Ana içeriğe atla

Ji Şanoya Mîrzayê Biçûk*


Mîrzayê me yê Biçûk, ji gerstêrka xwe hatiye li peraveke Dîcleyê bicî bûye. Dixwaze vê peravê bixemilîne û şên bike. Gulek li perava wî şîn dibe û tevlî jiyana wî dibe. Piştî wextekê pereva wî dikeve ber lehîyê û her ku diçe dor lê teng dibe… Dema biryara koçkirinê dide û Gula wî jê dixeyide û ji ber çavan wenda dibe… Mirzayê Biçûk, li ser peravên Dîjleyê li Gula xwe digere. Di rêwitiyê de pêrgî hin mirovên mezin û zîndeweran dibe… Li ser şopa Gulê dibêje: “Mirov divê bi dilê xwe li tiştan bigerin...


Merheba ji we re! Ka mirov li ku derê ne?

Bibin hevalên min, ez bi tenê me.

Ka were û bi min re bilîze. Ez gelekî dilşikestî me...

Gulek heye… Wê gulê ez kedî kirim…

Li perava min guleke min hebû, ew ya pêşîn bû ku min dengê dilê wê bihîstibû, ew a ewil bû bi min re axivîbû...

Gula min bêhna xwe li hemû perava min belav dikir û min nizanîbû qîmeta wê kêfxweşiyê nas bikira. Gula min li dunyayê de derekê ye... Ez ê lê bigerim…

Gelo ji bo her kes rojekê li perava xwe vegere, stêrk wiha diçirisin?

Mirovên mezin bêxeyal in loma dengê dilê xwe nabihîsin. Ew hema tiştên ji wan re hatine gotin dubare dikin...

Ez dikarim hemû sirran vekim û meneya hemû wersiran bidim. Ez dikarim filekê jî dabelihînim...(Mar)

(Rovî) Mînak, niha ez ji bo te rovîyek im û tu jî ji bo min zarokek î. Ji min û ji te, bi hezaran hene. Ku em bi hevre bijîn em ê ji hev hez bikin û bi hev re bêne girêdan. Piştî em bikevin eynî jiyanê êdî em ji bo hev dibin tekane. Tiştê ku dibe tekane bi hezkirinê çê dibe.

Min kedî bike!Tenê mirov dikarin zindiyan kedî bikin. Îro wextê mirovan ji bo naskirinê û hezkirinê nemaye. Ew dixwazin tiştên çêkirî bibînin û bikirin. Mirov loma her ku diçe ji hevalên xwe dûr dikevin. Dixwazin hevaltiyê jî bikirin. Lê hevaltî bi hezkirinê ye ne bi pera ye. Loma pir kes bêheval in. Eger tu hevalekî dixwazî, min kedî bike!


Roja ewil tê ji dûr ve bala xwe bide min, rojeke din tê xwe hinekî din nêzî min bike…. A wiha hêdî hêdî tê tevlî jiyana min bibe û ez ê jî fêrî te bibim. Pişt re em ê hevaltiya xwe pêş de bixin…

Tiştên bingehîn bi çavan nayên dîtin. Gula te çima ji bo te şêrîn e, dizanî?... Ji bo ku te di ber wê de wext û ked daye loma…

 Gava tu tiştekî kedî bikî, tu dibî berpirsyar… Tu berpirsyarê gula xwe yî...

 Mirov gerek bi dilê xwe li tiştan bigerin...


Şanoya “Mîrzayê Biçûk” a Antoine de Saint-Exupéry, wê di 26-27.10.2018’an de li Sehneya Şa Performansê be. Bi hêviya ku bi dilê temaşevanên biçûk û mezinan be…

*Mîrzayê Biçûk (Küçük Prens)
Küçük Prensimiz, gezegeninden ayrıldıktan sonra Dicle nehrinin kıyısına yerleşmiştir. Bu kıyıda küçük bahçesiyle uğraşmakla meşguldür. Yeni arkadaşı Gulê’yle mutlu bir hayat sürdürmektedir… Baraj ve sel taşkınlarıyla küçük kıyısı giderek küçülür… Göç etmeye karar verdiğinde Gulê ona darılır ve ortadan kaybolur… Küçük Prens, Dicle kıyılarında Gulê’yî aramaya koyulur. Bu yolculukta kimi büyük insanlar ve canlılarla karşılaşır… Mîrza, Gulê’nin izini sürerken fark eder: “İnsan ancak yüreğiyle baktığı zaman gerçeği görebilir...

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got