Welatê
me aza bibit
Em
bibin jî kerbiker
Mirin,mirin,mirin
hebit
Vê
jînê re bê serî
Êdî
bes e,dîlî bes e
Şerm
e kurd re hesîrî
Top
lê dixin ,tiving teqîn
Deng
e ceng e to! To!
Şer
e,şer e lawno şer e
Teq
e req e lo! Lo!
Di
şerî de wekî şêr in
Kes
namîne paş… paş
Pêşve
diçin xortên me tev
Yek
du sê çar marş marş
Qubad:
(Dikeve diyarê. Xwe dighîne paşiya segmanên Lewend Axa. Tiving bi milê
wî,dûrebîna Serwer Begê bi stuyê wî ve
ye. Destê wî de kiras) Ev e kirasê wî ê
bi xwîn.
(Perde
datêt)
Hawar
Hejmar
20,1933
Yorumlar
Yorum Gönder