Ana içeriğe atla

Zimanek û Şanoyek*

Dema nîqaşek li ser şanoya Kurdî vedibe “çîrokeke kin” ji zargotina Kurmancî tê bîra min:
“Zilamek hebû, dema nanê wî hebû, dewê wî tunebû. Dema dewê wî hebû nanê wî tunebû. Dema herdû hebû ew ne li mal bû.”
 Heman çîrokê bi destûra we dixwazim wiha biguherînim:
“Zimanek hebû, dema sehneya wî hebû temaşevanên wî tunebû. Dema temaşevanên wî hebû sehneya wî tunebû. Dema herdû hebû ew êdî zimanekî mirî bû.”  

Îca gotina dawî di destpêkê de bibêjim: Şanogeriya Kurdî di sehneyên biçûk de li ber xwe dide û li benda temaşekirina we ye… Biçin bibînin, belkî giriyê we an jî kenê we pê bê!

“Hebûn û nasnameya şanoya kurdî, bi çand û ziman û taybetî jî bi dîroka siyasî ve û bi hewldanên wê ve girêdayî ye. Li Bakur qedexekirina kurdî û bêstatubûna Kurda bandora xwe li ser şanoya wê jî kiriye û hê jî dike.” Ne dûr, hê berî 4 salan min di pêşgotina “Dîroka Şanoya Kurdî” wiha nivîsîbû. Belê “sal bi sal xwezî bi par” rewşa şanoya Kurdî û şanogerên wê xedartir dibe. Loma tiştên ku her kes pê dizane ez ê nebêjim û ji kerema xwe hûn jî nebêjin, tahba vala ye, ji xwe a ku mirov bêzar dike jî ev hal e.  

Ez dixwazim qala hin şanoyên çalak û berxwedêr bikim, belkî bi kêrî çend temaşevanan bê…  
Li Amedê: Şanoya Bajêr[1] ji aliyê şanogerên berê yên Şaredariya Amedê hatibû avakirin, sehneya wan li jêrzemîna Galeriyayê ye û şanoyeke xwedî repertûar e. Teatra Yekta Hêvî[2] ew jî heman sehneya Şanoya Bajêr bikartînin. Ji bilî van herdû komên şanoyê, vê havînê li Amedê navendeke bi navê Mordem’ê hate vekirin. Bi pêşengiya Bariş û Savaş Işık ku ew jî di Şanoya Bajêr a Batmanê de şanoger bûn, sehneya wan li Dicle Kentê ye.

Li Batmanê komên çalak: Tov, Rituel û Araf xwedî sehneyên xwe ne û amedekariya sezonê dikin. “Yeni Sahne” nû vebûye lê şanoyên bi Kurdî hê nelîstiye.

Li Wanê koma şanoyê ya Mencelê çalak e. Sehneya wan li Aydın Perihan AVMê ye. Bi pêşengiya Mencelê di navbera 13 û 21’ê Cotmehê de festîvala şanoyê li Wanê tê saz kirin.[3]

Li Stenbolê: Şermola Performans[4] niha bê mekan e, lê şanoyên wan ên Stenbolê piranî li sehneya Kumbaracı50’yê ne. Teatra Jiyana Nû[5] ku girêdayî NÇMê ye, par li Yapım13’ê “Mezopotamya Sahne” ava kirin. Şa Performans[6] vê havînê hate avakirin li cihê kevn yê Şermolayê ye.

Ji bilî navê van kom û mekanan ez hay ji yên din tune me, an jî ew ne berbiçav in. Divê bê gotin ku ji bo şanoyekê carinan hin lîstikvanên ji komên cihê di projeyekê de cih digrin, loma bi navê koma xwe ne berbiçav in.  Belkî ji derve nav navê komekê be, lê piraniya barên koma şanoyê du-sê kes hildigrin. Loma şanogeriya Kurdî bi nav “kolektîf” e, bi ‘emel “tenêbûn û tunebûn” e.

