Kurteya Çîroka Berhemê:
Bilindê Zaxoyî ji ber
sedemên evîneke têkçûyî û ji ber êrîşên oldaran, welatê xwe diterikîne û berê
xwe dide welatekî xerîb. Rojekê li dêrekê rastî nivîskarekî Kurd tê û bi hev re
qehweyekê vedixin. Bilindê Zaxoyî ji nivîskar re, ji serî heta dawî serpêhatiya
xwe vedibêje ka dêreke Swêdî çawa jê re bûye stargehek...
Ew, qala têkçûyina
evîna xwe ya ewil a bi “Dotmamê” re û pişt re jî terikandina welatê xwe ji
nivîskar re dike.
Xalanên destgirtiya
Bilindê Zaxoyî, ji hêla Bakur tên û diçin, bi hatina wan re “Dotmamê” ne weke
berê ye, xuyaye wê bi lawê xalê wê re li hev tînin. Piştî hevdîtineke bêdeng û
giran Dotmam dev ji wî berdide. Bilindê Zaxoyî ji ber dilşikestina evîna xwe,
piştî ku beşdarî şeveke helbestê dibe, dixwaze hest û ramanên xwe bi helbestê
vebêje… Di şeva ewil de Zaxoyî dixwaze wekî “Mueyed Teyip” binivîse û helbesta
xwe ya tekane dihûne. Bi vê helbestê navê wî belav dibe. Helbesta wî ewqas deng
vedike ku oldarên welatê wî, ji wî aciz dibin. Pêla nefreta wan ewqas bilind
dibe ku agir ber didin kovara ku helbesta wî weşandiye. Ji ber gef û zextên
oldaran, desthilatdarî jî wî sûcdar dibîne û li ser nerazîbûnan wî dixin
girtîgehê. Bi şertê ku careke din di helbesta xwe de dev nevêje bîr û baweriyên
pîroz, ew tê berdan. Lê êdî nikare di nava civatê te bi ewle bijî û ji ber
zextên oldar û desthilatdariyê mecbûr dimîne ku ji axa xwe koç bike. Ji bilî terkederbûnê
tu rê li ber wî namîne…
Berî ku ji welêt
derkeve diçe ba şaîrê xwe û jê dixwaze ku ew qelama wî bişkîne ku ji bo careke
din nenivîsîne. Şaîr ji wî dixwaze ku ew guhdariya gefên oldaran neke û
berdewamiya nivîsandina helbestên xwe bike. Bilind Zaxoyî ji biryara xwe
danakeve û di dawiyê de qelema xwe ji hostayê xwe re
dihêle û ji wir derdikeve. Êdî terka welatê xwe dike û piştî penaberiyekê dirêj
tê li Swêdê bi cih dibe.
Lê dema tê wir pêrgî
êş, bêhêvîtîya wî welatî jî dibe. Bi demê re biryara xwe dide û dibê “Çi xêra vê
jiyanê heye ku meriv heta kalbûna xwe bisekine.” Diçe ku xwe ji pira Dödsbro biavêje… Di navbera mirin û jiyanê de berî ku destê
xwe ji hesinê pirê berde, dengê Jama (naqosa) dêrê tê guhê wî û ew deng wî ji
ser pirê ber bi xwe ve dikşîne.
Bilindê Zaxoyî tê wê dêrê
lê çavê wî bi tu kesî nakeve, piştî aramiyeke bêhnvedanê diçe ber deftera
mêvanan û ji soza nenivîsandinê vedigere. Di wê kêlikê de namayekê ji Xwedê re
dinivîse û jê daxwaze ew hebûna xwe nîşanî wî bide û pişt re diçe li rêza pêşîn
bêdeng rûdine. Piştî demekê destekî henûn ê xanimekê dikeve ser milê wî û jê
dipirse ku pêdiviya wî bi alikariyekê heye an na…
Bilindê Zaxoyî xwe
dispêre destê vê xanimê. Ew û Samantha dibin dostên hev, roj bi roj Bilindê
Zaxoyî ji hesta xwekuştinê dûr dikeve. Samanthaya Siwêdî dibe stargeha jiyana
wî û ji ber ku wê ew ji mirinê xelas kiriye, edî ew dibe dergevanê vê Dêrê…
Digel vê jî Bilindê
Zaxoyî nikare xwe ji dudilîyekê xilas bike: “Lewra difikirim ku ez ji ber mela
û seydayên maleke Xwedê direvim, li maleke din a Xwedê disitirim û li wir ez li
rastî yeke mîna Samanthayê têm. Loma anuha ez jî ketime dudiliyekê, dudiliya ku
ev kar û keramet hîkmeteke Xwedê ye û nayê famkirin. Rast bibêjim, hîn jî min
fam nekiriye.”
Hesenê Metê |
“Divê meriv tiştê piçûk
mezin neke, ji ber ku tiştê ku Xwedê piçûk afirandiye, mezin nabe, kesek nikane
mezin bike... Tiştê ku Xwedê xwar çêkiriye, rast nabe, kesek nikane rast bike.
Îro bêtir dizanim ku ez ê çawa baştir ji Xwedê hez bikim, bêyî ol û bêyî
pêxemberan jî dikanim ji Xwedê hez bikim.”
Evîn li nêzî te ye lê ne evîna te ye, ol ola bav û kalê te ye lê dîsa jî mejiyê te qebûl nake û Welat(kurdistan)warê bav û kalê te ye lê tu ne Azad e, tenê rastî ya te ye û ew jî li derên dûr e.
YanıtlaSil