Dema mirov bala xwe bide geşedana şanoya Kurmancî pergî nebûna pişgriyê dibe, loma rê û derfetên şanoyê kêm dibin. Ger em sedemên sereke bi dorê bihejmêrin: Mesrefên produksiyonê, şanogeriya profesyonel (Kêmbûna lîstîkvanan an jî bi gotineke din “bêzimaniya” lîstikvanên Kurd), ji bo proveya û pêşandanê nebûna sehneyê (an jî astengkirina sehneyan) û kêmbûna xebatên şanoyî û nebûna teknîka sehneyî… Ev bûne sedem ku şanoya Kurdî li Tirkiyê û li Bakur bi gav û hewlên biçûk û di mekanên teng de bimîne.

Di van şert û mercan de pêkanîna şanoya Kurdî, li himberî hemû astengî û bêderfetiyan li ber xwe dide. Bi giştî komên şanoyê,  ji lîstikên yekperdeyî û bi kêm lîstikvanan pêk tên (a rast lîstikvan çi qas kêm be bar jî ewqas kêm dibe), kêm deqor û kostum… Pirî caran ev ne tercîh e, teserûfa mecbûrîyetê ye…
Pêşbirka nivîskariya şanoyê di 3 salên dawî de pêk nehat. Bi awayekî sembolîk jî be divê bihata kirin. Ev ne zahmet bû, çawa ku Şanoya Bajêr a Amedê Festîvala Şanoyê ya 6. berdewam kir, dikaribû pêşbirka nivîskariyê jî bidomanda.    

Ji salên 1990î ve bi awayekî giştî li ser şanoyê bi civîn û biryar û belavok, festîval çê dibin. Li ser meselê di Konferansa Şanoya Kurdî ya ku 2012an de li Amedê pêk hatibû, ji sed kesî zêdetir şanoger beşdar bibûn. Li vir û di gelek civînên li ser Şanoya Kurdî derfet û astengiyên wê hatibû niqaş kirin, hemû bi bêpergalî û bêpiştgiriyê ve têkîldar bûn. Bêyî gazin û dubarekirina ezberê divê mirov bipirse û binirxîne. Berê çi hebû û çi astengî hebûn; îro çi heye û çi derfet e? A soxî, ew şanoger bi ku de çûn?  

Şanogerên ku di vê serdemê de bêdeng bûne an belav bûne an jî dev ji şanoya Kurdî berdane, mirov divê bala xwe bide sedemên vê yekê jî… Ji bilî Amed, Batman, Wan û Stenbolê di vê serdemê de şanogeriya Kurdî bêdeng û bêmekan e. Bi hêviya ku li hemû bajar û navçeyên Bakur wargehên şanoyê bi destê şanoger û temaşevanên wan vebin… Ê min bi xwe, niyet û hêviya min ew e ku sehneyekê li Mêrdînê bibînim…


*Bi izna “Zilamek û Zimanek” a Mîr Celadet Alî Bedirxan ku nego ez im paşa ez im mîr, şanoname jî bi navê “Hevind” nivîsand.      





[1] Di nav şanoyên Kurdî yên Bakur de pêşeng û çalak e. Li gel lîstikên berê, sezona xwe bi “Tartuf” vekirin.
[2] Sezona xwe bi lîstika “Kirêciyê Nû” vedike. (04.10.2018)
[3] Sezona xwe bi lîstika “Kozik” vedike. Di bernameya festîvalê 8 lîstik hene, tevî lîstika “Kozik” 5 ji wan bi Kurdî ne.   
[4] Sezona xwe bi lîstika “Balans”ê vedike. (04.10.2018)
[5] Bi lîstika “Bêrû” beşdarî Festîvala Mencelê ya Wanê dibe. 
[6] Sezona xwe bi du lîstikên bi navê “Ji Akademiyê Re Raporek” û “Deno û Ez” vekirin. Di vê mehê de “Mirzayê Biçûk” derdixin.  

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got